dergush: Xelata Mafên Mirovan, ku ji aliyê Weqfa Malbata Ferho ve, her sal, di 3’ê adarê de, di salvegera qetilkirina Ferho û Fatim Akgul de tê dayin, îsal jî wê li gundê Mizîzexê werê dayin.
Bav û diya nîvîskar Medenî Ferho û Serokê Enstîtuya Kurdî ya Brukselê Dervês Ferho, Ferho (85) û Fatim (80) Akgul, di 3’ê adara 2006’an de li mala xwe ya li gund bi awayekî hovane hatibûn qetilkirin. Malbata Ferho jî, diyar kiribû ku, bi tu kesan re pirsgirêkên wan tunebûn û ji qetilkirina Ferho û Fatim Akgul, dewleta tirk berpirsyar girtibûn.

Herçiqasî rayedarên tirk, pistî bûyerê soza ronîkirina vê bûyera hovane dabûn jî, lê belê wekî êrîsên din ên li dijî Kurdistaniyan, heta niha kujerên Ferho û Fatim nehatin girtin. Ev jî di destpêka bûyerê de krîzeke navneteweyî ku di parlamenên dewletên cûr be cûr de hate axaftin û weke pirseke sereke derkete hemberî dewleta Tirk, derkete pês.Dergush_757017306.gif

Malbata Ferho jî, ji bo bîranîna Ferho û Fatim Weqfa Malbata Ferho ava kir. Wexfa Malbata Ferho jî, di sexsê Ferho û Fatim Akgul de û ji bo bîranîna sehîdên astî û azadiyê, xwedî derketina li çand û zimanê kurdî, herwiha, teswîkkirina parastina çand û zimanê kurdî û parastina Mafên Mirovan, di yekemîn salvegera vê bûyera hovane de, xelata Mafên Mirovan da.

Ji bo xelata Weqfa Mafên Mirovan a 2007’an jî, Dayikên Astiyê yên Amedê, Serokê Gistî yê berê yê ÎHD’ê û parlementerê Amedê yê DTP’ê Akin Bîrdal û jina rojnamevanê bi eslê xwe ermenî Hîrant Dînk, Rakel Dînk hêja hatibûn dîtin.

Weqfa Malbata Ferho îsal jî, bi desteka sazî û dezgehên weke rojnameya Azadiya Welat. IHD Mêrdînê, IHD Sêrtê, Enstituya Kurd ya Burkselê bi armanca bîranîna Ferho û Fatim Akgul, xwedîderketina li sehîdên Kurdistanê, teswîk-kirina parastina çand û zimanê kurdî û parastina Mafên Mirovan, xelata Mafên Mirovan dide. Xelata Mafên Mirovan jî wê îsal jî, di 3’ê adarê de, di salvegera qetilkirina Ferho û Fatim Akgul de, li gundê Mizîzexê ya navçeya Mêrdîn Mîdyadê were dayin.

Endamên Juriya Weqfa Malbata Ferho jî ku ji nivîskar Haydar Isik, nivîskar Rojan Hazim, nivîskar/rojnamevan Faysal Dagli, rojnamevan Ismet Kem, civaknas Mistefa Qesrî, civaknas Faik Yagizay, nivîskar Luqman Guldive pêk tê, wê di rojên pês de li hev kom bibin û kes an kesên hêjayê xelatê werin dîtin, eskere bikin.

Endamên Juriyê, wê herwiha biryara xelatê bidin 2 an 3 kesan. Xelata îsal jî, ji 5 hezar ewro û plaketên zîv pêk tê û ev xelat jî wê di 3’ê adara 2008’an de pistî mewlîda li gundê Mizîzexê, bi merasimekê were dayin. Weqfa Malbata Ferho, ji bilî dayina Xelata Mafên Mirovan, ji bo heman armancê, biryara dayina alîkariya madî ya 2 xwendekarên Kurdên zanîngehê, yan dibistanên bilind, arîkarî û destek kirina rojnameyeke ku bi deh salan e wesana xwerû Kurdî dike û aboriya salekê ya malbatekê jî erê kir. Weqf wê li gorî derfetên xwe, hewl bide, alîkariya ji bo xwendekarên zanîngeh û dibistanên bilind jî zêde bike.(dergush.com)

F
E
E
D

B
A
C
K