Dwleta Tirk li gel êrîşên xwe yên leşkerî nıha êrîşîn xwe yên dîplomatîk yên navdewletî jî lê zêde dike. Me îro serê sibehê bihîst ku Birêz Salih Muslim li Prag a paytexta Çekya yê li ser xwestina dewleta Tirk hate girtin. Girtina Birêz Salih Muslim bê huqoqîye, neheqe û zilme. Mixabin Înterpol û dewleta Çekya yê jî dibin şîrikê vê neheqîyê.

Li himber êrîşên dewleta Tirk ya li ser gelên kurdistanê bi giştî û li ser Federaliya Bakurê Suriye bi taybetî li ser Efrînê, ma gelo heta kengê wê ev dunya bêdeng bimîne?

Li Suriyeyê cihê herî aram û jiyanek demokratîk ya hemû gelan û baweriyan bi hevre dide meşandin Kantona Efrînê ye. Hukumeta faşîst ya Receb Tayib Erdogan, bi hemû hêza xwe ya leşkerî û paramiliter ve, êrîşên wahşane dibe ser vê herêmê. Eve 38 roje ku êrîşên xwe yên hovane, bê navber dide meşandin û heta niha bi sedan mirovên sivil hatin kuştin û birindarkirin. Piraniya wan jî zarok û jin in. Li gel ku YPG’ê biryara “Saziya Neteweyên Yekbûyî” ya ji bo Agirbesê qebûl kir jî, ordîya Tirk êrîşên xwe berdewam dike. Heta niha dewletên cîhana serdest hîn jî bêdeng in! Bêgûman ev helwest, ji faşîzma Erdogan re xizmetê dike. Girtina Birêz Salih Muslim jî parçeyek vê konseptê ye û vê bêdengîyê ye. Ev rewş nayê qebûlkirin û emê bi hemî awayî dijê van êrîşan û vê zilmê derkevin.

Em bang li dewleta Çekya dikin ku demekî zûtir Birêz Salih Muslim berdin, bes bibin şîrikê zilmê û xizmet ji diktarîyo Erdoagan re nekin.

Em bang li Yekîtîya Ewropa dikin û dibêjin; Çekya endamê Yekîtîya Ewropa ye, hûn jî ji vê rweşê berpiryarin û hûn nebin şîrikê zulma dewleta Tirk.

Weke hercar, banga me ya bingehîn her dîsa ji gelê me re ye. Em dibêjin; em xwe hîn bêhtir bi rêxistin bikin û îradeya xwe qayîmtir bikin û li hember hemî êrîşan rawestin, ji bo rêberên xwe azad bikin bê navber tekoşîna xwe li her cih û warî bidin meşandin.

Serkeftin her ya gelê me ye!

Konseya Rêvebir ya KNKê

26.02.2018

F
E
E
D

B
A
C
K