Di qonaxeke gelek hestiyar û krîtîk ya li Rojhilata Navîn û li Kurdistanê de, KNKê di navbera 14 û 15ê Cotmehê de, bi beşdariya  piraniya endaman, 17. Civata Gîştî li bajarê Eîndhoven ê Hollanda‘yê pek anî. Di serî de ji Başûr û Rojavayê Kurdistanê, ji Rûsya, Ermenîstan, Gurcîstan, Kazakîstan, Emêrîka, Awusturalya, Afrîkaya Başûr û ji seranserê Ewropa, gelek endam û mêvan beşdar bûn.  Nûnerên 47 partî û rexistinên siyasî û 21 saziyên medenî jî wek endam amade bûn. Her wiha nûnerên 7 partiyên siyasî jî wek çavdêr beşdarbûn.

Di nîqaşên ser rewşa Kurdistanê de, Civata 17. bal kişand ser derfet û xeteriyên ku di serî de li Kurdistanê, bi gîştî jî Rojhilata Navîn.

Li Rojavayê Kurdistan û Bakûrê Suriyê, gav bi gav sîstema demokratîk a federal bi serkeftî tê avakirin. Herî dawî bi hilbijartinên hevserokên Komînan ya di 22ê Îlona 2017 an de, bînesaziya demokrasiyê di bingehin de hate avêtin.

Hezên QSDê, di bin pêşengiya YPG û YPJê de îro ketine paytexta DAÎŞê Raqqa’yê û edî bi encamgirtina pêngava rizgarkirina  Raqqa yê ve, DAÎŞ bi temamî dişkê. Pêvajoya têkçûna DAÎŞ‘ê di sala 2014 an de, bi serkeftina Kobanê dest pêkir û bi rizgarkirina Raqqa’yê, ber bi dawîyê diçe.

Di civata giştî ya KNKê de bi baldarî endam û mêvan li ser siyaseta dewleta Tirk rawestiyan. Ji ber vê serkeftina hêzên QSDê, dewleta Tirk kete nav metirsiyê û bi operasyona Îdlîbê dixwaze heza DAÎŞ û Selefiyan bipareze. Armanca esasî ya dewlata Tirk ew e ku bi rêya El Bab û Îdlîbê, dorpeça Afrînê xurttir bike da kû federasyona Bakûrê Sûriyê, wekî tê xwestin pek neyê.  Her çiqas Tirkiye rûyê xwe yê dagirker di bin navê pekanîna peymana Astana’yê de vedişêre jî, dixwaze li ser Îdlîbê siyaseta xwe ya dij Kurd pek bîne.

Dewleta Tirk ya ku li dijî Kurdan, li Rojava û Bakûr şerekî dijwar dimeşand,  li Başûrê Kurdistanê, xwe wek dostê Kurdan nîşan dida. Mixabin siyaseta deshilatdar ya Başûrê Kurdistanê jî, dewleta Tirk wek dost destdigirt û hevalbendiyeke kûr û stratejîk peşxistibû.

Dewleta Tirk ku li Bakûrê Kurdistanê, ev demek e ku dijî gel, siyasetmedar û gerîlayan şerekî dijwar  dimeşîne, li ser hev derban dixwe. Bi girtina hezaran siyasetmedar, hevserokên partiyan, hevşaredar û nûnerên rexistinan encam negirt. Ji ber wê jî dixwaze li dijî Başûr encamên siyaseta xwe ya dij kurd, bigre.

Bi taybetî piştî referandûma ku di 25ê Îlon 2017ê de li Başûrê Kurdistanê pek hat, rûyê dewleta Tirk jî baştir derket holê. Edî bi zelalî derket holê ku dewleta Tirk bi giştî neyarê gelê Kurd e. Her çiqasî gelê me li Başûrê Kurdistanê bi rêya referandûmê xwest mafe xwe yê xwezayî û destnîşankirina çarenûsê ye, pek bîne jî, ji ber siyaseta desthilatdar a teng û ne pêşdîtî, pişti referandûmê kete nava zerareke mezin. Li aliyekî Tirkiye û li aliyê din jî Îran û Irak ket nava liv û tevgerê. Dewleta Tirk bi lez û bez piştî referandûmê kete nava liv û tevgera çekirina tîfaqa li dijî Kurdan.

