Serêkê hêja,

Veli Yüksel[1], bi Turkbûna xwe, li ser pirsgirêka Kurdan çiqa zerer da partiya me?

Dem nehatiye ku partiya me pêşengiyê bike û Kurdan ji ser lîsteya terorîstan ya Ewropa bide derxistin? Kurd, ji 1993 vir de bê navber û rawestan daxwaza çareseriya pirsgirêka Kurdî bi rêya aştiyê dikin. Ji 2015 û vir de bi hevalbendên xwe re, têkoşîneke dijwar di hember DAIŞê bi rê ve birin. Bi hezaran şehîd dan. Li ser vê mijarê jî min di 11mîn pirtûka xwe de li ser Kurdan, bi navê “De Koerdische kwestie. Deel 5: De Koerden willen vrede langs politiek overleg” {Kurd aştiyê bi rêya peywendiyên siyasî dixwazin} (2018).

Dengê Xiristiyan Demokratan di qada neteweyî û navdewletî de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan pêdiviyeke mezin e.

Spasiyên germ.

Hugo Van Rompaey, Şahredar û senatorê rûmetê

[1] Veli Yuksel, bi eslê xwe Turk e û ji deh salan vir de li ser lîsta CD&V (Xiristiyan Demokrat) di parlementoya Beljîka de ye. Paş deh salan ew ji CD&V derket û li ser lîsta VLD (Liberal) dikeve hilbijartinan.

F
E
E
D

B
A
C
K