‌Hesen Qazî: bîneranî berêz be xêr bênewe bo bernameyekî dîkey Rawêj. Le bernamey emcareman da mîwandarî dekeyn le berêz Derwich Mehabad Ferho , serokî Enîstîtuy Kurd le Birûksêl. Diyare Enîstîtuy Kurd be salan çalakî ferhengî u komelayetî heye u pêştirîş sebaret be enîstîtuy Kurd le têlêvîzyonî Stêrk da bername bilaw kirawetewe , belam ême demanewê lem bernameye da sebaret be duwayîn çalakiyekanî Enîstîtû le gel berêzyan bidwêyn. zor zor be xêr bêy!

Mehabad Ferho: zor spas her hebî
Qazî: ber le hemûşit wek min basim kird hem lem têlêvîzyone u hem le kanale kurdiyekanî dîke da le ser Enîstîtuy Kurd pêştir bername kirawe, belam bo ew beşe le bîneranî ême ke renge lewe agadar nebin eger zehmet nebê hêndêk sebaret be mêjuy Enîstîtû zanyarî bidey sipasit dekem.

Mehabad Ferho: Diyare zehmete mirov be çend gutinan basî mêjuy Enîstîtû bika, çunke êsta ewe 37 sale ême le Birûksêl le jêr çetrî enîstîtû da xebat dekeyn. Binaxey enîstîtuy Kurd le salî 1978 dandira , le layen çend hawrê, çend law, çend xwêndkaranewe, ke hêndêkyan lem welate deyanxwênd u çend kesêkîşyan wekû kirêkar hatbûne êre u xelkî hemû beşekanî Kurdistan bûn. Rojawayî hebûn, Rojhelatî hebûn, Bakûrî hebûn , Başûrî hebûn. Be amancî ewey ke ême kemêk le ser pirsî Kurd rawestîn ke ew serubendî be rastî zor kem denasra, hem le Bêljîk u hem le dewru berî Bêljîk u le gişt Urûpa zor baş neyan denasî, u her çiyekîş ke zandiraba le layen dewletanî dagîrkerî iran, ‘êraq, Sûriye u Turkiyewe bû, yanî ewan çîan le ser kurd gutbaye ew zaniyaryane le ber dest bîruray giştî da hebûn. Katêk ême le kitêbixane giştiyekanî Bêljîk da degerayn kitêbman le ser Kurdistan u Kurdan nededoziyewe.Le salî 1977 u seretay 1978 katêk ême demangut kurdîn debû pênc şeş car xoman pate bikeynewe ke Kurd çin u kên u Kurdistan le kwê ye! ke ême nawî xoman degutewe Kurd u Kurdistan , be caran deyanpirsiyewe Pakistan? Turkistan? Hîndistan yan cêy dî. Ca boye ême her xoman pate dekirdewe heta tê degeyştin. Lew serubendî da hestman kird be pêwîstî damezrandinî saziyekî kurdî u le salî 78 da enîstîtûman saz kird. Her le destpêkewe ême dû amancman le ber çaw girt , yekyan nasandinî pirsî Kurdistan le sertawe be Bêljîk u duwaye be hemû Urûpa be şêweyekî giştî u amancî duwemîş ewe bû ke yarmetî komelgey Kurdî bikeyn le Bêljîk u le Urûpa le pênaw yekangîr kirdinyan lem komeleye da be bê ewey nasêney xoyan le kîs biden. U xebatî ême be taybetî lew dû buware da destî pêkird, nasandinî pirsî Kurd u yarmetîdanî komelgey Kurd hem le Urûpa u hem le Kurdistanê.

Qazî: eger êsta bitewê be awayekî serekî boman bas bikey çalakiyekantan le kame buwargelêk daye? mebestim be giştiye wek saz kirdinî xulî ziman fêr kirdin u htd …

Mehabad Ferho: her le seretawe girîngiyekî zorman da be ziman , hem zimanî Kurdî u hem zimanekanî êre ke Feranseyî u Flamanî (Holendî)n. Kursî ew zimanane yanî Feranseyî u Holendîman heye u dewrey zimanî Kurdî, herçend xwêndkarî zimanî Kurdî kemîş bin ew kurse her le seretawe hebû. Kitêbixaneyekîşman heye ke ta salî salî 1998 nîzîke 5500 kitêbman lê ko kirdbuwewe ke le kotayî ew sale da sûtêndira u ême carêkî dîke le ser ra destman kirdewe be kitêb ko kirdinewe. Gowarêkman heye ke be çend zimanan bilaw debuwewe, belam lew duwayiyane da gowarekeman kirduwete yek zimane, ewîş zimanî Holendî ye 45 roj carêk derdekewê. Namey êlêktironîkîman heye sebaret be rûdawekanî Kurdistan ke be şêweyekî sîstmatîk bo berdenganî Bêljîkî u drewey Bêljîkî denêrîn. Wekû dîke malperman heye ke be 4 zimanan bilaw debêtewe, be giştî xebatî Enîstîtû be çuwar zimanan dekirê ; Kurdî, Englîsî, Feranseyî u Holendî. Face Bookî zor çalakî Enîstîtû heye , bo amade kirdinî arşîv karêkî zor dekeyn , ême hewil dedeyn le gel nawendî arşîvî dewletî Bêljîk le şarî Antwerp hawkarî bikeyn u wek şwênêkî parêzraw arşîvêkî Kurdî lewê dabinêyn. êsta lewê arşîvî ême u çend rêkxirawî dîkey Kurdî heye. Ew nawende arşîvî Kurdistanî bo ême deparêzê ta ew rojey pêwîst bibînîn  ke ew şite arşîv kirawane binêrdirêne Kurdistan. Ew arşîve î êmeye u î Kurdistanê ye. Enîstîtû dekrê sibey dûsibey nemênê belam, ew arşîve demênê u peymanî ême, rêkewtinî ême le gel ew nawende eweye ew arşîve, ew dokomêntasyon u ew kitêbixaneye ke lewêş heye u le Enîstîtûş heye her katêk ême bimanewê be şêweyekî rêk u pêk binêrdirête Kurdistanê .

