Bi însîyatîva KNKê eve demekî dirêj e ku li ser armanc û daxwazên Kurdistanîyan rêze şêwir têne kirin. Di Şêwira Neteweyî ya li Silêmanîyê da ku bi terkîbeke fireh pêkhatibû, biryar hate wergirtin ku ji bo parçeyên dî yên Kurdistanê û herweha li Ewrûpayê jî ev şêwire bêne kirin. Li goreyî vê programê li Kerkûkê, li Rojavaya Kurdistanê şêwir hatin kirin. Ji bo Rojhilata Kurdistanê jî li Swêdê pêkhat şêwir. Ev hemû şêwir bi beşdarî û encamên xwe ve serkevtî borîn û mesaj û biryarên giring dan.

Cografyaya Ewrûpayê yêk ji meydanên mezin û giring ya dîasporaya Kurdî ye û herweha hejmareke zêde xelkên dî yên Kurdistanî jî li vê cografyaya fireh dijîn.

Çi ji organîzasyonên sosyopolîtîk, çi ji yên sosyokulturel heta kesayetîyên serbixwe bi hejmareke bilind beşdarî pêkhat di vê şêwirê da.

Şêwir ji alîyê doza Kurd û Kurdistanê ve di demekî gelek dijwar, hessas û aloz da hate kirin. Beşdaran analîzên berfireh kirin li ser rewşa bi giştî. Di dawîya hemû axivtinan da pêşniyar û daxwazeke hevpar hate kirin ku ew jî Yêkîtîya Navxweyî ya Kurdistanê bû.

Gelek aşkera ye ku doza Kurdistanê hatîye qonaxeke nû. Di vê merheleya hatîye pêş da hem xêr hem jî bela heye. Xelkên Kurdistanê di midehê bîst û pênc salan da ku eve dike çarêka sedsalê destkevtên gelek giring û stratejîk bi dest ve înane. Gelek normal e ku Kurd di gihiştina vê prosesê da armanc û daxwazên xwe dixwazin zelaltir bikin û bi zimanekî vekirî mesaja xwe bi dinyayê ra rabigihînin ku ew jî her bi çi rengî be Kurdistan bigihe statuyeke maqûl, heq û dadyar. Di vê beyanê da ji konfederalizma demokratîk heta serxwebûnê modelên statu bilind têne daxwaz kirin ku eve ji alîyê bizava neteweyî û niştimanî ya Kurdistanê ve meşrû ne.

Beramberî vê pêşkevtina doza Kurdistanê bi taybetî di van du salên dawîyê da pozisyona dagîrkeran jî rengekî nû girtîye. Di nav dewletên dagîrker da reftara herî dijwar û êrişkar di polîtîkaya Tirkîye û Îranê da tête dîtin. Ji cepheyê Ereban ve çiku Şam û Bexda hem di nav krîzeke kûr ya navxweyî da ne hem jî ji ber desthilata mezhebî ya fanatîk ketine nav kivanê Îranê û bê îrade bûne. Di vê hercûmercê da vekêşkana polîtîk ya Tirkîye û Îranê jî her diçe xurt dibe lê belê li beramberê pêşkevtin û bilindbûna pêla Kurdistanê di nav hewildanên hevrayî da ne. Tirkîye û Îran li ser esasê antî Kurd û antî Kurdistanê milên xwe dayîne hev û pozisyoneke êrişkar ya serbirîne wergirtine. Eve di kiryarên wan yên piştî referanduma li Kurdistana Federal da tête dîtin. Tirkîye û Îranê hem ji hewayî hem ji erdî ve rê û rêbar li ser Kurdistana Federal girtîne û ber bi ablûkayeke fetisandinê ve diçin. Îran hukûmeta Bexdayê jî sîr dide ku dijî hukûmeta Herêma Kurdistanê tedbîrên serçemandinê bistîne.

Tirkîye bi hêza xwe ya leşkerî ve aşkera, Îran jî bi hêza xwe ya paramilîterî ve ji başûr heta ser tixûbên rojavaya Kurdistanê hespê xwe dibezînin ku bêhnê li xelkên Kurdistanê çik bikin û rê li ber avabûna Kurdistanê bigirin.