Beşek ji siyaseta Kurd, bi stratejiya xwe, rê li ber dijminahiya Kurdan ya dewletên din digirt û nedihişt ku ti carî tifaqa paşverû ya di navbera Tirkiye, Îran, Irak û Sûriyê de careke din pêk were. Lê mixabin, siyaseta desthilatdariya Başûrê Kurdistanê careke din, rê li ber zindîkirina tîfaqa dij Kurd vekir. Tirkiye îro serkêşiya wê tifaqê dike. Li aliyekî Îran, li aliye din jî huqumeta Iraqê li dijî Kurdan sor dike.  Tirkiye di sedemên serkeftina dijî DAÎŞê ya asteya navçe û dîplomasiya cîhanî de wek hêza dostê DAÎŞê ketibû nava tecrîtê. Mixabin piştî referandûmê, Tirkiye pengava siyaseta xwe ya dij Kurd dîsa çalak dike.

Di pencera siyaseta yekîtiya neteweyî de, daxwazkirina azadî an jî serxwebûnê, bêguman mafekî xwezayî ye, çarenûsî ye. Lê belê bazirganiya siyasî ji bo deshilatdariyê,  li gel vî mafê xwezayî, rewşa Başûrê Kurdistanê, îro kiriye bin metîrsiyeke mezin. Hemû destkeftiyên Başûrê Kurdistanê îro yek bi yek lewaz dibin. Siyaseta teng ya Başûr rê vekir ku Huqumeta Iraqê dîsa vedigere li ser sînorê xwe yên deshilatdarî ya beriya 2014an ku di serî de Kerkûk hemû deverên dabirayî ketin deste Baxdayê.

Her çiqas gelek dewletên ku bi salan erênî nezikî Başûrê Kurdistanê dibûn gotin ku niha ne dema referandûmê ye jî, deshilatdariya Başûrê Kurdistanê ew hêz piştguh kirin. Îro jî hemû hezên navdewletî beramberî dagirkeriya bi aliye Tirkiye, Îranê û Iraqê re, bêdengin.  Kurd carake din di mînaka Başûrê Kurdistanê de bûn qurbaniyên siyaseta şaş ya rêveberiya Herêma Kurdistanê.

KNK bang li hukumeta navendî ya Iraqê dike, da ku beşdarî siyaseta Tirkiye û Îranê ya dijî Kurd nebe û li gorî destûra Iraqê nêzî Herêma Kurdistanê bibe.

Civata Gîştî ya 17. ya KNKê Rojhilatê Kurdistanê jî wek beşên din ên Kurdistan destgirt. Siyaseta Îranê ya îdam, qetilkirina kolberan, mêtîngeriya civakî, îdarî û siyasî ya li ser Rojhilatê Kurdistanê hat şermezakirin. Her wiha beşdariya Îranê ya di tifaqa dij Kurd û dest xistina nava beşên din ên Kurdistanê, wek dijiminatiya sereke hate nirxandin.

Xaleke esasî ya nîqaşên Civata Gîştî ya KNKê li ser pewîstiya stratejiya yekîtiya neteweyî û hevgiritina mezin bû. Heger hemû hezên siyasî beşdarî platformên yekîtiya neteweyî wek Şêwira Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê ya ji aliyê KNKê ve, di 15 – 16 Tirmehê de li Silêmaniyê pek hat bibûyana wê deme, mumkun bû ku peşiya hinek pirsgerikan hatiba girtin. Biryarên ku hemû Kurdistanê eleqeder dikin, pewîstiya wan bi konsesûsa neteweyî hebû. Wek girtina bîryara li ser referandûmê. Siyaseta ezezîtî û parçeperest, Kurdistanê dike xeteriyê. Îro ev rastî zelaltir diyar e. Edî qedera parçeyekî Kurdistanê, giredayî parçeyekî din e. Ango qedera Başûr giredayî Rojava; ya Rojava giredayî Bakûr e. Ya Rojhilat jî giredayî 3 parçên din e. Ji ber vê rastiyê jî, koordînasyon û hevsengî di çerçova siyaseta yekîtiya neteweyî de jiyanî ye.