Qazî: Başe, lêre da pirsyarêk dête pêşê. ême dezanîn le Bêljîk komelgeyekî Kurdî heye, têkelî Enîstîtû le gel ew komelgeye çone? hem le gel binemalan yan le gel kesanî ke wek kirêkar kar deken yan ewaney xwêndkarin?

Mehabad Ferho: Rastiyekey eweye xebatî serekî ême le Bêljîk ruy le Bêljîkîyane, ruy le komelgey Bêljîke, çunke yek le amancî meznî ême eweye komelgey Bêljîk, ba bilêyn xelkî êrûkanê be şêweyekî giştî le mer pirsî Kurdistanî agadar bikeyn belam , pêwendî ême legel komelgey Kurdî le Bêljîk xirap niye, legel zorbeyan pêwendîman heye, ewaney ke hesasiyetî Kurdîyan heye , ruhî Kurdîyan heye hemû dezanin lêre enîstîtû heye u dezanin enîstîtû çi xebatêk deka. Dekrê kemayesîşman hebê ke bêguman hemane u dekrê ewanîş ew kemayesîyane bibînin, belam, be şêweyekî giştî ême bo xizmet be Kurdistaniyan kar dekeyn, hîç ciyawazî naxeyne nêwan Kurdan u ewanî dî. Xebatî ême her bo Kurdan niye bo gelanî nêw Kurdistanîşe wek Ermenî, Suryanî u dînî ciyawaz. Lew ruwewe pêwendiyekanman xirap niye. şitêkî ke detuwanim be serbilîndî bîlêm le layen resmiyetîşewe, le layen dewletîşewe , le layen wezarete kultûriyekanîşewe, wezaretxaney kultûrî herêmî Birûksêlîş heye, yanî sê wezaretxane be şêweyekî resmî Enîstîtuwî Kurdî le Birûksêl denasin u be rêkxstinêkî cîdî dezanin ke ewe nîzîkey sî, sî u pênc sale be resmî karî xoy deka, emin qet nalêm ême be tewawî kar dekeyn belam, pêm waye xebatî Enîstîtuwekeman le mawey ew sî u pênc sal , sî u şeş sale da le nêw komelgey Bêljîk da , ke pêştir neyandezanî Kurd çin karî kirduwe. Bêguman tesîrî bizûtinewey azadîxwazî Kurdîş gelêk mezine, le hemû Kurdistan têkoşanêkî zor be nirix u pîrozî kirduwe, diyare teisîrî eweş gelêk zore bo nasandinî Kurd. Belam , le ruy rageyandinewe, le ruy wurûjandinî hestî komelgey Bêljîkîyewe Enîstîtû dewrêkî zor gewrey gêrawe.

Qazî: başe! ême dezanîn lew duwayiyane da helbijardinî giştî hebû le Turkiye u le Bakûrî kurdistanê u diyare le derewey welatîş hejimarêkî zor le hawwelatî Turkiye beşdar bûn. Eger helsegandinêk bikey le ser çilonayetî beşdar bûnî hawwelatî Turkiye le Bêljîk u be taybetî Kurdan lew helbijardine da dewr u beşdarîyan çon bû le Bêljîk?

Mehabad Ferho : Emin dîsan dûpatey dekemewe Kurdan le Urûpa be taybetî le helbijardinî mangî rabirdû da xebatêkî zor başyan kird. Emin hemîşe delêm ew xebatey ême deykeyn bes niye , debê ziyatirî bikeyn belam, ew xebatey ke bo beşdarî le helbijardin da kira be rastî serkewtû bû , baş bû, dekra zor baştirîş bê, yanî mirov eger temaşay encamî bika dezanê baş buwe. Eger mirov be şêweyekî giştî lêy biruwanê le gişt Urûpa beşdarî Kurdan u ew denganey ke HDP ( Partî Dêmokiratî Gelan) werî girt, ke le ser meseley Kurd çalakane kar deka, emin her nalêm partiyekî Kurdî ye çunke Turkî de naw daye, Suryanî, Ermenî , pêroyanî dîn u gelî dîkeşî têdaye , yanî partiyeke îdî le Kurdistanê bew latirewe kar deka, ca eger mirov le encamî ew denganey le Urûpa dirawin biruwanê derdekewê HDP buwete partî duwem u mirov bew xebate serbilînd debê. Ew xebatey ke bo beşdarî kirdinî xelkî Kurd u Ne kurd le layen koordînasîonî HDP ewe u hawrêyanî dîke le Urûpa kira berastî cêy pîrozbayî ye….

Qazî: Yanî hîç amar heye çende dengderî Kurd deyantuwanî deng biden le Bêljîk?

