KNKê di rojên 1-2 Çirîya Pêşîn [October] 2016 da li Brukselê civata xwe ya 16. pêkanî. Ji hemû meydanên dîasporayê û Kurdistanê endam, mêhvan û çavdêr beşdar bûn. Di roja ewil da wekî edetê salan yê KNKê mêhvan û endam li ser rewşa bi giştî ya Kurdistanê, Rojhilatanavîn û Dinyayê rawestan, analîzên berfireh kirin. Yên nehatî jî mesajên pîrozbahîyê hinartin. Di dawîya roja ewilî da beşdaran bi yêkdengî deklarasyoneke 20 xalî qebûl kirin û dane bîr û rehîya navxweyî û derveyî welat.

Di roja duyê da rêvebirîyê rapora kar û xebata salane ya KNKê pêşkêşî endamên KNKê kir û endaman jî li ser raporên konsey, komîte û komisyonan bîr û hizirên xwe gotin. Herwiha beşdaran li ser rewşa KNKê jî dîtinên xwe anîn ziman, jibo xebat û plansazîyên dema pêş jî, pêşniyarên xwe pêşkêş kirin.

Di behsê dinyayê û rojhilatanavîn da gelek bi aşkereyî hate gotin ku şertên derveyî yên serkevtina doza Kurdistanê gihiştî ne û divê dînamîkên neteweyî bala xwe bidin ser şertên navxweyî ku di serê wan da jî tifaqa navxweyî têt, daku ji van şert û mercên gihiştî yên li Dinya û navçeyê layiqen istifade bête kirin.

Di civata giştî da gelek bi zelalî hate destnîşan kirin ku sêrîda Amerîka û Rûsya hêzên mezin yên Cihanî, di meydana Rojhilatanavîn da bi temamî ji bo berjewendîyên xwe yên aborî, polîtîk û leşkerî di nav rikeberîyê da ne û di vê prosesê da hindî ku hêza mezin ya yêkgirtî ya Kurdistanê derkeve meydanê û bi vê tifaqê ve prosesa rizgarî û azadîyê bête îdare kirin, dê encamên baştir û serkevtî bi dest ve bêne anîn.

Di vê çarçoveyê da bi giringî hate gotin ku divê Kurdistanî di gava destpêkê da di warê polîtîk û leşkerî da hêzên xwe bi koordîne bi kar bînin.

Li ser pozisyonên êrişkar û têkvedaner yên dewleta Tirkîye û Îranê hate rawestan û bi dengekî bilind û hevgirtî hate gohtin ku divê hêzên Kurdistanî beramberî van polîtîkayên Tirkîye û Îranê bêdeng nemînin û di her warî da gelek xurt têkoşînê bidin. Êrişkarî û dagîrkerîya dewleta Tirkîyeyê bi taybetî hate destnîşan kirin ku divê dijî Tirkîyeyê xebat û têkoşîneke berfireh bête organîze kirin û dan.

Êrişkarîyên dewlet û hukûmeta Tirkîyeyê yên li bakurê Kurdistanê, girtina polîtîkeran, destdanîna ser şehridarîyan û bêdengkirina medyaya Kurdistanê, bi xurtî hate şermizar kirin û bang li hemû dînamîkên Kurdistanê hate kirin ku beramberî vê polîtîkaya birandêr ya dewleta Tirkîyeyê berxwedaneke herî bilind bête nîşan dan.

Keysperestî û fitnekarîya rejima Iranê jî gelek vekirî hate ravekirin û daxwaz ji hemû hêzên Kurdistanê hate kirin ku li dijî vê polîtîkaya avabinkayê ya Iranê hişyar bin û ji bo berterefkirina vê êrişkarîya Iranê bi hêza hevgirtî têkoşîn bête dan.

