Kongreya Netweyî ya Kurdistan KNK’ê di roja 24-25/09/2016’an de li parêzgeha Kerkûkê, Nahiyeya Qerehencîr, li Salona Pirtûkxaneya Giştî bi amadebûna zêdetirî 250 nûnerên partî, aliyên siyasî, parlamenter û mamosteyên zanîngehê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, lêkolîner, kesayetên serbixwe ên rewşenbîr civiya.

Encamnameya Beşdarvanan Di Civîna Şêwirê de ev xal in:

  1. Aktîvkirina parlamentoyê di demek nêzîk de û rêzgirtin li serweriya xaka Kurdistanê re.
  2. Bi sîstemkirina rêveberiya siyasî bi rêya cudakirina partî û hikûmetê ji hevdu.
  3. Cudakirina aboriya netewî ji tak û partiyan, bi rêya danîna xezîneyek netewî ji bo dahata netewî.
  4. Rawestandina firotina karta giştî ya Kurdistanê/ Berhemên giştî bi karta taybet. Pêwîste her cure karta giştî ango berhemên netewî li ser bingehê berjewendiyên giştî be. Her wiha bi yasa were rêk û pêkkirin û çavdêrîkirin. Divê zelal be ku ev berhem xizmeta pêşxistina xizmetguzariya giştî dike.
  5. Pêkhatina (Komisyon, Deste, Komîte) di vê civînê de ku bikare projeya çareseriya krîzan darijîne.
  6. Lidarxistina du civînên cuda ji bo akademisyenan, lêkolîner, rewşenbîr û her wiha ji bo partiyên siyasî da ku pêşniyarên xwe amade bikin.
  7. Di demek kurt de mafê zeftkirî yê welatiyan wek mûçe û pêwîstiyên jiyanê ji aliyê desthilatdaran ve li wan were vegerandin.
  8. Serweriya yasayî divê hebe û divê maf, azadiya rojnamegeran û takên civakê were parastin. Serwerî û Serberziya xakê were parastin û divê em hemû li pêşiya yasayan yek bin.
  9. Nabe ku sazî û dezgehên hukmî werin hizbîkirin û mafê bajar û welatiyan jî her wisa. Divê bi awayekî wekhev nêzî welatiyan bibe û bê ku ti cudahî were danîn.
  10. Rakirin û jêbirina sînorên çêkirî ku dagirkeran di nava beşên Kurdistanê de ferz kirine. Wek mînak di demek zûtirîn de deriyê Sêmalka di navbera Başûr û Rojava de were vekirin.
  11. Beşdarkirina jin û ciwanan di nava hemû saziyên civakî û di navenden biryarên sîyaset de.

Encamnameya ‘Rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê di hevsengiya siyaseta Rojhilata Navîn û navnetewî de’

 Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê divê bi rêyên ku li jêr behsa wan were kirin, Dîplomasiyek Kurdistanî destnîşan bike:

  • ‘Komîteya Karê Dîplomasiya Hevbeş’ a Komîsyona Dîplomsiya KNK’ê ku piraniya pêkhateyên her çar parçeyên Kurdistanê tê de ye, zêdetir çalak bibe û bi awayekî aktîv nûnertiya Kurdistanê bike.
  • Bihêzkirina doza Kurd û lobî ya Kurdan li derveyî welat.
  • Sûdwergirtina ji wêje û hunerê ji bo nasandina Kurd û çanda Kurdî û Kurdistanî.
  • Piştgirîkirina nivîskar, lêkolîner, rojnameger û hunermendan ji bo ku berhemên xwe di medyayên cîhanî de belav bikin.
  • Pêkanîna Komisyonek ji Nûnerên partiyên siyasî (Peywendiyên Derve yê partiyan) û amadekirina wan ji bo vê mijarê.
  • Pêkanîna Komisyonek ji partiyên siyasî ku ji bo kar û xebatê amade bin.
  • Pêkanîna Komisyonek akademîk a Kurdistanî.

Vekirina nûnertiya Rojava li Başûr û ya Başûr jî li Rojavayê Kurdistanê,  ji ber ku ev her du parçe niha bi awayekî serbixweyiya wan heye.

