KNKÇardemîn kombûna Civata gistî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê li herdu rojên 31. gulan û 01.
Hizîran a 2014 ê li paytextê Belcîka Brukselê, bi besdarîya zêdetirî 200 nuneran ji 36 dezgeh, partî,
sazîyên civakî, kesayetîyên her çar parçeyên Kurdistanê û diyaspora (Tarawge) yê pêkhat.
Di karnameya rojeva civînê de, rewsa siyasî û pêshatiyên dawî yên li Kurdistan, rojhelatanavîn û
Cîhanê, bi berfirehî hatin gotûbêjkirin. Di heman demê de mesajên partîyên siyasî, rexstinên svîl yên
Kurdistanê û diyaspora (tarawge) yê hatin pêskêskirin. Di peyaman da xurtkirna rol û misyona
KNKê û xebat û tekosîna Neteweyî û Nîstîmanî, herwesa parastina destkeftiyên gelê kurd û
kurdistanê derketin pês. Di tevahiya axaftin, gotûbêj û peyaman da xwedî derketin li sistema
xweserîya demokratîk ya rojavayê Kurdistanê, parastina destkeftiyên herêma kurdistanê, geryan li
pey vedîtina çareseriyên nakokîyên di nav hêzên Kurdistanî, herweha ew qeyrana di navbera
hukumeta herêma kurdistanê û Bexdayê, prosesa çareseriya demokratik li bakur, ji bo serkeftin û
çareseriya doza Kurd ya bi azadiya birêz Abdulah Ocalan tê misogerkirin. Li gel van teva, ew
siyaseta taybet ya komara îslamiya Îranê ya li dijî gelê kurd û gelên îranê, ji dardekirin (Îdamkirin) a
keç û xortên kurd û binpêkirina hemû core mafên mirovan hatin sermezarkirin. Nehêlana van
zulmuzoriyan bi xurtkirina bizava rizgarîxwaza kurdistanê di rêya yeketî û hemahengiyê dinavbera
hêzên siyasiyên kurdistanê bi cih tê.
Pirsa azadîya jinê û pirisgrêkên civakî yên li Kurdistanê jî, bi giringîdanek mezin ve di nav
gotûbêjan de bi gistî cih girtin. Civîn bi berfirehiya rojeva xwe ve bi awayek azad û demokratîk hate
mesandin û gihiste armancên xwe. Herweha Peyman û peyreva KNKê jî, ji sedema pêvajoyên nû û
guncandina wê bi pêshatên dawî re hat nûkirin û pêsxistin û li alî endamên Civata Gistî ya 14. ve hat
pesend kirin.
Di encama guftûgo û gengesîyan da, çendîn pêsniyar, daxwaz û rasparde hatin destnîsankirin:-
1. KNK wek mezintirîn sazîya neteweyî komker, berdewamî bi karûxebata xwe bi pêwîst
dizane. Di Civata 14. dîyarbû ku pêwîstî bi hêzkirina rola KNKê heye, ji bo ku Gelê Kurd
bigihê mafên xwe yên çarenivîs li hemû besên jêrdest yên kurdistanê.
1999
2. KNK, pistgîriyê li destekeftiyên hemû besên Kurdistanê dike û her desetkeftek li her besekê Kurdistanê hebe, wek serkeftin ji bo hemû Gelê Kurdistanê dibîne. Ji bo vê yekê em bang li hemû partî û rêxstinên Kurdistanî dikin ku rolek erênî ji bo pistgîrî û parastina wan destkeftan bibînin.
3. KNK pistgîriyê li pêvajoya asti û demokrasîyê ya li Bakurê Kurdistanê dike û daxwaz dike ku ev diyaloga han, bi bingehekî yasayî bibe danûstandineke fermî di navbera hikumeta Tirkiyê û Bizava Azadîxwaza Kurdistanê. Ji bo serketina vê pêvajoyê jî pêwîste Birêz Abdullah Ocalan bê azadkirin, ji bo ku rola xwe ya sirusti bilize.
4. KNK, pistgîriyê li destkeftên siyasî û kultûrî û bidestxistina saredarî û parlameterî yên kurd dike û diparêze.
5. KNK, pistgîriya Xweserîya Demokratik li Rojavayê Kurdistanê dike û ji hemû rexistin û partiyên siyasî daxwaz dike ku pistgîriya wê bikin. Herwiha dixwaze û hewl dide ku hemû kêseyên navxweyî, bi diyalog û gotûbêjan bên çareserkirin.