Mehabad Ferho: Le Bêljîk renge beşdar bûn wek cêy dî nebûbê. Mixabin statêstîkî resmî le dest ême da niye le ber ewey ew xelkey le nêw Turkiyewe dên, le Bakûrî Kurdistanewe dên wekû Kurd naw nûs nakrên, belam dîsanîş …
Qazî: Eger ême temaşa bikeyn wek hawwelatî Turkiye be giştî , lew kesaney ke le Bêljîk mafî dengdanyan hebuwe çend le sed beşdarîyan kirduwe?

Mehabad Ferho: Emin eger hele nebim nîzîkey sedî şêst bû le nêw hemû dengderanî Turkiyeyî da. U lêre beşdarî Kurdan baş buwe u HDP bû be partî duwem.

Qazî: Başe êsta ba bêyne ser têkelî êwe u hêndêk rêkxirawey ke çalakiyekanyan we î êwe deçê, mebestim rêkxirawekanî ser be netewey dîkeye le Bêljîk! wek komelgey Turk, Ermenî , Iranî , Efrîqayî wek ewane.

Mehabad Ferho: Pêwendî ême her ewendey ke legel rêkxirawe Bêljîkiyekan pitewn her awaş legel sazî gelanî dîş ke le derewey Bêljîk ra hatûn wek Turkan, Ermenîan, Suryanîan u le nêw ême da koordînasîyonêkîş heye ke hemû salê xebatî xoman be şêweyekî rêk u pêk be yekewe berêwe debeyn . Yek lewan ” Info Turk ” e ke hem le ruy rageyandin u hem le ruy siyasiyewe heta bilêy xebatêkî benirix deka . Saziyekî dîke heye be nawî  “Ateliye du soleil ” ke ewîş ruwew Turkiye kar deka. Le layekî dîkewe “Rêkxirawey Ermeniye Dêmokiratekan le Bêljîk ” heye u zor komeley dîkeş hen ke legel ewan kar deken, le Bêljîk nîzîkey 15-20 komeley Ermenîyan heye .

Qazî: Ewane Ermenî kwên? ew Ermenîyanen ke le Ermenistan ra hatûn yan le Lubnan ra hatûn? ziyatir xelkî kwên?

Mehabad Ferho: le nêw rêkxirawey Ermenî Dêmokiratî Bêljîk da, zorbey ewan le Turkiyewe hatûn, le Bakûrî Kurdistanewe hatûn. Belam, le nêw ewanda tek u tûk î waş hen ke le Sûriyewe hatun, î Lubnanîş hen, lay Qewqasîş hen. cige lew rêkxirawe, komeley dîkey Ermeniyanîş heye ke le Ermenistanewe xoy hatûn , le Lubnanê ra hatûn , î waye le Rojaway Kurdistanewe hatûn , hêndêk komeley ewan heye ke tenê î ew Ermeniyanen ke le Başûrî Kurdistanewe hatûn. Nîzîkey de pazde sazîn. Diyare rêkxirawey Kildanî, Suryanî u Asûrîyanîş heye. Be rastî minîş gêj bûm nazanim be çi nawêk bangyan bikem. çunke eger ême bilêyn Suryanî, Asorî ‘aciz debin, eger bilêyn Asorî ewanîdî ‘aciz debin.

Qazî: Be giştî ew çuwar girûpane hemuyan wa bizanim dexwazin le jêr nawî ” Asorî” ko bibnewe u le jêr çetrî ew nawe da bin.

Mehabad Ferho: êsta delên Asorî – Suryanî , Asorî – Kildanî. yanî hêşta rêk nekewtûn, belam xebatêkî awayan heye , ew çuwar girûpaneş komeley cuda cudayan heye , be taybetî le dewru berî ” Michelin” dû komeley zor çalakyan heye . Le Birûksêl Enîstîtuyekyan heye , danustandinî ême legel ewanîşda heye. Wekû dîke le Birûksêl sazî ” ‘Elewîyan” heye legel ewanîş pêwendîman heye belam nek lew astey da ke dilî ême dexwazê ke beyekewe kar bikeyn u zor şitî mezin bikeyn be yekewe, belam, danustandin u pêwendîman heye.

Qazî: ba bêyne ser pirojekantan. Dezanîn enîstîtuy êwe wekû dezgayekî kultûrî le pirojan da hawbeşî deka, le rêkxistinî konfirans u sêmînaran da beşdarî deka. Le mawey ew çend manganey duway da lew buwarane da çi core çalakiyektan hebuwe? ya hebûnî pirojey hawbeş legel komeley dîke le derewey Bêljîk u le welatî Urûpayî?

