Êrişkarîya Tirkîyê ya li ser Efrînê û erkên dînamîkên Kurdistanê

Serokkomarê TCê (Cumhurîyeta Tirkîyê) Teyib Erdogan dîsa ve dest bi qutana dahola şerî kirîye. Eve mideheke di hemû kom û kombûnan da careke dî kêlbeyên xwe yên şerî tîj kirine û adeta tif ji devî dibare û hirehira şerî dike. Vê carê jî Efrîn li zimanê xwe alandîye. Erdogan ketîye derdê paşeroja xwe, lewma di nav lepê Ergenekonê da bûye lolebkêş û digel hêzên dî yên dewleta kûr ya TCê, digel MHPya Dewlet Bahçelî û hêzên dî yên nasyonalîst û kevneperest cepheyekî fireh dijî Kurd û Kurdistanê vehûnandîye. Serokê MHPê Bahçelî sîr dide û berdevkê vê enîya bêyûm Erdogan jî gefa dixwe. Di halê hazir da TCê Kurd û Kurdistan kirîye hedefa xwe. Niyeta xwe qet venaşerin, bi vekirî dibêjin ku ew dê qira Kurdan bînin. Armanca wan ya nû Efrîn e. Dagîrkerîya xwe ya li ser Cerablus û El-Babê bo xwe dikine referansa serkevtinê û bi vê hirsê wisa hizir dikin ku dê Kantona Efrînê jî dagîr bikin. Hazirîyên xwe yên leşkerî li goreyî vê niyeta xwe seferber kirine û niha dixwazin bîr û rehîya giştî amadeyî vî şerî bikin. Di xeta Cerablus, El-Bab heta Idlîbê da her çi komikên kevneperest yên bermayîyên El-Qaîde û Daişê hebin hemû organîze kirine ku di dagîrkerîya Efrînê da bi kar bînin.

Serkevtina Kurdan û hevçeperên wan ya li Rojavaya Kurdistanê û bakura Sûrîyeyê xewa TCê hind verevandîye ku êdî bêşuûr bûne û ji şerî pê ve tiştekî dî nikarin bihizirin.

Niha di mejîyê wan da tinê yêk xal sabit bûye: Kurdan qir bikin, destkevtên wan hilweşînin û Kurdan di nav Sûrîyeyê da bêyî maf bihêlin. Dewleta Tirk û berdevkê cepheyê şer Erdogan adeta jîyana xwe li ser birandina Kurdan plan kirine. Rojavaya Kurdistanê û bakura Sûrîyeyê bûye meydana sîstemekî nû, demokratîk û federal ku xelkên navçeyê tê da di nav wekhevî û azadîyê da bijîn. Vê hebûnê hiş di serê TCê û rêvebirên wê da nehêlaye. Kurdan digel tifaqdarên xwe pişta kevneperestîya Daiş, El-Qaîde û hêzên dî şkand ku li pişt wan dewleta Tirk hebû. Serkevtina Kurdan û tifaqdarên wan ya li Rojavaya Kurdistanê û bakura Sûrîyeyê ya li dijî hêzên kevneperest û destekdarên wan bû sebebê sempatîyeke mezin û piştevanîyeke navneteweyî pêkhat li dora Kurdan û hevpeymanên wan. Bi taybetî serkevtina Kobanê ya dîrokî bû sembola dinyaya pêşverû. Di vê prosesê da Kurd bûne sembolên cîhana pêşverû, dewleta Tirk jî bi piştevanîya xurt ya digel Daiş û El-Qaideyê bû nîşaneya paşverûtîyê.

Ev pêşkevtin û serkevtina Kurdan û pêkînana wan ya sîstemekî nû û demokratîk di gewrîya TCê û berdevkê vê dewleta nijadperest Erdogan da naçe. Lewma her bi çi rengî be dixwazin vê hebûnê bifetisînin.

Dewleta Tirk li tixûbên rojavaya Kurdistanê hejmara leşkerên xwe zêde kirîye û cebilxaneya leşkerî jî di dereceya herî bilind da bi cih kirîye. TCê û Erdogan tifaqa Xweserîya Rojavaya Kurdistanê û Federasyona Bakura Sûrîyeyê ya digel Amerîkayê [USA] û mezinkirina hêza leşkerî bo xwe kirîye hêcet ku êrişî Efrînê û hetta hemû Rojavaya Kurdistanê bike. YPG wekî hêzeke leşkerî ya gelerî ji 2011ê were li vê navçeyê bi aktîvî karê asayiş û parastinê dike. Erdogan bi zanabûn rewşê şêlû dike û ji bo êrişkarîya xwe argumentan diafirîne.

Li goreyî konjonktura dinyayê, rojhilatanavîn û navçeyê herçend rûyê dewleta Tirk nebe jî Kurd û tifaqdarên wan yên li bakura Sûrîyeyê divêt li beramberî êrişkarîya dewleta Tirk pozisyoneke xurt ya parastinê nîşan bidin.

Erdogan û hukûmeta wî di nav tengavîyê da ne. Hêj ji niha ve pêvajoya hilbijartinan ya 2019ê dayne dest pê kirin. Erdogan dixwaze pêla nijadperestî û kevneperestîya navxweyî bilind bike, daku hilbijartinan bo desthilata xwe garantî bike. Lewma hewcehîyê di şerê dijî Kurd û Kurdistanê da dibîne. Li “zaferekê” digere. Efrînê bo xwe wekî “xeleka zeîf” dibîne.