  1. Neşikandina hevdu li gel nûnerên welatên derve di dema mohrkirina peywendiyên hizbî de. Her wiha nabe ku lihevkirin û danîna peywendiyan li ser hesabê parçeyên din ya jî hizbên din be.
  2. Vekirina Nûnertiya hikûmetê li derveyî welat ku di demên pêş de bikar bi awayekî rast rola nûnertiya Kurdistanê bilîze.
  3. Dosyayên wek Enfal, Helebce, Şengal û ya Kurdên Feylî wek serhata dîroka netewî ya Kurdistanê werin berhevkirin.  Her wiha çemka qirkirina (jenosîdê) ji bo pêşxistina doza netewî û nîştimanî ya Kurdistanê were bikaranîn.
  4. Piştgirî li Birêz Nadiya Murad were kirin da ku bikare bi şêwazekî rast nûnertiya hemû pêkhateyên gelê Kurdistanê bike.
  5. Pêkanîna hêzek leşkerî ya hevbeş a ji dil a Kurdistanê ji bo parastina gel û berjewendiyên netewî.
  6. Divê hêzên pêşmerge û gerîla li hemû cihên Kurdistanê yên rizgarkirîne bimînin û ji wan deveran venekişin.
  7. Di dema hebûna her pirsgirêkekî ji bo parçeyek Kurdistanê de divê parçeyên din xizmet û alîkariyê bike.
  8. Di dema nûnertîkirinê de divê nûnerên jin û ciwanan jî hebe.

Encamnameya ‘Rola Herêma Kurdistanê di pêşxistina siyaseta yekîtiya netewî de’:

  1. Lidarxistina Kongreya Neteweyî li ser asta seranserî Kurdistanê bi amadebûna piraniya partiyên her çar parçeyên Kurdistanê û bi esasgirtina dîroka bihorî ya partiyên siyasî.
  2. Ji ber ku nûnerên her çar parçeyên Kurdistanê di nava KNK’ê de cih digrin, dikare piştî vê civînê rolek bi bandor di lidarxistina Kongreya Neteweyî de bilîze. Ji bo vê yekê jî divê komîteyekî amadekar bi beşdariya aktîv a jin û ciwanan pêk bîne.
  3. Pêwîste em pişta xwe bidin hêza gelê xwe û rê nedin hebûna ti hêzek biyanî li ser xaka Kurdistanê. Wek bicihbûna artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê, dagirkirina Cerablus û Rojava û hwd.
  4. Serokê girtî, têkoşerê Kurd Abdullah Ocalan di pêşxistina doza yekîtiya netewî û dîplomasiya Kurd de xwedî rol bûye. Ji bo wê jî ji Başûrê Kurdistanê em daxwaza azadkirina wî dikin.
  5. Başûrê Kurdistanê dikare bi lidarxistina Kongreya Neteweyî piştgirî bide lê belê ya pêwîst û girîng ewe ku em di nav xwe de yek bin û alîkar bin ji bo vê xebatê.
  6. Divê hêzên ji keç û kurên Kurdan (Pêşmerge, Şervan û Gerîla) ku li hemû parçeyên Kurdistanê bi şerê xwe yê li dijî DAIŞ’ê de bûne cihê baweriyê di siyaseta navnetewî de bibin leşkerên hemû Kurdistanê ku pirsa yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê biparêzin.
  7. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermî Meclîsa Şengalê nas bike û jê re alîkar be.
  8. Beriya rizgarkirina Mûsilê konferansek were lidarxistin, biryarek netewî bide ku destûr nede Tirkiye beşdarî rizgarkirina Mûsilê bibe. Ji ber ku Tirkiye dagirkerê Kurdistanê ye û dixwaze xaka Kurdistanê hîn zêdetir dagir bike. Her wiha bixwe piştîvanek mezin ê DAIŞ’ê û çeteyên dine û nabe destûr were dayîn ku li ser xwîna Kurdan siyasetê bike.
  9. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bixebite ji bo ku kurdên derveyî welat wek Kurdistanî werin naskirin ne wek xelkê Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyê.
  10. Ew kes û aliyên ku ziyanê digihênin gelê Kurdistanê û destkeftiyên netewî û nîştimanî dixine bin metirsiyê, wek kesên ne pak nêzîkatî ji wan re çêbibe.

Kerkûk, 25.09.2016

F
E
E
D

B
A
C
K