Encamnameya konferansê vê êvarê hate askerekirin û di encamnameyê de hate xwestin ku çanda êzidiyan were parastin, navendek li Amed an jî Mêrdînê bê vekirin, hemû perestgehên Êzidiyan bêne restorekirin û parastin. Her wiha biryar hate dayin ku herî kêm du sal carekê konferansek wiha bê lidarxistin û Êzidî bên birêxistinkirin.
Konferansa Êzidiyan li Salona Resepsiyonê ya Sumerpark a Amedê pêk hat. Konferansa bi besdariya nunerên Êzidiyan ên ji gelek welatên cîhanê pêk hat bi dawî bû. Encamnameya Konferansa ji aliyê Komîsyona Bawerî û Kêmaran ve hate lidarxistin, askere bû.

Encamnameya konferansê ji aliyê siyasetmedara Kurd û Parlementera berê ya Parlementoya Ewropa Feleknas Ûca ve hate xwendin. Ûca bal kisand ser têkosîna Kurdan a di asta navneteweyî de û diyar kir ku divê gelê Kurd yekitiya xwe xurt û bilind bike.

Ûca destnîsan kir ku bo parastina çand û zimanê Kurdan Êzîdî têkosîneke bi rûmet dimesînin û diyar kir ku Êzidiyan bedelek li hemberî zilm û êrîsên li ser gelê Kurd pêktên daye.

Ûca biryarên di encanameyê de cih girtin wiha rêz kir:

-Konferansa me ji bo Kongreya Êzidiyên Cîhanê, ji Konferansa Neteweyî ya Kurdanû Yekitiya kurdan, di heman demê de ji bo çareseriya pirsgirêên civakî yên civaka Êzidiyan pêwîstî bi “Rêveberiya Civaka Êzidiyên Kurdistanê” heye.

-Kesê weke berdevk bê hilbiartin di heman demê de dê ji boxebatan 3 komîsyon ava bike; Pêkhatina Kongreyê, Yekitî û Konferansa Netewyî ya Kurdan, û Komîsyona Çareseriya Pirsgirêkên civaka êzidî..

– Konferansa me bang li hemû siyasetmedar û pêsengên Kurdan dike ku Kongreya Neteweyî di demek herî zû de bê kirin.

– Divê konferansa me Lijneya Jinên Êzidî ku dê îrade û rêxistinbûna jinên Êzîdî xurt bike bê avakirin.

-Di konferansa me tengasî û pirsgirêkên ku jin di nava civakê de dijîn aniye ziman, kustinên di bin navê namûsê de, zewaca pirjinî, zewacên bê îrade, zewicandinên di temenê biçûk de û pereyê next hatine mehkûmkirin.

– Em daxwaz dikin ku hemû malên Êzidiyan bibin cihên ku hismendî û yekitiya neteweyî lê pês ketiye.

-Delegeyên konferansê pêsniyar dikeku divê komîsyonên ji civaknas û dîrokzanan pêk tê baweriya ola Êzîdîtiyê lêkolîn bikin.

– Divê ev konferans hertim berdewam bike û herî kêm du sal carekê bê lidarxistin.

-Li hin parçeyên Kurdistanê desthilatî baweriya Êzidiyan nas nakin û li hemberî Êzidiyan polîtîkayên înkar û îmhayê dimesînin. Em bang li hemû rayedar û peywendîdaran dikin ku divê li hemberî van polîtîkayan têkosîn hebe û divê nasname û vîna van bawerî û olan bênasîn.

– Divê ji bo xebatên parastina çanda Êzidiyan li Amed an jî Mêrdînê cihek ji bo Êzidian bê vekirin.

– Divê li hemû parçeyên Kurdistanê cihên pîroz ên Êzidiyan bêne restorekirin û nûkirin û divê bêne parastin.

– Divê li dewletên ku ola Êzidî bi fermî qebûl nakin û nas nakin têkosîn bê mesandin û divê were tesbîtkirin ka çend Êzidî li vanwelatan dijîn.

– Delegeyên konferansa me pêsniyar dikeku Iraq madeya 140’emîn a Makeqanûnê bicih bîne.

Hate zanîn ku dê encamnameya konferasê ji hemû saziyên Kurdan ên li Ewropa, Rojhilata nNavîn, Hukûmeta Herêma Kurdistanê û hemû parlementerên Kurd re bê sandin.

Amed, 18 Cotmeh 2012
ANF NEWS AGENCY
 

F
E
E
D

B
A
C
K