KOBAN BERGPirtûkên Medenî Ferho “Medya, Ziman û Civak”, “Romana Kobanê” û “Dîroka Zimanê Kurdî”, di nava weşanên  DO de, bi desteka Enstituya Kurd li Brukselê, li Stembolê derketin.

Medeni Ferho, “Arz-i Kurd,” tenê di eniya şer de nine. Di cîhana ku, çeteyên hov, di dewsa hêzên garanî de derketina nêçîra mirovan, têkoşîna kulturî, edebî jî dike. Kurd, şoreşekê  pêktînin û lui Rojhilat Navîn pêşengiya şoreşekê dikin. Lewra nivîskarên Kurd, întelijansiya Kurd jî li gorî  demê, gavan diavêjin û dixwaizn bibin bersiva demê.

Medenî Ferho vê carê, bi rengekî cûda, bi berhemên cûda derkete pêşberî xwendevanan.

Bi pirtûka  “Medya, Ziman û Civak”, eniya herî bi bandor ya “amurên ragihandinê (AR), û hêza kurd di medya alternative de vegotiye: Îddia Medenî Ferho ew e ku, li

cîhanê, medya alternative ZIMAN  BERGtenê medya Kurd e.

Rojnamevanên Kurd, bûne mamostayên xwe û bi gotina Halîl Uysal bi keda xwe gihane qonaxa profesyonelî. Ajansên Kurd jî bûne çavkaniyên cîhanê.

Medenî Ferho, bale dikişîne ser medya duopolîst, krîpto rojnamevan û lîberalên deregulasyonê, lewiethanên kurd datîne ber çavan;    rola medya Kurd ya di Têkoşîna Azadiya Kurd de  vedibêje.

“Romana Kobanê” jî, “mambêjiyek” cûda ye. Medeni ferho dibêje: “Volqanek teqiya ev volqan Kobanê  ye, belkî navê romanê ji bo volqanê hindik e. Teqîna mezin Big-Bang, dikare bibê navê wê.  Dema mirov giha radeya teqînê û bedena xwe, mêjî, hest û baweriya xwe kirin mertal, teqîna atomî dest pê dike. Canfedatiya li dibistana gundê Serozê bû bingeha serketina li tevahiya cîhanê.”

 

“Romana Kobanê” ji romanê bêhtir,  qîrênek nû bi stîleke nû ye. Wek çavkaniya romanê jî dikarê were dîtin. Roman vekirina dergehê jiyaneke nû ye. Kobanê jî ev dergeh vekir. Romana Kobanê, parçeyek ji dîroka “kûmulatîf” e.

MEDYA BERGDi pirtûka sêyemîn ya “Cîhana Zimanê Kurdî” de, nivîskar bersivê dide, talangerên  dîrokê, bersivê dide inzkarzadeyên alfabeya zimanê kurdî. Medeni Ferho dide xuya kirin, dîroka Kurdan, ji waqanivîsên şecerê, malbatî û fermî yên felzekê gelekî cûdatir e. Panorama zimanê Kurdî, di dîrokê de, di nexşeya erdnîgariya Kurdistanê de, di medrese, kargeh û wargehên lêkolînên znanistî de  derdixe pêş û li hemberî polîtîqeyên red û înkarê dike mertal. Mînakên dîrokî, di ziman, alfabe, dewlet, folklore û hişmendiya kûr û dûr ya civakî de dide; çarçoveya mekanîzmeya parastina gelerî  derdixe pêş.

 

 

 

F
E
E
D

B
A
C
K