Dinyaya humanîter û demokratîk mixabin ku di vê rikeberîya di navbeyna heqî û neheqîyê da ku Kurdistan heqîyê, cepheyê Tirkîye, Îran, Şam û Bexdayê jî neheqîyê temsîl dikin, imtihaneke serkevtî nedan û bi navê bêterefîyê girtina wan ya nîveka darî dilê xelkên Kurdistanê êşandîye. Lewma daxwaz ji cîhana rojavayê bi giştî heye ku piştevanîya bizava neteweyî, niştimanî û demokratîk ya Kurdistanê bikin û bizanin ku xelkên Kurdistanê ji bo normên bilind yên mirovahî û demokrasîyê dijî kevneperestîya dînî û şovenîzm û nasyonalîzma dewletên rojhilatanavîn bi cisaret canê xwe didin.

Helbet realpolîtîka rojhilatanavîn û dinyayê tête zanîn ku ji normên dadyarîyê dûr e. Bi timamî li ser berjewendîyên egoîstî yên dewletî polîtîka tête kirin. Lê dostên Kurdan yên li navçe û dinyayê di vê prosesa dijwar da Kurd û Kurdistanî bi tinê nehêlan û piştevanîya xwe ya germ di meydana cengê da nîşan dan.

Di vê şêwira neteweyî ya li Ewrûpayê da gelek vekirî û zelal hate destnîşan kirin ku doza Kurdistanê hatîye qonaxeke hind nazik ku êdî an man an neman e. An serkevtin an binkevtin e. Çu rêyên dî nemane. Û di vê durêyankê da divêt armanca serkevtinê bidine ber xwe û ji bo vê çi lazim be divêt bikin. Ji pozisyona dawîyê ya Tirkîye û Îranê xuya ye ku niyeta wan digel Kurdan li hev hatin û peydakirina rêya çareserîyekê nîne. Ew di nav lêgerîna tifaqên hilweşîyayî yên wekî Pakta Bexdayê, Pakta Sadabadê û Centoyê da ne. Ew li dûv duhî ne. Lê Kurd û Kurdistanî li dûv îro û subehî ne, li dûv paşerojeke ronahî ne ku hemû xelkên navçeyê tê da bi xêr û xweşî bijîn.

Ev demê nû erkên Kurd û Kurdistanîyan jî zêde dikin ku ew jî di serî da tifaqa navxweyî ye. Îro ew roj e ku tifaqa navxweyî her bi çi rengî be bête vehûnandin. Di pratîka piştî referandumê da hate dîtin ku Tirkîye, Îran û hakimên Bexda û Şamê naxwazin ku xelkên Kurdistanê bibine xwudan maf û Kurdistan bigihe statuyeke layiq.

Êdî çu binas nemane bo dînamîkên Kurdistanî ku xwe ji avakirina tifaqa navxweyî bidine alîyekê û xwe varê bikin. Bi gotina amîyane çu imkanê ladan û badanê nemaye. Şêwira Neteweyî ya Ewrûpayê vekirî û zelal bang dike ku kes û hêzên bi navê Kurd û Kurdistanê polîtîkayê dikin seferber bin ku tifaqa navxweyî pêkbînin. Bi pêkhatina tifaqa mezin ya navxweyî belaya ku ji teref dagîrkeran ve li esmanê Kurdistanê tête gerandin dikare bête belav kirin.