Mehabad Ferho : Emin le seretay qisekanîşim da gutim ke amancî here serekî ême eweye pirsî Kurdistanê lêre be çi şêweyek bê bibê be rageyandin u layenî siyasî binasênîn , ca dew çuwarçêweye da xebatî emsalîş yanî le salî 2015ş da berdewame. le salî 2015 konfiransêk ke bilêyn ême amademan kirdibê yan berêweman birdibê hêşta nekirawe , yanî berastî xebatî salî 2015î ême lew bareyewe dekrê bilêyn wek xulî akadêmîk le duway mangî 5 yan 6 dest pêdeka. Belam, dew nawe da çendîn konfirans berêwe çûn le layen rêkxirawey Kurdistanî lêre . Bo nimune çend roj lewe pêş konfiransêk berêwe çû ke K.N.K. amadey kird bû . ber lewîş dîsan K.N.K. konfiransêkî best, her weha HDP u sazî dîkeş hêndêk kobûnewe u konfiransyan rêk xist ke diyare êmeş yarmetîman dan. Diyare yarmetî ême hênde zor niye belam herçiyekman le dest bê deykeyn . Wek pêwendî u danustandin . Le buwarî rageyandin da zorman yarmetî le dest dê. U her weha le mer pêwendî nêwan rêkxirawe Kurdiyekan u Bêljîkiyekan. çunke pêwendî nêwan Enîstîtû u Bêljîkiyekan detuwanim bilêm zor başe. Ewe nîzîkey sî u pênc sale hem le ruy siyasiyewe u hem legel dezgay perwerde , hem legel dawudezgay komelayetî u saziye komelayetiyekan, NGO yekan pêwendîman zor başe. Ewe şitêkî erênî ye bo xebatî ême bo ewey bituwanîn pêş bikewîn. Teisîrî rêkxirawe na siyasiyekan yanî ewanî kultûrî, komelayetî u perwere le ser helwêstî siyasî Bêljîkîş zor karîger weberçaw dê, be taybetî serdemêk bû eger ême temaşay rageyandinî Bêljîkman kird ba, laperey rojnaman, şaşey têlêvîzyonan le ser pirsî Kurd zor be neyênî deyaninûsî u dedwan. Belam êsta le rageyandin da be taybetî î Flamanî; î layenî Feranseyî hêndêk gîru girft heye, Flamanî (Holendî) goranêkî zor gewre hest pê dekrê. Ewîş teisîrêke, emin nalêm hemû şit le ber hewlî Enîstîtuy Birûksêlê ye, belam teisîrêkî zor gewrey Enîstîtû lew buware da heye.

Qazî: başe, le ser pirojey hawbeş, çunke wa bzanim pêwendîtan hebû legel beşî rojhelatinasî zankoy Jagielloński le Lehîstan , eger dekrê le ser ew piroje hawbeşe hêndêk zaniyarîman bideyey!

Mehabad Ferho: ême wek nerîtêk her saley çend pirojeman heye ke ruyan le Kurdistane deçuwar çêwey xebatî Yekêtî Urûpa da. Ew pirojeyey to basî dekey pirojeyeke le ser ” Zimanî Daykî le Perwerde da”. Yekêtî Urûpa ew pirojeyey qebûl kirduwe u ew piroje le nêwan ême u zankoy Jagielloński le şarî Kraków le Lehîstan, Kurdî Der u Pro Humanitat le Elmane. Wek dezanî ew zankoye le ser ziman u wêjey Kurdî kar deka , belam ew pirojeye ême amademan kird u ewan qebûlyan kird u beşdariyan têda kird. Lew bareyewe xebatêkî zor çak deken u lêre da pîrozbayiyan lê dekem. Rêkxstinî sêyem lew pirojeye da ” Kurdî Der” le Amedê ye u ewî çuwaremîş “Pro Humanitat” e le Elman. Bo pirojey awa herî kem debê sê sazî têyda beşdar bin. êmeyn, Lehîstane, Elmane u Kurdistane. Ew pirojeyeman berdewame. heyetî her kam lew sazîyane maweyek lemew ber le Amed bûn u lewêwe çûne Nisêbînê, çûne Medyate , çûne Pirsûsê çûne zor cêydîke le Bakûrî Kurdistanê . Amancîş ewe bû legel dawudegakanî wênderê, legel xwêndgekanî ewê u legel zankokanî ewê pêwendî biken u yek le wanîş mamosta Kadrî  Yildirim bû ke çawyan pêy kewtbû.

Qazî: ke diyare êsta mamoste Yildirim  buwe be endamî parlman u nwênerî HDP-i şarî Sêrte.

mehabad ferho: le zankoy Artuklû le Merdînîş çawpêkewtinyan hebû u çûne serdanî şaredarî Mêrdînîş.

Qazî: Dezanî ke êsta 14 mamostay zankoy Artuklû pêyan rageyandrawe ke kontiraktekanyan dirêj nakirêtewe u kotayî be karyan dedrê?

Mehabad Ferho: eweş siyasetêkî dewletî Turkiyeye. Mrovnabê waqî wurr bimênê ke dewletî Turkiye karî awa deka, kirduyanete ‘adetêk bo xoyan. Yanî ew piroje bew şêweye berdewame u amancî pirojekeş eweye rûnî katewe boçî zimanî daykî le perwerde da girînge ? girîngî wî çiye u boçî Kurd deyanewê le salî dabê da – ew pirojeye bo dû salane , yanî salî dahatû le dewruberî hawînê da debê raportekey ew pirojeye derkewê u akamekey bo Yekêtî Urûpa denêrdrê.

Qazî: katêk delêy Yekêtî Urûpa mebest le kam saziye le yekêtî Urûpa da? UNESCO ya cêyîekî dî?

Mehabad Ferho: na , Yektêyî Urûpa ew beşey le ser perwerde kar deka. UNESCO berpirsî pirojey gewretire le astî cîhanî da. Hoy ewey ke ême ew pirojeyeman hêna meydanê eweye ke Kurdan hebûnî zimanî daykî le sîstmî perwerde da dexwazin u duwem eweye ke Yekêtî Urûpa şew u roj le hemû axaftinêkî xoy da basî mafî gelan le herêmekanî xoyan da deka. Dey le Urûpa ewe pêk dehênin boçî ême nemanewê ewe le Kurdistanîş wedî bê. Debê welatanî Urûpayî bizanin Turkiye gelêk be nêgatîv bo ew core babetane deçê.

