Dr Kemal SidoAkademîsyen û aktîvîstê mafê mîrovan Dr. Kamal Sîdo ku beriya demeke nêz li Rojava demekê ma û di derheqê rewşa heyî de lêkolîn û çavdêrî pêkanîn, da zanîn ku li pişt DAIŞ’ê gelek dewlet hene lê ew niha ji qontrola xwediyên xwe derketiye.
10 Adar 2015

Nûnerê Rêxistina Gelên di bin Gefan de yê Rojhilata Navîn Dr. Kamal Sîdo di derheqê rewşa dawî ya Rojava, şerê kurdan ê bi DAIŞ’ê re, peymanên kurdên Rojava yên bi mixalîfên Suriye’yê re û peywendiya kurdên Rojava û Başûrê Kurdistanê de ji Rojnameya BasNûçêyê re axivî.

Piştî şer li Suriyê derket kurdên Rojava pergaleke taybet ava kirin. Kobanê hat rizgarkirin û li Rojava pêşketin pêk hatin. Ev pergal dê biguhere an na?

Helbet destpêkê tiştê herî girîng ew e ku rewşa gel gelekî xirab e. Gelê sivîl gelekî zehmetiyan dikişîne û gel nema tehammul dike. 3 sal derbas bû, sala 4’emîn e. Li gelek herêmên Suriye’yê av tune ye. Kobanê hat wêrankirin. Efrîn nehatiye wêrankirin lê gelek problem hene. Problema avê, bêkarî, dorpêçkirinê heye û deriyên sînor nayên vekirin. Heman tişt li Cizîrê û Qamişlo ji wisa ye. Her wiha êrîşên DAIŞ’ê xetereyên El-Nusra û Artêşa Azad hene. Ez hîn jî behsa rejimê nakim û îhtimale ku rejim bi ser bikeve. Lê ez bawer dikim ku di demeke nêzik de rejim serkeftî nabe. Dîsa îhtîmale ku DAIŞ’ê, El-Nusra û Artêşa Azad jî êrîş bikin. Heke ku îro kurd bi hev re kar bikin barê wan sivik dibe. Barê kurdan gelek giran e, lê dema ku li dijî hev diaxivin, barê wan girantir dibe. Kurd karê xwe berdane propagandayê li dijî hev dikin. Yek dibêje rola peşmergê heye yê din dibêje rola YPG’ê heye. Di her awayê de li dijî hev in û gel jî ji vê rewşê gelekî acize. Pêwîste em pirsgirêkên xwe hemûyan bidin aliyekî, ji ber ku meseleya me dûr û dirêje. Gerek em, pirsgirêkên xwe dînin cihekî û bifikirin ku DAIŞ îro kurdan dikuje. Tirkiye, Îran pişta wê digrin. Nabe ku em li ser vê li hevdu nekin. Kurd dema bi hevrebin barê wan sivik dibe û îro pediwiya kurdan ya giring jî ev e.

Peymanek di navbera Kantona Efrînê û Arteşa Azad û mixalifên Suriye’yê de pêk hat. Arteşe Azad amadekariyê dike ku biçe Raqa’yê û Til Ebyadê. Wisa xuya dike ku dê YPG jî piştgiriya wan bike. Di pêşerojê de ev peyman dê ji bo Rojava çi bi xwe re bîne?