 

Şêwira Neteweyî ya li Ewrûpayê bi vê munasebetê van daxwaza dike:

  1. Dagîrker di nav bizava çêkirina paktên nû yên dijî Kurd û Kurdistanê da ne. Lewma Kurdistanî jî divêt zûtirîn dem tifaqa navxweyî ya kamil ava bikin ku hem ji alîyê polîtîk, hem jî ji alîyê parastinê ve îradeyeke xurt û saxlem ya Kurdistanê pêkbêt.
  2. Daxwaz tête kirin ku di vî demê gelek hessas û nazik da ku dagîrker dixwazin li dora Kurdistanê çembera agirî vêxin, rêvebirîyên başûr û rojavaya Kurdistanê di nav diyalogeke germ û xurt da bin û ji bo rê li ber girtina ablukayên li ser herdu beşan rêya hatûçûya navxweyî bi timamî vekin ku bibe bersiveke neteweyî û welatî dijî dagîrkeran.
  3. Biryara xelkên Kurdistanê ya di referandumê da heq û meşrû tête dîtin û êrişkarîya Bexdayê ya piralî li ser Herêma Kurdistanê bi çu rengî nayê qebûl kirin û daxwaz ji hukûmeta Bexdayê tête kirin ku rêzê li biryara xelkên Kurdistanê bigire û ji bo çareserîya pirsgirêkan pozisyoneke diyalog û aştîyane werbigire.
  4. Daxwaz ji dinyaya humanîter û demokratîk tête kirin ku êdî dev ji vê polîtîkaya notral berdin û pozisyoneke xurt û zelal beramberî vê neheqîya Tirkîye, Îran û tifaqdarên wan nîşan bidin û gelek vekirî destekê bidine bizava heq ya Kurd û Kurdistanê.
  5. Daxwaz ji dewletên Tirkîye, Îran û desthilatdarên Bexda û Şamê tête kirin ku polîtîka wan ya birandina xelkê Kurd û Kurdistanîyan bo wan xêrê nayîne û li ser rêyeke neheq in. Li şûna ku dijî Kurd û Kurdistanê paktên dijminane çêbikin ku eve dê bo wan felaketê bîne, bila di nav diyalogê da bin û rê li ber çareserîyên maqûl vekin.
  6. Êrişkarîya Tirkîyeyê ya li ser rojavaya Kurdistanê bi xurtî rûreş dikin. Herwisa dagîrkerîya Tirkîyeyê ya li ser Sûrîyeyê jî ji ber ku bi armanca rê li ber girtina pêşkevtina bizava neteweyî ya Kurdistanê ye protesto dikin. Piştevanîya berxwedana Rêvebirîya Rojavaya Kurdistanê û Hêzên Demokratîk yên Sûriyeyê dikin.
  7. Binkeyên leşkerî û istixbarî yên Tirkîye û Îranê divêt ji başûra Kurdistanê derkevin.
  8. Dewleta Tirkîyeyê divêt êrişkarîya xwe ya li Kurdistanê bi dawî bîne, di serî da brêz A. Öcalan û hemû polîtîkerên Kurdistanê yên zîndankirî berde û şehridarîyên Kurdistanê teslîmî şehridarên hilbijartî bike.
  9. Dewleta Îranê dawîyê li zulm û zora li Kurdistanê bîne, îdaman bisekinîne û girtîyên polîtîk berde.
  10. Bi xurtî piştevanîya bizava berxwedana neteweyî ya li bakur û rojhilata Kurdistanê dikin.
  11. Amerîka û koalisyona wan ya li rojhilatanavîn, Yêkîtîya Ewrûpayê, Rûsya û UN divêt mafên rewa yên xelkê Kurd û statuya Kurdistanê di çarçoveya heqqanîyetê da li ber çavên xwe bigirin û rê nedin ku dewletên kolonyalîst Kurdistanê binpê bikin û dawîyê li destkevtên Kurdistanê bînin.
  12. Şêwira Neteweyî li Ewrûpayê hemû deklarasyonên di şêwirên neteweyî da hatine belav kirin qebûl dike û hevî dike ku daxwazên hatine kirin bêne bi cih înan.
