Parçeyê herî mezin yê Kurdistanê li bakur di bin dagîrkerîya dewleta Tirk da ye. Dewleta Tirk wekî mîratxwera Imparatorîya Osmanî destên xwe ji Kurdistanê nakêşe û îro zulm û zora xwe anîye dereceya herî bilind. Li milekê bi çek û çolên giran, bi tank û top û balefirên cengî bakura Kurdistanê welatê me bombarduman dike, xelkê me qetil dike, li milê dî tixûbên dagîrkerîya xwe ya li Kurdistanê her diçe firehtir dike.

Eve bi salan e binkeyên leşkerî yên dewleta Tirk li başûra Kurdistanê bi cih in û gelek aktîv dijî bizava neteweyî ya Kurdistanê di nav êrişkarîyan da ne. Hindî ku îdareyên xweser yên Kurdistanê pêktên dewleta Tirk hind êrişkartir dibe ku wan destkevtên Kurdan hilweşîne. Dewleta Tirk bi van niyetên xirab û bêyûm hêzên xwe yên leşkerî û istixbarî li başûra Kurdistanê bi cih kirin.

Dewleta Tirk bi van hewildanan nema baskê dagîrkerîya xwe ber bi rojavaya Kurdistanê ve fireh kir. Ewil ji Cerablusê dest bi dagîrkerîyê kir û herî dawîyê jî bi hemû hêza xwe ya leşkerî ve êrişî Efrînê kir û di halê hazir da Efrîn di bin dagîrkerîya Tirkîyê de ye.

Dewleta Tirk û bi navê vê dewleta hov hukûmeta Erdogan hedefa xwe ya êrişkar û dagîrker li Kurdistanê mezin kirîye. Niyeta wan ew e ku heke bikarin destkevtên Kurdan yên li başûr û rojavayê têkbibin, xirab bikin û ji destê Kurdan derêxin. Heke jê neyê jî îdareyên xweser yên Kurdan li başûr û rojavayê dorpêç bikin, dora wan teng bikin û adeta bêhnê lê çik bikin. Dewleta Tirk di vî warî da konsepta xwe ya dijî Kurd û Kurdistanê ya salên destpêka komarê bi kar tîne û bi temamî bêmafkirina Kurdan, hetta serî birandina Kurdan bo xwe kirîye armanc. Pratîka îro ya dewleta Tirk ya beramberî xelkê Kurdistanê komple şer e, hilweşandine, serbirîne û dagîrkirine.

Erdogan piştî dagîrîya Efrînê hedefa xwe kivş kir ku ji Efrînê ber bi Qendîlê ve dê êrişên xwe bidomînin û wê xeta fireh dê dagîr bikin. Bi vê hedefê ve girêdayî ertêşa Tirk li goreyî tixûbên xwe yên fermî ji rojhilatê ve ber bi navçeya Biradosta û ji başûr ve jî ber bi navçeyên dî yên Bahdîna ve di nav hemleya dagîrkirinê da ye. Ev pozisyona wan naşube yên berê. Gelek aşkera dixwazin ji Biradosta heta Bahdîna wê navçeya fireh dagîr bikin û bi vê operasyonê di qonaxa ewilî da Warên Parastinê yên Medyayê abluka bikin û wekî Efrînê dagîr bikin. Heke di vê êrişkarîya xwe da serbikevin gava wan ya duyemîn kontrolkirina başûra Kurdistanê ye. Ev êrişên dewleta Tirk yên li van navçeyan têne kirin êdî ji niyetê derbaz bûne û di pratîkê da dagîrîyê dest pê kirîye.

Tehlîke hind mezin e ku dewleta Tirk êdî êrişên xwe bi şkandina têkoşîna bakura Kurdistanê ve nehêlaye û baskê êrişên xwe bi têkbirina hemû destkevtên Kurdan ve fireh û mezin kirîye.

Armanca dewleta Tirk bêmafkirina Kurdan e, têkbirina îdareyên xweser yên Kurdistanê ye, şkandina îradeya têkoşer ya xelkê Kurdistanê ye.

Dewleta Tirk vê êrişkarîya xwe veşartî û nepenî nake, niyeta xwe ya dagîrkerîyê naveşêre, ron û zelal dibêje û bi gotinê jî namîne, bi emelê xwe ve jî dike. Ne yêk an du parçe, pêkve Kurdistan bûye hedefa dewleta Tirk.

Di vê rewşa li ber çavan da erkek maye li ber Kurdan û hemû Kurdistanîyan. Ew jî dijî vê hemleya birandêr ya dewleta Tirk berxwedana man û nemanê ye. Dewleta Tirk vekirî dibêje ku rê nadine Kurdan ku li ser axa xwe bibine xwudan maf û xweserîyê.

KNK daxwazê ji hemû welatîyên Kurdistanê dike ku vê rewşê bi bir û hizireke neteweyî û niştimanî rave bikin, bixwûnin, hilsengînin û encameke di xêra neteweyê Kurd û Kurdistanê da jê derêxin. Encama di xêra Kurd û Kurdistanê da yêk e: Bi tifaqî dijî vê êrişkarî û dagîrkerîya dewleta Tirk rawestan. KNK vê sekina neteweyî û niştimanî ji hemû Kurdistanîyan daxwaz dike.

KNK êriş û dagîrkerîya dewleta Tirk ya li Kurdistanê şermizar dike, rûreş dike, mehkûm dike.

KNK bangî hemû dewletan, UN, NATO, Yêkîtîya Ewrûpayê, Yêkîtîya Dewletên Erebî û dinyaya demokratîk û humanîter jî dike ku dijî van êrişên dewleta Tirk bêdeng nemînin, bidin rawestandin û piştevanîya têkoşîna azadîyê ya Kurdistanê bikin.

Konseya Rêvebir ya KNKê

12 Nîsan [April] 2018, Bruksel

F
E
E
D

B
A
C
K