Kongreya Neteweyî ya Kurdistan – KNK, di rojên 15 – 16 . 07 – 2017 li bajêrê Silêmanî, di Hola Telarî Huner, bi beşdarîya zêtir ji 300 kesan, ji nûnerên Part û layenên siyasî, perlementarên kurd, mamosteyên zanîngehan, herweha nunerên rêxistinên sivîl û vekoler û kesayetîyên serbixwe û rewşenbîr û nivîskar û zanayên Olî, ji her derê Kurdistanê û derveyî welat  civîna Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistan encam da.

Piştî înan û birina dosyeyên peymannameya Saykes – Pîko ya 1916 an, bo heyamekê û bi peymana Lozanê Axa pîroza Kurdistanê dikene çar perçe. Di her yek ji van perçeyan, gelê Kurd u Kurdistanê jib o Azadî û serxwebûnê şoreş û serhildan  tekoşîn kirine. Ew hewl û tekoşînên han  hîn destkeft û pêşkeftin bi dest xistine û gelê me jêre bedel û qurbaniyên mezin dane. Niha û piştî 100 salan, di rojhilata navîn de şerekê mezin mina her du şerên Cîhanê didome.

Ji aliyekî dikare derazînkên derfetan ji bo kurdan diafrîne û ji alîyê din dikare bibe zirar û tirs jî. Ev desthelata dagîrker  ku înkarê ji hebûna gelê kurd dike û hewl dide disan kurdan tine bike, Îro di lawaztirîn rojgarên jiyana deshelatdarîya xwe de ye. Piranîya hêzên nêvneteweyî jî heta astekî bilind dixwazin ev pergala statukoparêz ku ji fêde zêdetir zirare dide wan, were guhertin. Diyare ev rewş û doxa derketî holê, derfeteke hêjaye ji bo xebata azadîxwazîya gelê Kurdistanê. Dagirker bi xwe jî  vê yekê dizanin,  sererayê hemû lewazî û nakokîyan, hewl didin  bi hemû şêwekî desteka hev du bikin ji bo ku nehêlin kurd bigehin armanc û mafên xwe. Neyarên kurdan sazişa hev du dikin û bi şêwazên cuda  serê xwe li hember hêzên hegemon û ne zelal ditewînin, ev ji bo Kurdan metirsiyek e. Lê belê ji bo Kurdan xetereya bingehîn parçebûna siyasî nakokîya navxwe ya gelê Kurd e. Heger Kurd vê parçebûnê bidin aliyekî û yekîtiya neteweyî saz bikin, di demeke kin de ev hem wê gef û xetereyan ji holê rake, hem jî wê karibin li çar parçayên Kurdistanê statuya ku dixwazin saz bikin û xwe bigihînin  azadî û serferazîyê.

Di serî de KNK, hemû hêz û dînamîkên Kurd û Kurdistanî vê rewşê dibînin, ji vê agehdarin û wê zaninê dene ku ji bo pêşî li metirsiyên heyî bigirin, bi armanca sazkirina Yekîtiya Neteweyî xebatan dimeşînin. Herî hewla dawî ya nîqaşên Yekîtiya Neteweyî ku di sala 2013´an de pêk hatin, her çiqas bi xwe re astake girîng derxistibe holê jî, despêk rêbazên ku hatine meşandin, xwedî hin kêmasiyan bû û ji ber vê sedemê encamê ku dihat xwestin jê derneket.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê û hemû hêzên neteweyî û Niştîmanî ji vê rewşê ezmûnên pêwîst derxistine. Ji ber careke din ev kêmasî rû nedin, dixwazin vê hewla nû de, bi gavên ewle û nazik, lê belê bi coş û xroş ber bi yekîtiya neteweyî ve biçin. Şêwra Yekitiya Netewî ya Kurdistan, ku me di van du rojan de encam da, pêngava sereke ya vê hewldanê ye. Hem partiyên siyasî yên li çar parçayên Kurdistanê, hem  jî rewşenbîr, nivîskar û zanayên olî û bi taybet jî jinên Kurd bi eleqe û tevlîbûneke xurt bersiv dan vê hewldana me ya dawî. Em ji bo vê nêzîkatiya erênî ku hatiye nîşandan gelekî şad in û bi hêvî ne.