Mimkune ku kantonên din jî peymanên bi vî awayî pêk bînin. Arteşa Azad ne bi destê xwe ye. Girêdayî gelek dewletan e. Girêdayî Tirkiye’yê ye, girêdayî Suudî Erebîstanê ye, girêdayî Emerîka’yê ye. Dema ku ji wan re bêjin hevkariya kurdan bikin wê hevkariya kurdan bikin. Ji ber ku pereyên wan çekên wan çûn û hatina wan, bi rêya Tirkiye’yê derbas dibe. Eger biryareke navdewletî, digel kurdan şerê DAIŞ’ê bikin hebe dê şer bikin. Lê ger ku biryarek tine be, ez wê êxtimalê nabînim. Lê kurd mecbur in ku li gel komên çekdar ku li herêmê hene, carinan peymanan durist bikin. Ji deriyên Kilisê, Azazê derbas dibin. Berî du mehan derbasbûn zehmet bû. Me bi rêya telefonê pirs dikir ka îro komên li ser sînor çawanin. Kom îro başin lê sibe ne baş in. Ji ber ku komên çekdar ên Suriye’yê zû tên guhertin. Tu dikarî alîkariya wan bikî, çekan bidî wan, ew diçin, dibin alîkarê DAIŞ’ê. Lew re Emerîka behsa wê yekê dike ku hêzên nû perwerde bike. Eger biryareke baş hebe û Tirkiye û Erebîstan Kurdan wek beşekê bibînin baş e. Lê Tirkiye daxuyanî da û got ‘Em nahêlin li Bakurê Suriyê tu îdare çêbibe.’ Îdare tenê wê kengê çêbibe, dema rejim nema wê demê.

Hûn dizanin ku Tirkiye ji bo Tirba Şah Suleyman ji YPG’ê alîkarî xwestiye. Û heya komên operasyonê jî di nava Kobanê re derbas bûne. Ev tişt guhertina siyaseta Tirkiye nîşan dide yan na? Heta niha Tirkiye’yê dixwest ku Kobanê bikeve. Lê niha leşkerên xwe di Kobanê re derbas dike û bi Rojava re hevkariyê dike. Di pêşerojê de pêywendiyên Rojava û Tirkiye dê çawa be?

Qedera me di destê Tirkiye’yê de ye. Çi pozitif, çi negatif. Tirkiye dijminatiya me bikê wê rewşa me xerabtir bibe. Dostaniya me bike dê rewşa me baştir bibe. Kurd, dijminatiyê nakin. Tenê mafên xwe dixwazin. Pirsgirêka kurdên Suriyê çi ye bi Tirkiye’yê re. Em dizanin ku hêza PYD’ê nêzikê PKK’ê ye. Li vê derê bi hevûdin re diaxivin em dizanin ku peywendiyên wan hene. Çi li Îmrali’yê dibe, çi li Qendîlê dibe. Yanî ev siyaseta ku Recep Tayip Erdoğan dike nayê famkirin. Tu aştiyê li gel kurdan dixwazî, li gel wê hêzê dixwazî, lê di heman demê de tu dixwazî wê hêzê tune bikî. Eger ev siyaset bê guhertin wê Suriye qezanc bike. Her wiha divê Tirkiye li Suriye’yê helwesta xwe biguherine. Dîsa li Suriye, ermenî, elewî, ezdiyên kurd, îsmaîlî hene. Divê ew jî bên parastin. Em naxwazin ku kurd bibin beşek ji koalîsyona sunne û li hember şiiyan, ev jî xetereyek e. Divê ji bo Suriye’yeke demokrat koalîsyonek hebe ku hemu gelên Suriye’yê bi hev re bijîn û kurd jî bibin xwedî maf. Çi otonomî be, çi federasyon be, çi jî dewlet be. Ev biryara kurdan e. Lê em nebin beşek ji planên Tirkiye û sunnîzmê û nehêlin ku gelên li wir bên kuştin.

Artêşa Azad, mixalîfên rejima Suriye’yê li hemberî şiîyan şer dikin. Ev nîşaneyên çi ne? Eger krd jî bibin perçeyekî ji vê hevkariyê, îhtîmale ku kurd jî li hember şîîyan şer bikin?