6. KNK, pistgîriyê li destkeftên Herêma Basurê Kurdistanê dike, û pedagiriyê li ser vegerandina deverên veqetandî dike. Û daxwaz dike ku ew kêse û pirsgrêkên li hember Hikumeta Federal a Îraqê ji bo berjewendyên gel û nistsman bên çareserkirin.
7. KNK, Siyaseta Rejîma Cumhurî Îslamî ya Îranê ya li dijî Gelê Kurd û gelên din yên li Rojhilatê Kurdistanê mahkum dike û siyaseta zindanîkirin, êskencedan, helawîstin û kustina siyasetmedar, çalakvanên sivîl û kasibkarên debara rojane sermezar dike. Bo çareserîya pirsgirêka Kurdî li Rojhilata Kurdistanê li ser bingehê bidestxistina mafên çarenivisê, tekosîna rizgariyê di domîne û pêsdixe.
8. KNK, kustin û zulma li ser jinê, weke kustin û hetikkirina mirovahiyê dibîne û sermezar dike. Ji hemû partî û rêxistinên civakî û sivîl daxwaz dike, ku li dijî kustina jinan rawestin û ji bo her core mafên jinê tekosîneka bê bêhndan û xurt bikin.
9. KNK muamele ( reftar) a nemaqûl ya li ser Buroya KNKê ya li Hewlerê qebûl nake. Van cure reftarên wiha ne di xizmet û ne di berjewendiya neteweyî de ye.
10. Paseroj di destê ciwanan de ye, ciwan paseroja gela ne. KNK, di avakirina civaka nujen da roleke girig dide ciwanên Kurdistan û diaspora ( tarawge ) yê û daxwaz ji hemû demûsaziyên Kurdistanî dîke ku vê rola ciwanan bibînin û xwedî li ciwanan derkevin.
11. KNK bi pêwîst dizane, ku divê bi berpirsiyariyek mezin ve çand û zimanê Kurdî bê parastin û pêsdebirin. Li ser vê bang li Gelê Kurd dike, ku xwedi li çand û zimanê xwe derkevin û bi israr biparêzin.
12. KNK rola medya Kurdistanî bi giring dizane û her destdirejî û zoriyek li ser medya û medyakarên Kurdistanî qebûl nake. Herwiha daxaziyê ji medya û medyakarên Kurdistanî dike ku rola erêni û erkên xwe yên neteweyî u nistimanî pêkbînin.
13. Giringidan bi diyaspora (revenda) Kurdistanî li cîhanê, ji bo aktifkirina rola wan ya ji bo pesxistina doza gelê kurd û Kurdistanê di warên diplomasî û dostaniyê ligel gelan de.
14. KNK daxwaza parastina mafên rewa yên neteweyên din yên li Kurdistanê dike. Herweha KNK, gelê Asûrî-Suryanî-Kildanî xwecihî û xudanê hevbes yê Kurdistanê dibîne û êrisên li ser xelkê me yê Asûrî-Suryanî-Kildanî qebûl nake û pistevanîya xwe ya digel gelê Asûrî-Suryanî-Kildanî beyan dike.
15. KNK bi siddet, kustin û zulmûzoriya liser Êzidiyan sermezar dike. Bang li hemû partî, saziyên siyasî û civakî yên sivîl û herwesa her du rêveberiyên Basur û Rojava dike ku destek, harîakrî û parêzgareyeke ciddî ya civaka Êzidîyan bike.
16. KNK, ferq, cudahî û çewsandina li ser xelkê me yê Yarsan ku ji teref rejima Îranê ve tê kirin, qebûl nake û daxwaz ji hemû hêzên Kurdistanî dike ku pistevanîya xelkê me yê Yarsan bi xurtî bête kirin.
17. KNK, ferq û cudahîya li ser gelê me yê Elewî tê mesandin ku di dema hukumeta AKPê da zêdebûye, sermezar dike û daxwaz ji hemû hêzên Kurdistanî dike ku pistevanîya bi bawermendên Elewî re bi xurttir bête kirin.
CIVATA GISTÎ YA 14. YA KNK ê
01 HEZÎRAN 2014

F
E
E
D

B
A
C
K