Ji bilî çend partiyên siyasî, hemû partiyên din yên siyasî bersiv dan bangawaziya me, tevlî şewra KNK bûn û bi awayekî eşkere zelal ji rayagiştî re diyarkirin ku ji bo yekîtiya neteweyî were sazkirin amade ne, ku erkên dikevin ser milên wan pêk bînin. Ji ber vê nêzîkatiya erênî ku piştgiriyê dide û pêşî vedike em sipasîya  hemû partiyên siyasî û kesayetên ku beşdarî vê şewrê bûne dikin. Li ser vê esasî em encamên ku şewra me gihaştiye bi kêfxweşî bi Raya Giştî re par ve dikin.

 

  • Hemû partiyên siyasî, nûnerên saziyan û kesayetên hêja ku tevlî şêwra KNKê bûne, ji bo pêwistî û zerûriyeta yekîtiya neteweyî nêrînên xwe anîne ziman û destnîşankirine ku di vê mijarê de ewê hemû berpirsyariyên ku dikeve ser milê wan bi cîh bînin.

 

  • Hemû beşdarên şewra KNK ê, diyarkirine ku divê xebatên yekîtiya netewî bi vê şewrê re sînordar nemînin û heta Kongreya mezin ya Kongreya Neteweyî were kirin. Bê navber ev şêwir berdewam bike û di vî warî de biryardariya xwe nîşan dane.

 

  • Ji bo ji rêbaz û kêmasiyên xebat û hewlên berî niha hatine meşandin, tecrûbe – ezmûn were girtin û ev rewş dubare nebe, di wê nêrînê de ne ku weke rêbaz, ev xebat divê bi gavên ewle û bi nîqaş û biryardarîyan dewam bike.

 

  • Piştî vê şêwira han ya ku hatî encamdan, ji bo pîvan, rêbaz û xalên bingehîn yên yekîtiya neteweyî were giftûgo kirin û bigihêje encamê, biryar hatîye girtin ku ev derbasî qonaxa duyemîn bibe.

 

  • Pîvan û rêbazên yekîtiya neteweyî kilîda pêkhatina yekîtiya neweyeyî ye. Ji ber vê yekê divê ev mijar hem ji aliyê partiyên siyasî, dînamîkên neteweyî û niştîmanî, hem jî ji aliyê rewşenbîr, nivîskar, akademisyen, hunermend, Oldaran, pêşengên civakê û jinên Kurd ve bi awayekî lezgîn û berfirehî were nîqaşkirin. Ji bo vê, şêwra me biryar daye ku li Bakûr, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, li Rojava û Ewrûpayê û derveyî welat xebateke dewlemend ya bi vî rengî were meşandin. Weke gava duyemîn, armanca me ewe ku ev encamên ku di warê pîvan û xalên bingehîn de li van parçeyan derketiye holê, di şêwreya duyemîn de ku bi beşdariya hemû parçeyên Kurdistanê û Ewrûpa û Cîhanê were pêkanîn û temamkirin.

 

  • Weke pîvan, çawa ku di gava yekemîn de xweya bû, di gava duyemîn jî de şêwra me hewl bide ku hemû alîyan beşdarî xebatên yekîtiya neteweyî bike. Ji ber vê yekê biryar daye ku ji bo aliyên ku di gava yekemîn de tevlî nebûn an jî nikarîbûn tevlî bibin di vê xebatê de cîh bigirin, hewldanên xwe dewam bike. Xebatên yekîtiya netewî heta dawiyê wê ji tevlîbûna hemû aliyan re vekirî be û bi armanca ku hemû beşdar bibin bête meşandin.

 

  • Weke encam, bi erênî hatiye dîtin ku KNK ji gava duyemîn ya vê xebatê jî re pêşengiyê bike û organîze bike. Her weha hatiye destnîşankirin ku KNK dema li her parçayekî xebatê dimeşîne, bi awayekî berfireh aliyên din jî tevlî bike û piştgiriya wan bigre.

 

  • Piştî ku di warê pîvan, rêbaz û xalên esasî ku were meşandin, nêrîneke hevbeş derket holê, êdî wê dema gava seyemîn dest pê bike. Berî em derbasî vê qonaxê bibin, wê were hedefkirin ku ji bo gava seyemîn ango ji bo xebatên komkirina Kongreya Netewî komîteyek were sazkirin. Bê guman ev komîte wê ji hemû nûnerên partiyên siyasî û hin kesayetên serbixwe pêk bê.