Na ez bawer nakim. Niha dijminê sereke yê xelkê Suriye’yê DAIŞ e. Hem rejîm, hem kurd û hem jî Arteşa Azad – azada rastî- divê hemû bi hev re şerê DAIŞ’ê bikin û DAIŞ’ê ji holê rakin. Di wê derê de, dema ku ev mesele çareser bû, careke din li gel hevdu rûnin û pirsgirêka Suriye’yê çareser bikin. Komên çekdar yên ku ji derve hatine çi sunnî, çi şiî, bila ji Suriyê vekêşin û gelê Suriye bixwe meseleya xwe çareser bike. Çawa kurd ji Herêma Hikûmeta Kurdistanê hatine û piştgiriya birayên xwe dikin, wisa şiî jî tên piştgiriya elewiyan dikin ew jî mafê wan e. Ji ber ku tirs li ser wan heye. Ne tenê piştgiriya rejimê dikin, piştgiriya wan jî dikin. Li wir xirîstiyan jî hene. Dema ku konsepta çareseriyê hebe dê ev mesele zû çareser bibe. Komên şiî, ne wek komên sunnî ne, komên disîplînîtir in. Komên şiî di bin bandora Îran û Hizbullahê de ne. Bes di komên sunnî de herkes xelîfe ye. Hemû kes di cihê xwe de, xwe dike xelîfe. Bes şiî wisa nînin. Yek serî ne.

Şer û pevçûna li Sûriye’yê, şerê mezhebên olî û komên tûndrew wê heta kêngê bidome?

Di destpêka qeyrana Sûriye’yê de li Elmanya ji min dipirsîn. Digotin; ‘wê şer çikas dirêj bibe.’ Bersiva min ji 3 heya 30 salan bû. Va 3 sal derbas bû 27 sal man. Ev texminek e. Çima, li Ewrûpa şerekî 30 salî hebû di navbera Protestan û Katolikan de. Di navbera mezheban de bû ew şer. Mesele ne tenê komên DAIŞ’ê ne. Gelê ereb, piştgiriyê didin DAIŞ’ê. Sempatiya gelê Tirkiye’yê jî ji DAIŞ’ê re heye. Dema ku tu bi wan re biaxîvî tu dibînî. Wan wek komeke sunne dibînin. Divê ev mesele bê çareserkirin û divê Suudî Erebistan, Tirkiye hemû bi hevdû re li gel Emerîka vê meseleyê çareser bikin. Divê îslam jî weke Vatîkan vekişe hûndirê mizgeftan. Destê xwe dirêjî siyasetê neke.

Kurd bi piranî sunne ne û DAIŞ jî sunne ye. DAIŞ çima êrîşî kurdan dike?

Ez dibêjim wexta ku DAIŞ girêdayî dewletekê ye, em bêjin DAIŞ êrîşî kê dike. Divê em vê bizanibin. Dema ku şiîyekî digirin, serê wî jê dikin. Bi wateya xwe girêdayî welatên sunne ye û projeyekê sunne ye. Belkî destê Îran û Rejima Sûriye’yê jî tê de hebe. Lê ez bawerdikim ku DAIŞ projeya Tirkiye’yê ye. Çawa di dema xwe de li Bakurê Kurdistanê Hizbullah hat avakirin li dijî tevgera kurdan, pişt re ji kontrolê derket, DAIŞ jî wisa ye. Ez dibêjim DAIŞ projeyeke Tirkiye’yê ye. Tenê ya Tirkiye’yê nîn e lê Tirkiye jî di nav de ye û rola sereke dilîze. Ew kesên ku ji Ewropa tên ji ku derbas dibin, ji Tirkiye’yê derbas dibin. Pereyên wan, endamên wan, li ser Tirkiye’yê derbasî Sûriyê dibin. Ez demekê beriya niha li ser sînorbûm. Min li wan guhdar dikir, hemû lojîstîk û tiştên din ji ser Tirkiye’yê re derbas dibin. Eger Tirkiye rê ne de wan dê rewşa wan gelek zehmet be. Tenê bêalî be, bêje ez notr im dîsa zehmet e. Tirkiye ne bêalî ye. Ji ber ku armancên Tirkiye hene. Yek ji wan jî lawazkirina tevgera Sûriye, lawazkirina tevgera kurd e. Ya dudiyan dijminatiya Beşar Esad e. Du armancên wê yên sereke hene.