Qazî: Dezanîn ke berêzit wekû serokî enîstîtuy Kurd le Birûksêl pêwendiyekî nîzîkt heye le gel dawudezgay mîdiyayî u serinc u tewcuhî mîdiya bo ser meseley Kurd lew salaney duwayîda zor ziyadî kirduwe, be taybetî eger bo wêne xebat u xoragirî Kobanê le berçaw bigirîn. Ca lew pêwendiye da êwe legel hêndêk le rojnamenûsan sefertan kird bo Başûrî Kurdistan u tenanet Herêmî Parastinî Mediya u şingar u zor cêy dîkeş. Eger dekrê le seretawe basî zemîney ew sefere bikey u çilon pêwendî peyda dekatewe be çalakiyekanî Enîstîtuy Kurdî u duwaye yek yek le ser qonaxekanî ew geşte ke wa bizanim geştêkî Kurtîş nebuwe bidwêy!

Mehabad Ferho: Bêguman pêwajoy ew pêwendiye be rojêk pêk nehatuwe. Ewe ziyatir le sî sale ême le ruy siyasî u perwerdewe demanewê pêwendî saz keyn u pitewî bikeyn , wek basim kird zorîşman girîngî dawe be layenî rageyandin. Le buwarî rageyandin da şansêkî ême eweye ke Enîstîtû be zimanî ciyawaz kar deka u detuwanîn raste u rast pêwendî damezrênîn u danusitandman hebê. Ca boye hem le ruy siyasiyewe u hem le biwarî rageyandin da Enîstîtuy Kurdî le Birûksêl wekû nawendêk be berdeng
( muxateb) dadendirê u le ruy resmiyetîşewe awaye u parlimanîş ewey qebûl kirduwe.Enîstîtuy Kurdî Birûksêl le layen Senay Bêljîkewe be resmî nasrawe be berdengêk dadendirê bo rageyandin u têkelî dîke. Pêwendî ême legel rojnamenûsan be giştî u mîdiya gelêk başe , her şitêk le Kurdistanê deqewmê ewan le seretawe le ême degerên u bîrubawerî ême depirsin boye be salane wextêk deyanewê babetêk le ser Kurdistan binûsn her nebê deyanewê ray êmeş bizanin, yan eger biyanewê biçne Kurdistan pêwendîman legel deken. U bo ewey ême btuwanîn agadarî durust le nêw komeley Bêljîk da bilaw bikeynewe ke bimênêtewe u emro bê u sibeynê tewaw bê debê ew rûdawî ke berastî le Kurdistan deqewmin u ewan deyanewê lêre bilawyan bikenewe be çawî xoşyan bîbînin. Le ser ew binemaye gelêk caran ême desteyek le rojnamewanan amade dekeyn çi siyasî bin u çi wekû dîke deyanêrîne Kurdistanê u lewê rûdawekan be çawî xoyan debînin u katêk wez’î ewêyan be çawî xoyan dît katêk degerênewe êre be zimanêkî dî dedwên çunke rastiyekan debînin u le ber ewey rastiyekan debînin îdî bawerî komelgeş qûltir debê çunke gêrerewey beserhatekan ewaneyan be çawî xoyan dîtuwe. ême wek Kurd xoman herçiyekî bilêyn diyare berdengekanman delên ewane Kurdin u be dijî Kurdistan u bizûtinewekey hîç nalên , yanî pêyan waye le qisekanman da subjectivism heye, belam wextayek ewan bo xoyan legel ême dên u be çawî xoyan wez’eke debînin , yan boxoyan deçin u debînin degerênewe u denûsn qisekanyan be şêweyekî dî werdegîrê. Hemû salêk ême destey awa denêrîn , emsalîş gutman ba karêkî awa bikeyn , be rastî nemandewîst jimarey endamanî desteke zor bê belam lew duwayiyane da 6 rojnamewan wîstyan legel ême bikewn u biçin belam ewe zor bû ême çuwar kesman legel xoman bird legel êkîpî têlêvîzyonîş .

Qazî: çi kanalêkî têlêvîzyonî bû ?

Mehabad Ferho: VRT. Ewan dokumêntî xoyan saz deken u deyden be zor kanalî têlêvîzyonî.

Qazî: ewe yek le kanale girîngekanî Bêljîke .

Mehabad Ferho: Le wênderê çuwar rojnamewanman legel bû u amancyan ewe bû lewê çi deqewmê dokumêntî biken , le serî binûsn u dîmenî helgirn u bên lêre bilawyan kenewe.

Qazî: le Başûr u Rojawa ?

Mehabad Ferho: Belê amanc Başûr u Rojawa bû, belam yekêk le rojnamewanekan be rêgay Bakûr da hatbû, yanî ew lew rojnamey da ke têyda denûsê roj be roj nûsîwye ke le kwê buwe u ewe be zincîre le rojnameke da bilaw debêtewe. Amanc ewe bû rûdawî ke lewê deqewmin lêre le seryan binûsrê u binasêndrên. Belam mebestî here serekî êkîpî têlêvîzyonê ewe bû bizûtinewey Kurdî be şêweyekî giştî u berbilaw binasênin ke le layek şer deka , le layekî dîkewe têkoşînî komelayetî deka. Meseley jnane, meseley perwerdeye , meseley komelayetî ye, meseley mindalane , gelêk meseley ciyawaz le gorê dan. Belam şitî here girîng eweye ke basî binyatnanî jiyanêkî nwê dekrê; komelî dêmokratîk, konfêdralîzmî dêmokratîk , dewletî dêmokratîk , nek dewletî neteweyî ewane çin? nek her le ruy tîoriyewe. le ruy tîoriyewe zor kitêbyan nûsîwe, be sedan gowarî bizûtinewe hen , be sedan car kesanî berpirsyarî ew bizûtineweye le ser ew babetane dwawin , belam ewan deyanewîst le cê da ewane le piratîk da bibînin ke ew binaxeye çon dandrawe. Diyare ew binkeyeş lew şwêne dekrê bibîndrê ke ewanî lên wate le welat. Boye her le seretawe ke ême çuyn bê ewey katî xoman le kîs bideyn êkîpî têlêvîzyon u ew dukturey ke le gelman bû çuyn serdanî Qendîlman kird.

