Li ser mirina Durîye Ewnî

Me bi xemeke mezin mirina Durîye Ewnî bihîst. Endama KNKê xanima hêja Durîye Ewnî duhî [15 Adar 2015], danê êvarî li paytextê Misirê, li Qahîreyê mirîye.

Durîye Ewnî rojnamevan û nivîskareke Kurd ya Misirê ye. Ji alîyê binemalê ve digihe bajêrê Sêweregê li bakura Kurdistanê û keça nivîskarê Kurd Mehemed Elî Ewnî Beg e ku dayîka wê Misrî ye. Wek rojnamevan û nivîskar li ser Kurdan gelek xebatên hêja kirine. Ji bo danasîna xelkê Kurd û Kurdistanê jî di hemû kom û kombûn, konferans û platforman da cih girtîye, axivtîye û pistevanîyeke xurt û aktîv daye bizava neteweyî û nistimanî ya Kurd û Kurdistanê.
Herdaîm yêkîtîya xelkê Kurd xwastîye û ji bo vê armancê di nav hewildanên pratîk da bûye. Di damezrîna KNKê [1999] da jî cih girtîye û heta mirina xwe jî endama KNKê bû. Di her keysî da xwe digihande hawara xelkê xwe. Babê wê Kurd û dayîka wê Ereb bû lewma jî ji bo biratîya herdu xelkan di her warî da diaxivî û kar dikir. Asiqa welatê babê xwe bû û hergav behsê spehîtîya Kurdistanê dikir.
KNK ji ber mirina endama xwe ya hêja Xanim Durîye Ewnîyê bi xem e. Em sersaxîyê didine binemala wê û hemû endamên xwe û xelkê Kurdistanê. Durîye Ewnî herdaîm dê di bîra me da be.

Konseya Rêvebir ya KNKê
16 Adar 2015, Bruksel

F
E
E
D

B
A
C
K