Her çiqasî Kurdistanî û dostên wan daxwaz kirin kû refrandom ji bo xwe amadekirin be jî, bê paş xistin, lê mixabin desthilatdarên başûrê Kurdistanê li ser encamdana refrandomê israr kirin. Di encamê de tevî hemî nakokiyan jî, kesên çûyîn ser sendiqan nêzî %93 ji wan bi erê deng dan. Lê piştî gef û êrişên dewleta Turkîye, Îran û Êraqê, mixabin desthilatdarên başûr bêdeng, bê kirde û bê pilan mane. Niha tu tiştek li ser vê yekê kû çi bê kirin nayê bihîstin û di heman demê de xwe îfadekirina nîştimanî û berpirsane nayê kirin.

Di heman demê de dewleta Êraqê bi piştgiriya eskerî, zaniyarî û piropagendayî ya Îran û Tirkiyê şerek li dijî başûrê Kurdistanê despêkiriye. Bi taybetî bi siyaseteke dijminkarane hewl dide Kurdan ji hev dûr bikin û nakokî û alozî di navbera wan de çê bike. Helwesta şerxwazane ya Îran, Tirkye û Êraqê heta diçe li dijî başûrê Kurdistanê zêde dibe. Em wekî Kongreya Netewî ya Kurdistanê bi tû awayî helwesta dijminahî û bêrêzîkirina wan dewletan li dijî başûr qebûl nakin. Divê Tirkiye, Îran û Êraq vê rastiyê bizanin kû gelê Kurdistanê bi tû awayî dest ji mafê xwe yên rewa bernade.

Kongreya Netewî ya Kurdistanê bi bîra hemî kesî tîne ku Êraq dewleteke fedrale û li gorî destûra Êraqê jî herêma Kurdistanê beşek ji vê Fedraliyê ye. Ji ber vê pêwîste nizîkatiyek li gorî destûrê li gel pirsgirêkên herêma Kurdistanê bêne kirin. Rêz ji îrade û daxwaza gelê başûr re bê girtin. Her wisa desthilatdarên herêma Kurdistanê di dema muzakere li gel hikumeta Êraqê rûmet û pêgeha gelê başûr biparêzin û bi awayekî bi cesaret û cidî bersiva destwerdan û pîlanên Tirkiye û Îranê bidin.

Rev ji berpirsiyarî û tawanbarkirina  kesên din, zirar li rûmet û serbilindîya başûrê Kurdistanê û tevahî ya Kurdistanê dike. Ji ber vê em bang ji wan aliyên kû di desthilatdariyê de ne dikin kû xwe kom bikin û nekevin dafikên dewletên dagirker, ji ber kû wan tû carî rêz ji mafên gelê Kurd re negirtine.

Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK, daxwaz ji desthilatdarên başûr dike ku berpirsiyari ya xwe bizanibin û li pêşberî gelê başûr û tevahî Kurdistanê xwedî li berpirsiyari ya xwe derkevin û rûmeta gelê xwe biparêzin.

Divê êdî ji bo rewşa kirîz û şikestxwarî alternatîvek hebe, divê hikumetek bi cesaret û parlemanek bi hêz dest bi kar bike. Gelê başûr bi tû awayî layiqê vê rewşê nîne kû rûmet û şanaziya wan yên neteweyî bên binpê kirin. Jin û mêrên başûr ew hêza wan heye ku bi awayekî serkeftî xwe birêve bibin û serbilindiya gelê xwe biparêzin.

Her wiha em daxwaz ji dostên Kurdistanê dikin ku ji ber sedem û nakokiyên siyasî li gel desthilatdarên hikumeta herêmê, bi awayekî giştî gelê başûr ceza nekin û rûyê xwe ji gelê Kurdistanê nezivrînin. Divê rêz ji dengdayîna gelê başûr ya ji bo diyarkirina mafê çarenûsê re bê girtin.

Di heman demê de Kongreya Netewî ya Kurdistan KNK, daxwaz ji hemî kurdistaniyên welatparêz dike ku li hember her core destdirêjî bo ser xak û gelê Kurdistanê di bin çi navî de be, wekî dagirkerî bizanin, li hember vê xwedî helwest bin û li hember wan bisekinin.

Bê guman Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK, piştgiriya çareserî bi rê ya aştî û diyaloga demokratîk dike, lê bikar anîna mafê parastina rewa ji bo parastina rûmet, serbilindî û nirxên mirovahî yên gelê Kurdistanê wekî erka her kesî dibîne. Pêwîste Kurdistaniyên welatparêz û dilsoz li ser xebat û tekoşîna xwe ji bo biratiya gelan, ji bo rêzgirtin ji mafên demokratîk û mirovî ya gel û sîstemek demkratîk berdewam bin.

 

Konseya Rêvebir Ya Kongreya Netewî Ya Kurdistanê – KNK

26.10.2017 Bruksel

F
E
E
D

B
A
C
K