Qazî: ber lewey ke biçne Başûr çûne Qendîl ya çon bû?

Mehabad Ferho: na, ême le Başûr buyn lewê çaweruwanî wergirtinî ruxset buyn bo ewey biçîne Rojawa. Belam, ewe wedirengî kewit. Niyetman ewe bû biçîne Rojawa u legeranewe da eger katman ma serdanî Qendîl bikeyn belam, ewe nebû ême zor çawerê buyn ruxset wergirîn bo çûnî Rojawa.

Qazî: Pêş ewey basî serdanî Qendîlê bikey le Başûr êwe çûne kwê çitan kird ew maweyey ke le Başûr bûn?

Mehabad Ferho: ême le Hewlêr buyn , duwaye çuyne Duhokê u lewêwe geraynewe Hewlêr u lew nawbere da serdanî kempî penaberanman kird.

Qazî: ew kempaney sertan lê dan kamane bûn? wez’î penaberan çon bû ?

Mehabad Ferho: yek lewan kempî Xankê bû le nîzîkî şêxan- Duhokê ye kempî şarîya bû, ême berew kempî Domîzîş çuyn , belam lewê derfet nebû biçîne nêw kempeke.

Qazî: bo netantuwanî?

Mehabad Ferho: ême lew kate da çawerêy welamî karbedestanî Başûr buyn bo ewey bituwanîn biçîne Rojawa. Le nîwey rêye kîlomîtirêk , dû kîlomîtir mabû bigeyne Domîz pêyan rageyandîn ême natuwanîn îzntan bideyn çunke natwanîn lewê hêmnîtan biparêzîn .

Qazî: Başe ew çend kempey sertan lê dan ewane Rêkxirawî Netewe Yekgirtuwekan îdareyan deken yan Hukûmetî Herêmî Kurdistan?

Mehabad Ferho: Her dûkyan hen. ême çuyne kempî ” Ba’edrê” lewêş her dûkyan hebûn. Her dukyan lewê hen . Emniyetî kempekan le layen Pêşmergewe dabîn dekirê.

Qazî: Zorbey penaberekan lew kempane da Kurdin?

Mehabad Ferho: ême xelkî ‘Erebîşman dî

Qazî: ‘Erebî Sûriye?

Mehabad Ferho: xelkî ‘Erebî Sûriye, xelkî ‘Erebî ‘êraqîşman lew kempane da dî , Turkumanîşman dî, Aşûrîşman dî. Bêguman de nêw penabere Kurdekan da Kurdî musulman u Kurdî êzîdîş hebûn ke lew kempane da penaber bûn u wez’î wan mirov tenê her be qse detuwanê be hasanî basî bika. Wez’î wan zor sexte , çunke le Başûrî Kurdistan nîzîkey yek mîlyon u hewt sed hezar penaber heye u eweş reqemêkî hênde kem niye. Lewê dezgay ciyawazî nêwneteweyî hen , Hukûmetî Herêm çawî beseryanewe ye. Le ruy xuwardin u xuwardinewe ra her çendî zehmetîş hebê be şêweyekî giştî çareser kirawe. Belam, mesele xuwardin u xuwardinewe niye. Ey sibeynê çi biken? pêşe rojî ewan çî beser dê? mindalekanyan natuwanin be tewawî bixwênin.Eger temaşa dekey le hemû herêmî Kurdistanê çadir be duway çadir da heldirawe, be sedan kîlomîtir deçî çadir be tenîşt çadirewe debînî. Be rastî wez’êkî gelêk naxoşe!

Qazî: Başe lew çend kempey ke êwe be çawî xotan dîttan şitî here destbecê ke lewê pêwîstî pêyhebê çiye? pêdawîstî here ‘acîl çiye lewê?

Mehabad Ferho: Emin bawer nakem le nêw kempekan da ştêkî awa bikrê debê ew xelke be şêweyek bigerênewe ser mal u halî xoyan. Eger negerênewe cêy xoyan kuwa mirov detuwanê le nêw kempan da şitêkyan bo encam bida. Mindalan le nêw çadiran da dexwênin. Mindalan le ruy leşsaxiyewe le nêw çadiran da taqî dekrênewe, duktur le nêw çadiran da temaşayan deken u dermanyan dedenê. Mirov natuwanê zor şitî bineretî u baş ke bes bê le nêw kempan da pêk bihênê çunke ême basî yek mîlyon u hewsed hezar însan dekeyn. Zorbey ew xelke be taybetî u be taybetî xelkî Rojawa u duwaye î şingarê debê bigerênewe cêgey xoyan.

Qazî: Başe, ew êkîpî têlêvîzyonr ke le gel êwe bûn le kempekanda hemû şitêkiyan dokumênt kird?