Hevpeymanek di navbera partiyên kurdên Rojava de li Duhokê hat çêkirin. Nîqaşên wisa hene ku di pêşerojê de ewê Kantonên Rojava, bi ser Başûr ve bên girêdan. Gelo wê ew yek pêk were?

Ez gelek acizim dema ku em gotina demokratîk bi hemû pêyvên xwe ve dikin. Bi gotinan mirov nabe demokrat. Divê mirov di pratîkê de demokrat be. PYD di bingehê xwe de rast e. Ango di xetên giştî de, tehlîl û tespîtên PYD’ê rast in. Tehlîl û tespitên wan ji şerê Sûriyê re rastbûn. Wan digoti em xwe biparêzin û binêrin rewş çawa ye. Siyaset jî wisa ye. Tu nikarî bêjî min careke wisa gotiye ezê wisa bikim. Siyaset tu carî wisa nabe. Li gor rewşê dimeşe. Niha li herêmên kurdan bingeheke rêveberiyê ava dibe. Zimanê wê, dibistana wan ya bi kurdî ye. Ev tiştên bingehîn in ku divê sed sal berê hatibana avakirin. Divê aştiyê di nav xwe de çê bikin. Divê hemu aliyên kurdan beşdarbin û bibin şîrîkê hev. Gerek e peymana Duhokê bibe realîte. Gereke şerê îdarî nebe û îdare dewlemendtir bibe. Dema ku nexşe têk biçe bê xerakirin ixtimal heye ku Cîzire bi Kurdistana Başûr ve bê girêdan. Îhtimal heye ku bibe federasyon jî. Tişta girîng ew e ku divê kurd xwe biparêzin. Başûrê Kurdistanê bê parastin. Li Kerkuk û Şengalê jî ev yek dibe. Ew bajar dibin beşek ji Kurdistanê.

Hun nîqaşên avakirina Kontan Şengalê çawa dikarin binirxînin?

Ev nakokiyên siyasi ne. Gereke gelê Şengalê biryara xwe bixwe bide. Ne PKK ne jî PDK bi tenê nikarin ji bo êzdiyan biryarê bidin. Bi hevdu re rûnin û çareseriyekê bibînin. Êzdî nikarin bê Kurdistan bijîn. Hewce ye em hemu ji bo ku pergala xwe avabikin alîkarî bidin wan. Şengal dilê Kurdistanê ye. Şengal bê Kurdistan Kurdistan jî bê Şengal nabe.

Çend sal beriya niha ji bo Kongreya Netewî amadekarî dihatin kirin. Astengî derketin û kongre pêk nehat. Bi taybetî pirsa min ev e; çima kurd nayên cem hev?

Pirsgirêkên kurdan gelek zehmet û aloz in. Gelek zimanên me, mezhebên me û gelek partiyên me hene. Em miletekî pir reng in. Projeya neteweyîbûna kurdan divê ne wek neteweyên din be. Divê projeyek pir reng be. Yekpartî, yekalî, yekserok ji bo kurdan nabe. Ev siyaset di Kurdistanê de nabe. Ne PKK, ne PDK û ne jî YNK nikarin yekrengiyê avabikin. Xûya dike ku miheqqeq dê dewletên kurdan çêbibin an jî federasyon çêbibin. Divê heta niha me komîteyên xwe avakirîbûna û herî kêm mehê carekê ew kom bibûna û xebatên xwe bidomandana Û di nav demê de pirsgirêkên xwe çareser bikirina. Komîteyek ava bû lê temenê wê kêm bû. Divê di demeke nêz de em werin cem hev û komîteyên xwe sazbikin.

Xebatên dîplomasiyê ku ji aliyê rêveberiya Başûr û ya Rojava ve tê kirin xwedî taybetiyeke çawa ye?

