HDPPartîya Demokratîk ya Xelkan -HDP, ji bo hilbijartinên parlementa Ankarayê yên 7ê Hezîranê [2015] li Tirkîye û Kurdistanê di nav xebat û têkoşîneke gelek xurt û dijwar da ye. HDP yêkemîn partî ye ku temsîla piranîya maqûl ya xelkên Kurdistan û Tirkîyeyê dike. HDP tenê wekî hebûnên etnîk temsîla xelkan nake, herwisa berdevkîya hemû çîn û navçîn, grûb û kategorîyên civatê yên mexdûr û bindest jî dike. Xelk, çîn û navçîn, grûb û kategorîyên ku ji teref dewleta serdestan ve hatine bindest kirin di bin per û baskên HDPê kom bûne, HDP bo xwe kirine platformeke demokratîk ku dijî zulm û zorê hebûna xwe, berjewendîyên xwe biparêzin. Lê îro bi rengekî gelek sîstematîk di bin êrişa dewletê da ne û ev dewleta serdestan, ev dewleta hov firseta jîyanê nade wan û rê nade partîya wan HDPê jî ku wan di dereceya bilind da temsîl bike û di parlementê da bibe dengê wan.
Ji xwe vê dewleta zaliman, vî sîstemê faşîzan baraja seda deh [% 10] bi serê xwe kirîye toka mirinê ku di serî da Kurd û xelkên hevqeder di meydana siyasetê da nemînin, di parlementê da neyêne temsîl kirin. Kurdan û xelkên hevqeder, çîn û navçîn, grûb û kategorîyên bindest daku bi hêzeke yêkbûyî hebûna xwe bidine qebûl kirin, xwe bigihînin parlementê, destên xwe dayîne hev û di bin sihwaneya HDPê da bûyîne yêkvucût ku beramberî vê dewleta hov ya zulumkaran serbikevin.
Her ji destpêka xebata pratîk ya hilbijartinan heta îro dewletê, hukûmetê, partî û hêzên faşîst di bin ewlekarî û teşwîqa polîs û ertêşê da li her derê êrişan dikin, buroyên HDPê disojin, bombe dikin, kom û kombûnan, mitîngan sabote dikin, provakasyonan pêktînin. Herî dawîyê jî li Adana û Mersînê buroyên HDPê bi bombeyên ku bi kargoyê hatine rêkirin tehrîb kirin. Gelek birîndar hene, xesareke mezin ya maddî heye. Ev êrişên berfireh û bi taybetî jî yên li dora Deryaya Spî têne kirin, ku navçeyeke mezin ya dîasporaya Kurdî ye, tesaduf nînin.
Ji van êriş û provakasyonan xuya dibe ku dewletê, hêzên tarî û helbet hukûmeta AKPê bo xwe kirine ehd û peyman ku rê li ber hilbijartin û temsîlîyeta HDPê bigirin. Ji demê starta hilbijartinan heta îro geşbûna xebata HDPê, teweccuh û mehbûbîyeta xelkan ji bo HDPê tirseke mezin êxistîye dilê AKPê û dewleta zalim û serdestan. Ji medyaya kirêgirtî bigirin heta êrişa polîsan û hemû dem û dezgehên dewletê adeta gotina xwe kirine yêk ku her bi çi rengî be HDPê di bin barajê da bihêlin. Ji ber ku ew baraja ku wan bo xelkên bindest danayî bi ser wan da têt û ew gelek aşkera dawîya xwe ya hilweşîyayî di vê prosesê da dibînin. Lewma hindî ku rojên hilbijartinê nezîk dibin ew jî bi teknîk û metodên cuda êriş û provakasyonên xwe didomînin û zêdetir dikin.
Hewildanên wan, dek û dolabên wan, hîle û desîseyên wan beyhûde ne û dê bê encam bimînin. Çiku HDP wekî pêşeng û temsîlkara xelk, çîn û navçîn, grûb û kategorîyên bindest vê firsetê nade wan û bi xwûnsarî û cesareteke mezin dijî van êriş û provakasyonan radiweste, panîkê nake û bi sebir û serbilindî xebat û têkoşîna xwe didomîne û divêt wisa be.
Armanca dewletê, ya AKPê û ya hemû hêzên xêrnexwaz ew e ku HDPê derveyî parlementê û prosesa demokratîk bihêlin. Ji ber hindê ew dê heta roja hilbijartinan van kir û kiryarên xwe bikin û bidomînin. HDP û hemû tifaqdarên demokrasîyê, yên aştîyê divêt vê rastîyê bibînin û bi organîzebûneke hêj xurttir û saxlemtir beramberî wan rawestin. Her dengek, her gotinek hêzek e û ev deng û gotin divêt mutleq bibin yêk ku vî cepheyê bêyûm belav û tarûmar bikin. Panjehra vê êrişa jehrawî ya dewleta Tirkîyeyê, hukûmeta AKPê û hemû reng hevçeperên wan yêkbûna Kurdan, ya xelkan, ya hemû bindestan e.
Xelkên Kurdistanê û Tirkîyeyê, roj roja xîretê ye. Hemû tebeqeyên bindest yên civatê, roj roja desthilînê ye. Heke hûn dixwazin dijî cepheyê şer û fitneyê, ku eve dewleta hov û hukûmeta AKPê û tifaqdarên wan in, divêt hemleyeke mezintir bidine dest pê kirin û vê baraja heyî bi serê wan û heftê û heft babê wan da bihilweşînin.
Li dengê xwe, li gotina xwe, li şeref û namûsa xwe xwudan derkevin û ji sindoqa hilbijartinan ya 7ê Hezîranê bi serbilindî derkevin.
KNK bi hêvî ye ku Kurd û hemû xelkên bindest di vê prosesa hilbijartinan da dê li hebûna xwe xwudan derkevin û van êriş û provakasyonan pûç û betal bikin.
KNK hemû êrişan bi xurtî şermizar dike. Parastin û desteka ji bo HDPê erkekî neteweyî û niştimanî ye û KNK, çi li welat û çi li derveyî welat bin, bangî hemû Kurdan, Kurdistanîyan û pêkve bindestan dike ku 7ê Hezîranê bikine roja bilindkirina alaya demokrasîyê û aştîyê.
Deng bidine HDPê, mil bidine HDPê, hêz bidine HDPê!.
Dê, gelî aştîxwazan û demokrasîxwazan, peya nemînin!.

Konseya Rêvebir ya KNKê
19 Gulan 2015, Bruksel

F
E
E
D

B
A
C
K