Mehabad Ferho: Belê êsta ke hatûnewe u xerêkî êdîtî girtekanyanin u maweyekî pê deçê, dwênê pêrê yekêkyan deygut emin debê dîsan biçmewe çunke hêndêk şit heye debû astey keyn ke nemankirduwe. Deyanewê le mangî 9 yan 10 da biçnewe u le mangî 11 da fîlme belgeyekey xoyan bilaw bikenewe. Belam, duway serdanî kempekan katêk zanîman çi welamêkman nadenewe bo çûnî rojawa…

Qazî: Le layen karbedestanî hukûmetî herêmî Kurdistanewe?

Mehabad Ferho: Belê! ême lêrewe murace’etî resmîman kird bû ,dawxuwazî îznî resmîman kird bû bo çûnî Başûr u bo ewey lewêşewe biçîne Rojawa u wez’î ewê bibînîn , êkîpêkî rojnamewanman legele, dukturêkman le gele, emnim u çend kesî dîken. Yanî bew şêweye wîstman hemû şitêkman resmî bê u murace’etî resmîşman kird . Her emro u sibeyan legel kirdîn u welhasal nîzîkey de duwazde roj çawerê buyn u paşan pêyan gutîn îzin niye u sebebîş eweye ke ême natuwanîn emniyetî êwe le welatêkî dîke biparêzîn . Diyare welatî dîkeş Rojawa bû. Mixabin nebû u ewe berastî zor dilî minî şikand çunke min qet pêm wa nebû wekû welatî dîke vîza pêwîste. Gelêk caran ‘êraq yan êran dawxuwazî êmeyan berperç dedawe bo danî vîza, le Başûrî Kurdistanîş awaman legel cûlanewe u ewe kemêk dilî êşandim, belam, çi bikeyn eweş rastî jiyanî êmeye.

Qazî: Zor başe! lêre da min demewîst şitêk pirsim gelo êsta îmkanî hatûçû le nêwan Başûrî Kurdistan u Rojawa da heye? Sinûr negîrawe wa niye? yanî le ruy bazrganiyewe îmkanî têkelî heye? dezanîn pêşûtir xendek lêdira bû wate îmkanî ewey ke be şêweyekî asayî xelk sefer biken berteng kira bû. êsta wez’ çone?

Mehabad Ferho: rê heye u be rastî herêm bo ew hatû çuwe zor musa’îde. Be rêyekeş da mirov zor be asanî detuwanê bê u biçê. Belam karbedestanî Başûr debê ew rêgaye bikenewe u lewê astengî nehênine pêşê.

Qazî: Mebestî min bû pirsim êsta be giştî ew astengiye mawe yan nemawe?

Mehabad Ferho : biruwane desteyek ke le rojnamewanan pêk hatbû deyanewîst biçne wê neyan hêşt. Ewe bo xoy astengiyeke, wate hêndêk şit heye ke pêşî pê degîrê. Lewê gelêk xelkî Başûr yan Rojawa deyanewê le ruy bazrganiyewe asûdetir kar biken u bo ewe derfet heye u pêdawîstîşî pê heye. mirov debê ew rêgaye le ruy tecaretî , le layen kontakt u pêwendî le nêwan kurdistan u kurdistanê da bikatewe u nabê ciyawazî u hokarî siyasî bibête hoy astengî le ser ew rêgaye. Partî siyasî bo bedestewe girtinî destelat saz bûn detuwanin daway ewe biken belam nabê bibne berhelst u pêşgêrewe le nêwan xelk da le mer pêdawîstiyekanyan.

Qazî: dezanîn le rabirdû da ew sinûre bo maweyek le layen hukûmetî Herêmî Kurdistanewe bestirabû, belam êsta ewe kirawetewe? xelk deçin u dên ? kelûpel deçê naçê? çone?

Mehabad Ferho: Mirov detuwanê zor be hasanî bê u biçê. Rê heye, kiraweye u derfetîş heye mirov detuwanê gelêk şit bika.

Qazî: katman zor nemawe, eger dekrê hêndêkîş basî serdanî xotan le Qendîl bike.