Di kombûna giştî ya KNKê da bi dil û bîr û hizireke bilind ya welatparêzane, niştimanperwerane li ser rewşa polîtîk ya navxweyî ya li başûr, rojhilat, rojava û bakurê Kurdistanê hate sekinîn û ev xalên jêrîn hatin tewsîye kirin:

  1. Li başûrê Kurdistanê di warê polîtîk û ekonomîk da tengavî û astengî hene û eve aştîya civakî (sosyal) ya navxweyî jî tehdît dike. Divê pêkve cîhana polîtîk ya başûr û herwisa di serî da Parlemento û hemû dem û dezgehên sivîl û demokratîk di nav xwe da li ser esasê diyalogê rêya çareserîya maqûl peyda bikin û zûtirîn dem di pratîkê da bi cih bikin. Pêwîste rêz ji dam û dezgehên rewa (şer’î) yên îdarî yên herêmê bên girtin û her tişt di bin serwerîya qanûnê de derbaz bibin. Herwiha em vekirî dibêjin û dixwazin; pêwîste rojekî zûtir Parlamento kom bibe û hilbijartina serokatîya herêmê bi awayekî demokratik bê kirin. Herwisa di pirsa rizgarkirina Mûsilê da jî hêzên neteweyî divê bi hişyarîyeke bilind û di nav şêwir û koordînasyoneke berfireh ya navxweyî da hereket bikin ku manewrayên dewleta Tirkîyeyê yên li ser Mûsil û bi giştî başûr û rojavayê Kurdistanê bêne betal kirin.
  2. Hêzên polîtîk yên rojhilatê Kurdistanê jî divê di nav xwe da diyalogê xurt bikin û formekî tifaqê peyda bikin û bi hev ra li ser programeke hevgirtî têkoşîna xwe bi koordîne bilind bikin.
  3. Li rojavayê Kurdistanê haletê berxwedana dijî êreişên DAIȘê, hêzên dî yên kevneperest û rejimê berdewam e. Niha jî dagîrîya dewleta Tirkîyeyê dest pê kirîye û li ser destkevtîyên Kurdistanê gefeke mezin dixwin. Tehdîta dewleta Tirkîyeyê ya li ser rojavayê Kurdistanê divê bi hişyarîyeke bilind ya neteweyî bête dîtin û beramberî vê êrişkarîyê hemû dînamîkên neteweyî yên li rojavayê Kurdistanê tifaqê bikin û mil bi milê hev dijî dagîrkerîya Tirkîyeyê û êrişên hêzên kevneperest di nav berxwedaneke xurt da bin.
  4. Hemû dînamîkên neteweyî yên li bakurê Kurdistanê jî divê dijî êrişkarîya berfireh ya dewleta Tirkîyeyê hêzên xwe bikine yêk û di nav koordînasyoneke xurt da berxwe bidin, têkoşînê bi hev ra bilind bikin.

Li ser pêdivî û armancên dînamîkên neteweyî û niştimanî di deklarasyona Civata 16. da bi berfirehî hate rawestan ku ew herweha erkên hemû Kurdistanîyan e ku di pratîkê da bêne bi cih kirin.

Endam herwisa li ser nûkirin, xurtkirin û aktîvkirina KNKê jî rawestan ku zemînê KNKê bête fireh kirin û dînamîkên li derve mayî jî di vê platformê da bêne kom kirin û KNK bi vê xurtîya xwe ya nû ve baştir bête fonksiyonel kirin.

Civata Giştî herwisa ji hemû endam û dînamîkên neteweyî û niştimanî daxwaz kir ku van xwezî û daxwazên Kurd û Kurdistanîyan yên di platforma KNKê da hatine bilind kirin, bi xelk, dewlet û hemû dem û dezgehên dinyayê ra jî rabigihînin û desteka wan ji bo doza Kurd û Kurdistanê temîn bikin.

Kombûna Giştî, civata 16. ya KNKê bi daxwaza herî mezin anku serwextkirin, agahdarkirin, hişyarkirin û organîzekirina Kurdistanîyan ya li ser doza Kurd û Kurdistanê bi dawî bû ku di nav prosesa nû ya Rojhilatanavîn da pirsa Kurdistanê bête çareser kirin.

Konseya Rêvebir ya KNKê, 10. 2016, Bruksel

Not I:

Weşana Med Nûçe TV hatîye rawestandin. Șirketa ku ev biryara dûrî normên ticarî û ehlaqî dayî dewleta Fransayê jî êxistîye nav rewşeke tengav. Dewleta Tirkîyeyê ev biryara şirketa Eutelsat ya Fransî, bi çi û bi çendê bazar kirîye nayê zanîn, lê encama vê biryarê ji bo dewleta Fransa û xelkê Fransî heqaret e û dewlet û hukûmeta Fransayê divê zûtirîn dem vê biryara Eutelsatê ya bêdad bide sekinandin.