Bi taybetî piştî ku DAIŞ derket, ew dîplomasî zêde bû. Helbet berî wê jî avantaja Herêma Kurdistanê gelek baş bû û pozitif bû, ji niha baştir bû. Awantaj û prestîja Kurdistana Başûr, li nawdewletî gelek baş bû. Ji ber ku dîtin ku projeya wan projeyeke însanî ye. Dema ku xirîstiyan ji Baxda’yê û ji Musilê bazdidin diçin Herêma Kurdistanê, ji aliyê kurda ve hatin parastin. Dema ku DAIŞ êrîşî wan kir dîsa baz dan Kurdistanê. Kesî zor neda wan û heman tişt li Rojavayê Kurdistanê jî heye. Rola Barzanî gelek giring e. Lê divê rola aliyên din jî neyê jibîrkirin. YPG’ê tekoşîneke gelek mezin da û rola wê gelekî mezin e. Şerê wan ne yê îro ye.  Çend sal e berdewam dike. Rola herdu aliyan jî heye.

Li Hasekê rejimê êrîşî kurdan kir. Her wiha Îran û Hizbullah li herêmê ye. Gelek hêzên din jî hene ku alîkariyê li rejîmê dikin. Kurdan bi mixalîfan re peyman çêkir. Hesekê di xetereyê de ye. Hêzên rejimê hîn li Qamişlo’yê ne û dikarin êrîşî kurdan bikin. Di pêşerojê de egereke wisa heye ku kurd û rejim bên hemberî hev?

Di demeke nêzik de ew îhtîmal tuneye. Ji ber meseleyên dîrokî asurî-suryanî û xirîstiyanan li wir ji kurdan ne razî ne. Pewîst e leşkerê rejîmê ji ber vê sedemê li wir bimînin. Her çiqas kurd ji wan hez dikin jî lê baweriya wan bi kurdan nayê. Lê ew leşkerên li wir îhtîmale ku dema rejîm biserkeve an jî nêzîkî serkeftinê be, bi kurdan re şer bike.

Kobanê wêran bû. Wisa xûya dike ku avakirina wê jî ew ê gelekî zehmet be. Îmkanên kurdan nîn in. Hûn li Ewropa ne. Ji bo avakirina Kobanê divê Kurdên li wir xebatên çawa bikin? Gelek caran rêvebirên Rojava ji bo alîkariyê bang dikin lê hîn jî alîkarî nehatiye. Gereke çi bê kirin?

Dîsa jî hevdengiya kurdan di parastina Kobanê de girîng bû, avakirina Kobanê jî girîng e. Avakirina Kobanê gerek ne li ser yek alî be. Gerek PYD bi tenê biryarê nede, divê gelê li wir, hêzên din yên siyasî jî beşdarî vê xebatê bibin. Kobanê ya hemû kurda ye. Çawa hemûyan parast bila hemû avabikin. Dema ku hemu kurd beşdar bûn em jî dikarin baştir alikariyê bidin. Divê planak, projeyek hevbeş bê çêkirin. Em jî li Ewropa bi rêxistinên mafên mirovan ve dikarin dozê li hikumat û li rêxistinan bikin. Li Bakûrê Kurdistanê şîrketên kurdan gelek in. Li Başûrê Kurdistanê sermaya heye. Ew jî dikarin fînanse bikin.

We behsa xebatên li Ewropa kir. We heta niha kîjan xebat kirine?

Ji bo gelê Rojava hin karên me hene. Karê me yê yekemîn ew e ku derî bên vekirin. Qorîdora daîmî bê vekirin. Xwarin-vexwarin, çûn-hatin hebe. Li Efrînê deriyek hebe. Li Kobanê deriyek. Li Qamişlo deriyek. Ya din jî alîkariya mirovahî ye. Divê kurdên li Ewropa alîkarî bikin ji Rojava re. Ya din ew e ku rê bidin Ewropa ku komelgehên şarêza li wir ava bikin. Divê mafên mirovan binpê nekin. Eger ku girtiyên siyasî hebin gereke bên ziyaret kirin. Şermeke mezin e ku dema ev herêmên Kurdistanê yên nû çêdibin û girtiyên siyasî hebin, Îşkence hebin û em heqaretê li gel bikin. Heke ku prestîja me xira bibe cîhan alikariya me nake. (BasNûçe)

F
E
E
D

B
A
C
K