Lê belê, TC pêkve, Erdogan û hukûmeta xwe û digel tifaqdarên xwe pêvajoyê gelek xelet dixwûnin. Ew di muhtemel êrişeke li ser Efrînê da bi ser nakevin. Nikarin “zaferekê” bi dest ve bînin. Bi hezîmeteke mezin jî be nikarin wê zafera ku xiyal dikin jî bibînin. Anku êrişa wan bo wan nabe “Zafera Pirus” jî.

Li dinyayê di êrişên mezin yên dagîrkirinê û berxwedana parastinê da “Berxwedana Stalingradê” herdaîm wekî nimûne tête dan. Xelkên Sovyetê, erişa Nazîyan li Stalingradê şkandin û ew berxwedana efsanewî ya Stalingradê bo Nazîyan bû destpêka binketinê. Em di vê êrişkarîya TCê, ya hukûmeta Erdogan û cepheyê wan yê nijadperest û kevneperest da berxwedana Stalingradê nakine referans. Em berxwedana Kobanê dikine referans bo têkoşîna dijî dagîrkerîya TCê û hukûmeta Erdogan. Xelkê me li Kobanê dîroka berxwedanê ji nû ve nivîsî. Li Kobanê neku tinê Daiş hate şkandin. Herwisa destekdarên wan ku di serî da TC û hukûmeta Erdogan bûn, hatin şkandin. Li Kobanê kevneperestî, nijadperestî û statukoperestîya hemû navçeyê hate şkandin.

Dewleta Tirk, hukûmeta Erdogan û cepheyê wan yê şer di êrişa li ser Efrînê da dê rû bi rûyî şkestineke ji ya Kobanê mezintir bên. Efrîn li cihê xwe ye. Efrînî li cihê xwe ne. Ew bi hemû hêz û şiyana xwe ve hazir û amade ne ji bo parastina welatê xwe, rû û rûmeta xwe, jîyan û paşeroja xwe. YPG-YPJ û hemû xelk pêkve bi çek, bi gopal, bi das û bivir ketine çeperê parastina welatê xwe. Efrîn, Efrînî digel hertiştî tercîha şerî nakin, naxwazin şer çêbe. Lê heke bû jî Efrîn dê bibe gora TCê, gora Erdogan, hukûmeta wî û cepheyê wî.

Rewş nazik e, hessas e û li ber hewayekî xurt yê şerî ye. Dewleta Tirk û hukûmeta Erdogan û cepheyê wan yê şer Efrîn û Rojavaya Kurdistanê bo xwe kirine hedef. Hêzên kevneperest yên paramiliter li navçeyê ji teref dewleta Tirk ve hatine organîze kirin.

Di vê pêvajoyê da çu imkanê bêdengmanê nemaye. Dengê şer û êrişkarîyê hatîye bilind kirin. Lewma divêt dengê parastinê û berxwedanê jî bête bilind kirin.

KNK bi giringî bangî Kurd û Kurdistanîyan dike ku vê rewşê, vê pêvajoyê gelek ciddî bigirin û li goreyî wê amade bin. Dewleta Tirk, hukûmeta Erdogan bi vî planê dagîrkerîya li ser Efrîn û Rojavaya Kurdistanê bo hemû dînamîkên Kurdistanê yêk rê hêlaye û ew jî man an neman e. Kurd, û hemû tifaqdarên wan di vê rikeberîyê da mecbûrî serkevtinê ne. Hemû hazirî divêt li ser vê hedefa şkandina dijmin bêne kirin. Ji serkevtinê pê ve çu hedefên me nînin û nabin. Efrîn divêt bibe kela berxwedan û serkevtinê. Divêt li Efrînê toka binketinê bikine stuyê dewleta Tirk û Erdogan.

KNK herwisa bangî dinyayê, Neteweyê Yekbûyî (NY), Yêkîtîya Ewrûpayê, Amerîkayê [USA], Rûsyayê, Çînê, Vatîkan û Teşkîlata Hevxebatê ya Islamî dike, ku hiştareke xurt bidine dewleta Tirk û Erdogan ku nekevine vê maceraya şerekî ku bo wan dê mutleq xesar û şkestin be.

KNK bangeke taybetî li xelkê Tirkîyeyê, li hêz û dînamîkên humanîter, lîberal û demokrat yên nava Tirkîyeyê jî dike, ku beramberî vê şerxwazîya cepheyê Ergenekon-Erdogan-Bahçelî bi xurtî rawestin, dengê xwe bilind bikin û rê li ber wan bigirin.

KNK gazîya xwe bi xurtî dubare dike ku xelkê Kurd li seranserê Kurdistanê, li meydanên diasporayê û hemû dînamîkên dî yên Kurdistanê, biçûk mezin hemû bizavên polîtîk û sivîl yên Kurdistanê pêkve her bi çi rengî be mil bi milê Efrînê û Rojavaya Kurdistanê di nav dînamîzmeke xurt da bin, aktîv bin û digel dostên xelkê me di nav têkilîyê da bin û bi vê hêza mezin dijî êrişkarî û dagîrkerîya dewleta Tirk û hukûmeta Erdogan bi şuûreke xurt ya neteweyî û niştimanî rawestin.

Xelkê me, Efrîn, Rojavaya Kurdistanê, Federasyona Bakura Sûrîyeyê û tifaqdarên wan dê serbikevin!

Dewleta Tirk, Erdogan, hukûmeta wî ya AKPê û cephedarên wan dê binkevin!

 

Konseya Rêvebir ya KNKê

17.01.2018, Bruksel

© 2014 KIB |Jindar Multimedia

Scroll to top