Mehabad Ferho: ême lewê çuyne gelêk şwênî ciyawaz. Be taybetî êkîpî têlêvîzyon deyanewîst hemû cêyek bibînin. Neyandewîst pirsiyar biken êwe le ruy têoriyewe çon bîr dekenewe? le ser konfêdralîzm, le ser dewletî dêmokiratîk. Deyanweîst bizanin le piratîk da çon dejîn. Jiyanî rojane. Destiyan kird be fîlm girtinî xoyan u dîmenyan qeyd dekird. Berastîş waqyan wurrma bû, bo wêne lemer pêwendî nêwan jin u piyaw , şêwey perwerdey jinan, zor çuwarçêwey taze ke saz dekrên, yek lewan akadêmî Jinnasî. Be rastî şitêkî çawrakêş bû. Emro ser le beyanî ke emin dehatim bo êre be xom degut eger jinî Kurd u be taybetî ew jinaney le nêw bizûtinewe dan , jinî Rojhelatî nêwerast rizgar neken, azad neken, wez’î jinanî rojhelatî nêwerast le nêw ew îslamiyete konsêrvatîve da gelêk xirape. Diyare bêguman min dijî hîç dînêk nîm u dijî îslamîş nîm, belam ew konsêrvatîzmey de nêw îslam da peyda buwe u deyanewê îslamiyet biken be hoyek bo êşandinî xelk u bîkene hokarêkî siyasî min layengirî ewe nîm. Hurmetî min bo îslam heye belam, jinî Kurd nek her bo Kurdistanê bo cêy dîş dewrî pêşengî degêrê. Rojnamewanekan be çawî xoyan eweyan dî, dîmenyan girt, gwêyan le qisekanî ewan bû u le nêw xo da qiseyan le ser dekird. Bo wêne şêwazî agir kirdinewe, şêwazî awrdû ko kirdinewe, şêwazî tendûr daxistin, xanûçke durust kirdin, şêwazî çadir heldan. çilonayetî perwede kirdinî mindalekanyan le kempî Mexmûr.çon ew xelkey ke wek penaber hatûn bo Mexmûr le çolêk da ke pir buwe le dûpişk u mar u bê malî, le çolêkî pir le berd u zîx da u bê dar u şînayî u bê aw çilon cêyekî jiyanyan awedan kirdwetewe! u ew cêyey jiyanî nwê çon îdare dekrê? desteke be rojan yek be yek fîlmî gişt ewaneyan helgirt , be rastî waqyan wurr mabû, emnîş waqm wurrma bû wekû Kurdêk, her çend le jiyanî rojane da ew şitane debînîn belam herçiyekî ke min dîtim bo min şitêkî nwê bû. Rojnamewanekan dîtinî ewaneyan zor pê xoş bû u duway ewey karî xoyan kird u emin le ber ewey dilim zor êşa bû lewey ke nemantuwanî biçîn bo rojawa gutim debê biçme şingarê, Hawrêyekanîşim xoyan hazir kird bû legelim bên belam dîsan mixabin pêşyan pê girtîn gutyan êwe natuwanin biçne şingarîş, be rojnamewanekanyan gut. ême le zor cêgaman pirsîbû ruxset dedrê biçîn bo şingar , gutbuyan belê ewê ‘êraqe u debê, vîza u ruxsetî nawê , belam be daxewe hawrêyanî rojnamewanyan rêga nada u rojî duwatir min hawrêyekm peyda kird  u ew bo xoşî êzîdî bû, min u ew rêgaman dagirt u çuyne ” şerfedînê” ke le tenîşt şingarê ye. Lewê fermandey pêşmergey wênderê berêz Qasim şeşoman dît u mîwanî wî buyn le wênderê u duway ewey ke hawpeyvînêkî dirêjman le gel kird pêman gut demanewê biçîne jûrtir lay HPG , malyan awedan bê rêgayan pêşan ême da u duway ziyaretî ” Qubey şerfedîn” ême çuyne çiya u hawrêyanî ewêşman dî u detuwanim bilêm ke me’newîyat u xebatyan lewê berastî bêwêne ye. Penaber lewê yekcar zorin, be hezaran êzîdî ke le şingarewe rayan kirduwe le ser ew çiyaiye le wez’êkî zor dijwar dan u min sebaret be çilonayetî berdewam kirdinî jiyanyan pirsiyarim kird, hêzî girîla lewê deyanparêzin u hemû pêdawîstiyekanyan dabîn deken wek xuwardin u xuwardinewe, ciluberg u derman , be rastî mirov debê pîrozbayî lew însanane bika ke lewê kar deken.

Qazî: başe kak Derwêş be daxewe katman berew kotayî deçê . Sibey yanî Dûşeme 13-î July bîst u şeşemîn salî têrorî duktur Qasimlû u hawrêkanêtî le şarî Vienna le Utirîş be dest memurekanî hikumetî îslamî êran. Le ser ew rûdawe peyamit çiye?

Mehabad Ferho: Emin be rêzekî gelêk mezin yadî duktur Qasimlû dekem. Duktur Qasimlû hem zanayekî zor gewre u hem siyasetmedarêkî zor gewre bû. Min çend car le Parîs dîtm u çendîn carîş hate Birûksêl u lêre zor dîdarî siyasî encam da.Yek lew dîdaraneş ke ew demî rêkxistinî zor zehmet bû bo siyasetmedarî Kurd danîştinî bû le gel serokî meclîsî Senay Bêljîk Walt Liemans le salî 1983. Bawer bike le duway dîdareke duway çend rojan emin çawm be serokî meclîsî Sena kewit u lêm pirsî eto Duktur Qasimlût pê însanêkî çon bû? ew welamî ke ew dayewe qet le bîrim naçê gutî: eger ew însane Urûpayî baye êsta serokwezîr yan serok komarêk , serok dewletêk bû. Liemans gutî ew însanêkî gelêk zîrek u ‘aql bû. belam, be daxewe ewîş buwe qurbanî têrorî dewletî êran ke ewe çendîn sale zulmêkî gewre le xelkî kurd deka. Ew zulm u zordaryey dewletî êranê deyka debête kotayî ew dewlete u bew şêweye natuwanê berdewam bê.

Qazî: zor spas berêz Derwich Mehabad Ferho bo beşdarît le bernamey Rawêj da.

Mehabad Ferho: serçawan, gelêk memnûn

Qazî: Bîneranî xoşewîst bem core degeyne kotayî bernamey em careşman , takû Rawêjêkî dîke lay êweman xoş!
……………
Têbînî: ew hawpirseye le êwarey Yekşeme 12-î July  2015 le bernamey Rawêjî têlêvîzyonî Stêrk da bilaw buwetewe. Bo dîtinî vîdêoy em bernameye u bernamekanî pêşû dekrê ser le hîsabî ” Rawêj ” le torî komelî Youtube helênin.

F
E
E
D

B
A
C
K