  13. Pêşketinên dema dawî li Kûrdistanê ji bo hemû cîhanê îspatkirîye kû jinên Kurd aktorên gohartin û veghorîne herêmê ne. Gelê Kurdistanê çi qasî pêdivî wê bi yekêtîya netewî heye, dû qasî wê jî pêdivîya wê bi yekêtîya jinan heye, ji ber kû jin cewher û dînamîka yekêtîya gelê Kûrdistanê ye. Em bangewazîya hemû partîyên siyasî, rixistin û be taybet jî jinan dike kû bêyî astengî kar ji bo konfransê netewî ya jinên Kûrdistanê biken.
  14. Li cografyaya Yêkîtîya Ewrûpayê [YE] hejmareke bilind ya Kurd û Kurdistanîyan dijîn. Ji merkeza YE heta yêk bi yêk welatên Ewrûpayê divêt dîasporaya Kurdistanîyan bi nasnameya xwe ya resen qebûl bikin û bi vê nasnameyê ve ji hemû mafan bidine istifade kirin. Kurdistanî jî divêt ji bo van mafên xwe yên bingehîn xwazyar bin û ji bo bi dest ve înana wan di nav xwe da bi koordîne xebatê bikin.
  15. Organîzasyonên Kurdistanî di xebata neteweyî û welatî ya Kurdistanê da divêt li saheya Ewrûpayê kar û barên xwe xurttir bikin, digel dem û dezgehên Ewrûpayê zêdetir têkilîyan danin, yên heyî mezintir bikin ku ji bo doza Kurdistanê destekeke hêvîdartir derkeve meydanê. Kolonîya Kurdistanîyan li cografyaya Ewrûpayê û di vê meydana fireh ya dîasporayê da li her derê lê kom û komîteyan ava bikin, xwe organîze bikin. Hindî ku Kurdistanî di welatên tê da dijîn da li nav prosesa întegrasyoneke demokratîk bi berpirsiyarî aktîv bin, dikarin digel xelkên van welatan di nav aramî û refahê da bijîn û tesîreke pozîtîv li ser wan bikin ku ew jî bi dilxweşî piştevanîyê bidine doza Kurdistanê.
  16. Ji bo organîzekirina dîplomasîya giştî û hevgirtî ya Kurdistanê hemû dînamîkên neteweyî û welatî divêt di nav xwe da bi koordîne kar bikin û rojek zûtir kanalên dîplomasîyê bigihînin  hev ku êdî di vê meydana fireh ya dîplomasîyê da dengê Kurdistanîyan bi hev ra encamgirtir be.
  17. Civata dîasporaya Kurd li cografyaya YE ji bo rê li ber girtina asîmîlasyona li ser ziman û kultura etnîk divêt bi bîr û hizireke bilind ya neteweyî li hebûna zimanê xwe xwudan derkevin, di nav mala xwe da, digel zarokên xwe bi zimanê xwe biaxivin. Organîzasyonên Kurdan jî divêt vê pirsa man û nemanê ya hebûna Kurdan gelek ciddî plan bikin, imkanên perwerdeya Kurdî organîze bikin û di pratîkê da jî perwerdeya Kurdî bi cih bînin.
  18. Medyaya Kurdî û ya Kurdistanî li ser esasê parastina berjewendîyên neteweyî û niştimanî di nav xebateke koordînatîv da bin û dijayetîya hevdu nekin.
  19. Șêwira Neteweyî ji Ewrûpayê bangî hemû dînamîkên neteweyî û welatî yên Kurdistane dike ku di têkoşîna neteweyî û niştimanî ya Kurdistanê da normên demokratîk di serî da bigirin, ji bo demokratîzekirina civata navxweyî xebateke xurt bikin.
  20. Șêwira Neteweyî daxwazê ji civata Kurdistanê dike ku beramberî hemû pêkhateyên etnîk û cudabûnên bîr û hizirî û bawerîyên dînî û mezhebî xweşbînîyeke mezin nîşan bidin, bi dilgermîyeke bilind aştîya navxweyî ava bikin û mayînde bikin.
  21. Șêwira Neteweyî ya li Ewrûpayê ji ber koça dawîyê ya Mam Celal xema xwe dubare dike û keda wî, xizmeta wî ya paye bilind ya ji bo miletê xwe kirî bi rêzgirî bi bîr tîne û wî ji bîr nake.

 

Şêwira Neteweyî ya KNKê li Ewrûpayê

19 Çirîya Pêşîn [October] 2017, Eindhoven

F
E
E
D

B
A
C
K