KNK bi xurtî vê biryarê û reftara dewleta Tirkîyeyê ya beramberî medyaya azad ya Kurdî rûreş û şermizar dike.

KNK bangî Kurdistanîyan dike ku her bi çi rengî be dijî van biryarên bêdad rawestin, protesto bikin û bi giştî li medyaya xwe, li Med Nûçe Tv yê xwudan derkevin.

Not II:

Deklarasyona ku di roja ewil da ji alîyê civata giştî ve hatîye qebûl û belav kirin jî, em li jêr dubare didin.

Deklarasyona Kombûna Giştî [Civata 16.] ya KNKê

Kombûna Giştî [Civata 16.] ya KNKê bi beşdarîya hejmareke bilind ya endam, mêhvan û çavdêran kombû. Di roja ewil da li ser rewşa dinyayê, rojhilatanavîn û Kurdistanê analîz û ravekirinên berfireh hatin kirin. Kombûna Giştî [Civata 16.] ya KNKê, bi taybetî li ser bûn û bûyer û pêşkevtinên prosesa polîtîk ya Kurdistanê bû şêwireke neteweyî û niştimanî.

Di encamê da maqûl hate dîtin ku ev dîtin, bîr û bawerîyên li Kombûna Giştî [Civata 16.] ya KNKê hatine pêşkêş kirin wekî peyameke neteweyî û niştimanî bi bîr û rehîya giştî ya navxweyî û dinyayê ra bête ragihandin.