Di civata gîştî ya KNKê de hat destnîşankirin ku pirsgirêka yekîtiya neteweyî êdî tenê pirsgerika partiyên siyasî nîne. Pewîstî bi hişyarî, beşdarî û çalakbûyîna hemû takekes û rexistinên Kurdan heye.

Di Civata Gîştî ya 17. de endam û mevanan, dest xweşî li KNKê kirin ku KNKê bi awayekî çalak, kar û xebatên xwe ji bo peşxistina yekîtiya neteweyî meşandiye. Pekanîna Şêwira Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê ya li Silemanî‘yê; Şêwira Yekîtiya Neteweyî ji bo Rojhilatê Kurdistanê ya di navbera 15-16 Îlonê li Stockholmê; Şêwira Yekîtiya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê ya di 1û 2yê Cotmehê de û Şêwira Yekîtiya Neteweyî ya Kurdên li Ewropayê ya di 13 û 14ê Cotmeha 2017an de, wek karên gelek girîng hatin destgirtin û berdewamiya van karan ji KNKê hate xwestin.

Civata Gîştî ya 17. ya KNKê rewşa Rebêrê KCKê birêz Abdullah Ocalan wek xaleke taybet des girt. KNKê belavkirina daxûyaniyan dewleta Tirk yên metirsîdar wek pirsgerêkeke neteweyî destgirt û dewleta Tirk hişyar kir ku ew tevahiya nêzîkatiyên dijî Ocalan wek nêzîkatiyên dij neteweyî digire dest. Herwiha KNK daxwaza azadiya Abdullah Ocalan wek erkekî neteweyî û niştîmanî destdigre.

Mijareke din a girîng a Civata 17. jî, li Kurdistanê pirsgerêka beşdariya jinan ya di siyaset û karên îdarî û civakî de bû.  Di Civata Gîştî ya îsal de, hem hêjamara jinên endam zede bû, hêm jî beşdariya jinan di nîqaşên Civata Gîştî de bal kişand. Jinên endam û mêvan dawxazkirin ku êdî partiyên siyasî astengî li ber beşdarbûyîna jinan ya di siyasetê de dernexînin. Jinan, bal kişandin ser serkeftinên jinên Rojava û Bakûr û bi giredayî wan jî, rexneyên xwe yên li ser partiyên mecal nadin jinan, anîn ser zimên. Ji ber ku partiyên siyasî yên ku bi sedema berjewendiyên xwe yên teng nêzî siyaseta yekîtiya neteweyî dibin, li pêşiya lidarxistina Konferansa III. ya Neteweyî ya Jinên Kurd dibin asteng. KNK bang li hemû aliyên siyasî dike ku wan astengiyan ji holê rakin û li pekanîna konferansa III. ya neteweyî ya jinên Kurd ku wek peşengtiya karên gîştî yên yekîtiya neteweyî ye, xwedî derkevin.

Di 17. Civata Gîştî ya KNKê de, di peyman û peyrewa KNKê de jî, hinek guhertin pek hatin. Peyman û peyrewa KNKê hat nûkirin.

Di hilbijartinan de Nîlûfer Koç û Rêbwar Reşîd wek hevserokan hatin hilbijartin.

Ji bo Konseya Rêvebir ya KNKê, ev birêzan hatin hilbijartin:

  • Zubeyir Aydar
  • Adem Uzun
  • Tahîr Kemalîzadeh
  • Çîçek Yildiz
  • Dilşa Osman
  • Refîk Ghafur
  • Şahla Hafîd
  • Abdullah Melle Nourî
  • Avesta Aydin
  • Behzad Pîrmûsa
  • Zaînab Moradî
  • Abdulkerîm Omar
  • Pelîn Yilmaz
  • Nûman Ogur
  • Nalya Îbrahîm

 

Civata Gîştî ya 17. KNKê

19.10.2017

 

F
E
E
D

B
A
C
K