 

  • Weke hemû aliyên ku beşdarî şewrê bûne, em silavên xwe ji bo zindaniyên siyasî dişînin û piştgirî didin têkoşîna wan. Her weha piştgiriyê didin têkoşîna azadiya jinên Kurd. Ji aliyê din ve divê hemû alî hewl bidin ku ji bo pêşxistina demokrasiyê rêbazên diyalog û bi hev re axaftinê bi hêz bikin. Wekî din pêwîst e li her derê beşdarî çalakiyên Kurdistanî ku li dijî dagirkeran tên kirin bibin.

 

  • Dema xebatên yekîtiya neteweyî tê meşandin, divê ji nêrîn û pêşniyarên komîteya yekîtiya netewî ya jinanên Kurd sûd were girtin. Her weha divê jin bi awayekî hêz û çalak tevlî xebatên yekîtiya neteweyî yên dema pêş bibin.

 

  • Refrandoma Başûrê Kurdistanê pêwîste bi yasa – qanûn ê û di bin sîwana dezgeyên şer´î u bi beşdarbûna hemû hêzen siyasi da bête encam dan.

 

  • Beşdarbûyên civîna şêwrê bang li hêzên siyasî yên rojhelata Kurdistanê kirin, ji bo berjewendîya proseya rizgarîyê û xebata azadîxwazîya Kurdistanê xwe nêzî hev du bikin. Guman têde nîne ew nêzîk bûn wê hêzek mezin bide xebat û tekoşîna gelê me û fişar dide ser kiryar û reftarên ne mirovî yên rêjîma dagîrker ya dewleta Îslamî ya Îranê, ji zindankirin, Îdama bi rojane ya çalakvanên siyasî û sivîl û terorkirina xelkê jar yên ji bo jiyara xwe karê kolberîyê dikin.

 

  • Beşdarbûyên şêwrê wan êrîş û gefên li ser bi giştî Rojava û bi taybetî li ser Efrînê hene, bi êrîşên ser xwe dibînin û bang li gelê Kurdistan û raya giştî kirin ku xwedî derkevin. Herwuha bangewazi ji bo awadan kirina Şengal dike.

 

  • Giyanê lêbûrînê û bi hevre jiyanê ya gelên Kurdistanê bawerên cuda û hemû pêkhateyên etnîkî û rêz li hev du girtin û qebûlkirina hev du, zaminê xweşjiyariyê ye ji bo hemûyan. Herwesa havênê sazkirina civakeke mirovî ya tendrust û demokratîke di paşerojê de. Gehiştina vê armanca mirovî, dostanî û hevaltîya gelên Cîhana sekolar ferahem û misoger dike.

 

Di heman demê de ev nîqaşên ku li vir bi tevlîbûna partiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, akademisyen, hemû rêxistinên civakî û kesayetan me daye meşandin û biryardariya ku em gihaştine, xwedî nirxekî dîrokî ye. Hemû gelê me bi heyecaneke mezin vê xebatê dişopîne. Ji ber vê yekê, ji bo dema pêş berpirsyariyên mezin dikevin ser milê me. Bi vê sedemê, em bang li hemû aliyên siyasî, civakî û kesayetan dikin ku bi hêz beşdarî qonaxa duyemîn ya vê xebatê bibin û xwedî lê derbikevin.

Em careke din destnîşan dikin ku ev xebat heta dawiyê ji tevlîbûna hemû aliyan re vekirî ye û em partiyên siyasî ku îro li vir ne amade ne jî, dawet dikin ku beşdarî xebatên dema pêş bibin.

Divê tevahî rewşenbîr û kesayetên beşdarî xebatên yekîtiya neteweyî bûne, li benda dawetkirina Kongreya Neteweyî nesekinin. Pêwîst e ji bo vê xebatê  pêşengiyê bikin û di asta yekemîn de xwe berpirsyar bibînin.

 

Civîna Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê

16 ê Tîrmehê 2017 – Silêmanî

F
E
E
D

B
A
C
K