  1. Li dinyayê bi giştî di navbeyna cepheyê statûkoperest û cepheyê demokratîk û guhorînê da rikeberîyeke dijwar heye. Hêzên guhorînxwaz beramberî hêzên kevneperest berxwedaneke xurt nîşan didin. Bizava bi giştî rizgarî û azadîya Kurdistanê di cepheyê demokratîk û guhorînxwazîyê da roleke giring dileyize û xwudan giranahî ye. Lewma Kurd û Kurdistanî divêt vê pozisyona xwe ya stratejîk biparêzin û di avakirina Kurdistan û rojhilatanavîneke demokratîk da bi misyonê pêşengîyê li navçeyê di nav hewildanên mezintir da bin.
  2. Kurd û Kurdistanî divêt bizanin ku ji nav dewletên dagîrkerên Kurdistanê bi taybetî Tirkîye û Iran bi çu awayî nahêlin ku Kurd destkevtîyên xwe di nav huzûr, tenahî û aramîyê da ji nû ve ava û avadan bikin, biparêzin û mayînde bikin. Di her hîle û destwerdaneke li ser meydana polîtîk ya Kurdistanê da xêrnexwazîya van herdu dewletan tête dîtin. Bexda û Şam adeta bûyîne aletên Iranê û ew jî di rêbirîna pêşkevtina Kurd û Kurdistanîyan da vê rola bêyûm dileyizin. Dewleta Tirkîyeyê timamî polîtîka xwe ya navçeyê li ser şkandin û binketina Kurdan vehûnaye û dijminahîyeke bêtixûb dike. Pratîka wan ya li bakur, rojava û heta başûr nimûneya vê çendê ye. Lewma Kurd û Kurdistanî divêt li goreyî vê rastîyê pozisyona xwe zelal û saxlem bikin û beramberî van polîtîkayên Iran û Tirkîyeyê di nav xwe da bi koordînasyoneke xurt bi hev ra hereket bikin.
  3. Kurd û Kurdistanî li ser bingehê mafên xwezayî yên neteweyî û niştimanî xwudanê mafê çarenivîsa xwe ne û li her alîyê Kurdistanê jî xelkê me dikare biryara statûya xwe bi xwe bide.
  4. Kurd û Kurdistanî li beşên ku statû pêkhatî û li alîyê dî jî di nav xebat û têkoşîna bi giştî ya rizgarî û azadîyê da divêt di nav xwe da di dereceya herî bilind da normên demokratîk bi kar bînin û di nav civata xwe da demokrasîya kamil bi cih bikin.
  5. Dewleta Tirkîyeyê îro bi timamî polîtîkayên serê sedsala 20an yên antî Kurd û antî Kurdistan bi kar tîne û di nav êrişeke piralî da ye. Planekî nû yê wekî ”Planê Islahkirina Şerqê”, girtin, kuştin, zulm û zor berdewam e û nihe jî dest danane ser îdareyên xweser yên şehridarîyan. Dewleta Tirkîyeyê bi kodên dîroka xwe ya birandina Kurdan hereket dike û bi timamî seferberîyeke kavil û wêrankirina Kurdistanê daye ber xwe. Kurd û Kurdistanî li her derê divêt dijî vê zulma dewleta Tirkîyeyê piştevanîyeke xurt bidine bizava neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê li bakur.
  6. Iran jî polîtîkaya xwe ya bêmaf hêlana Kurdan didomîne û rê nade ku Kurd li rojhilata Kurdistanê bigihine statûyeke demokratîk. Herwisa girtin û îdamên xwe gelek bêperwa didomîne. Kurd û Kurdistanî divêt piştevanîya xwe digel xelkê me yê rojhilata Kurdistanê bi xurtî nîşan bidin.
  7. Rojhilatanavîn di nav hercûmercekê da ye û Kurdistan bûye merkeza guhorîna demokratîk ya rojhilatanavîn. Dînamîkên dinyaya demokratîk di demokratîzekirina rojhilatanavîn da digel Kurd û Kurdistanîyan hevçeper in û destekê didin. Eve rewşeke pozîtîv e û dînamîkên pêşêng yên polîtîkaya Kurdistanê divêt bihayekî mezin bidine vê pêşhatinê û daku mifayekî di xêra Kurd û Kurdistanê da jê werbigirin divêt tifaqeke berfireh ya polîtîk û leşkerî ya navxweyî vehûnin û vê prosesê direng nehêlin. Ji bo vê yêkê, Kurd û Kurdistanî divêt fişareke xurt bînine ser pêşengên polîtîkaya Kurdistanê ku di pêkînana yêkîtîya mezin ya Kurd û Kurdistanîyan da êdî gavên berbiçav bêne avêtin û zûtirîn dem ev xwezî û daxwaza mezin bibe rastîya jîyanê.
  8. Bizava neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê li rojavaya Kurdistanê gihiştîye qonaxeke nû û bi armanca Rojava û Federasyona Demokratîk ya Bakura Sûrîyeyê enîyeke berfireh digel xelkên navçeyê hatîye pêkînan ku eve dikare bibe nimûneya Sûrîyeya nû ya demokratîk jî. Di vî warî da DAIȘ hatîye tengav kirin û navçeyên di bin dagîrîya DAIȘê da herdiçe têne azad kirin û îdareya wan navçeyan ji bo xelkê deverê tête spartin. Xebat û têkoşîna li rojavaya Kurdistanê divêt bi her awayî bête destek kirin.
  9. Dagîrîya dewleta Tirkîyeyê ya li Sûrîye û cih û warên kurdcih bi çu rengî qabilî qebûl nîne û em bi xurtî rûreş û şermizar dikin. Dewleta Tirkîyeyê divêt zûtirîn dem hêzên xwe paşve vekêşe û piştevanîya digel xelkên Sûrîyeyê ya dijî dagîrkerîya Tirkîyeyê divêt bête bilind kirin.
  10. KNK ji bo behs kirin û çare peyda kirina pirs û pirsgirêkên Kurdistanê hersal kombûnên bi navê ”Șêwira Neteweyî” pêktîne. Îsal jî li Kerkûkê ev ”Șêwira Neteweyî” hate kirin û em piştevanîya wan daxwazên hatine kirin dikin.
  11. Li dewletên dagîrkerên Kurdistanê bi hizaran girtîyên polîtîk hene û divêt ji bo serbestkirina wan xebateke xurt bête kirin.
  12. Êzidî Kurd in û bi Kurdbûna xwe serbilind in. Lê gelek aşkera ye ku ji ber bîr û bawerîya xwe ya dînî ji her alî ve di bin zulm û zorê da ne û hizaran xirabî û felaket bi serê wan hatine înan û hêj jî têne înan. Piştevanîyeke xurt divêt ji bo Kurdên Êzidî bête nîşan dan. Lewma Kurdên Êzidî divêt di cih û warên xwe da jîyana xwe bi organ û mekanîzmayên xweser xwe îdare bikin.
  13. Kurdên Feylî li cih û warên xwe hem ji ber nasnameya xwe ya neteweyî hem jî ji ber bawerîya xwe ya dînî rastî her reng zulmê hatine û gelek cara hatine nefî kirin û di vê rewşa xirab da zarava û kultura wan ya resen bi ber asîmîlasyoneke dijwar ketîye. Divêt piştevanîyeke xurt ji bo Kurdên Feylî bête nîşan dan û medyaya Kurdî ji bo jîyandina zarava û kultura wan imkanan seferber bike.
  14. Hemû xelk, netewe, dîn û dînzayên li Kurdistanê divêt di nav îdareya xweser da xwe bi xwe xwe îdare bikin. Asûrî-Suryanî-Kildanî û yên dî di vê xalê da xwudan maf in û divêt piştevanîya wan bête kirin.
  15. Dewletên Tirkîye û Iranê medyaya Kurdistanê kirine hedefa êrişên xwe û nahêlin ku medyaya Kurdistanê bêhnê werbigire. Tirkîyeyê dest pê kirîye hemû tv, radyo û rojnameyên Kurdî , Kurdistanî û proKurd digire û berpirsiyaran zîndan dike. Dewleta Tirkîyeyê çawa bi êrişên komplowarî  Med TV, Medya Tv û ROJ Tv dane girtin nihe jî dixwaze Med Nûçe Tv û televizyonên dijî zulma dewleta Tirkîyeyê weşanê dikin û dibine dengê azadîya Kurd û Kurdistanê bide girtin. Kurd û Kurdistanî divêt hewil bidin vê pêla êrişkar ya dewleta Tirkîyeyê rawestînin û piştevanîyeke xurt nîşanî medyaya xwe bidin.
  16. Ji bo ku hem rê li ber çareserîya demokratîk ya Kurd û Kurdistanê li bakur vebe, hem zemînê aştîya rojhilatanavîn amade bibe û hem jî vehûnandina tifaqa mezin ya navxweyî bi xurtî û encamgirî bête kirin divêt daxwaza serbestkirina birêz Abdullah Ocalan bête bilind kirin û ji bo vê yêkê li welat û meydana navneteweyî xebateke xurttir bête organîze kirin.
  17. Pêşengîyên bizava polîtîk ya Kurd û Kurdistanê divêt di meydana navneteweyî da bi hev ra û bi koordîne hemleyeke mezin ya dîplomasîya hevgirtî ya Kurdistanê bidine dest pê kirin û cepheyê dostên Kurd û Kurdistanê mezintir û xurttir bikin.
  18. Bi giştî cîhana polîtîk ya Kurdî û Kurdistanê divêt ji her pêşhatin, pêşkevtin û pêşveçûna polîtîk xelkên Kurdistanê bi berfirehî agahdar û serwext bike.
  19. Banga Kurd û Kurdistanîyan ji bo dewletên dagîrker û hemû dewletên dinyayê gelek bilind, zelal û vekirî ev e ku heta ku Kurd û Kurdistanî negihin xwezî û daxwazên xwe yên rewa, li ser axa xwe nebine xwudan statû ne li nav dewletên dagîrker, ne li rojhilatanavîn û nejî li dinyayê rehetî û tenahî pêknayê. Û em wekî ronahîya rojê bi bawerî ne ku Kurd, Kurdistanî û Kurdistan dê bigihe daxwaza xwe ya mezin û li ser axa xwe çarenivîsa xwe bi dest ve bîne ku vê prosesê dest pê kirîye û destkevtên îro nimûneya vê çendê ne.
  20. Dinyaya demokratîk, dem û dezgehên temsîlkar û xêrxwaz yên navneteweyî divêt piştevanîya xwe ya digel Kurd û Kurdistanîyan xurttir û berfirehtir bikin û fişara xwe ya li ser dewletên ku mafê Kurdan binpê dikin zêdetir bikin.

Kombûna Giştî [Civata 16.] ya KNKê

  1. 10. 2016, Bruksel
F
E
E
D

B
A
C
K