Bi destpêkirina giştiya dibistanan re, li Swîsre jî li her sê kantonên sereke Zurich, Basel û Bern dibistanên kurdî bi zêdeyî sed şagirtan dest bi hîndekariya sala 2016-2017 kir.
Komeleya Hîndekariya Kurdî ya ku li giştiya Swîsre ji rêxistinkirin, meşandin û pêşdebirina hîndekariya kurdî berpirsyar e îsal jî bi awayekî berfireh xizmeta hîndekariyê dide zarokên kurd. Li Zurichê bi awayê 4 polan, li Baselê bi awayê du polan û li Bernê bi awayê 2 polan hîndekarî hat dest pê kirin. Qeydkirina xwendekaran a seranseriya betlaneya havînê domiya hîn jî didome û her roj xwendekarên nû ji aliyê malbatan ve tên qeydkirin.
Ji ber ku li Swîsre hîndekariya di bin banê Komeleya Hîndekariya kurdî de ji aliyê dewlet û kantonan ve fermî tê nasîn û ders li dibistanên fermî tên dayîn, him xwendekar, him malbat ji vê yekê kêfxweş in û bi coş tev li hîndekariyê dibin.
Ji ber daxwaza zêde ya hîndekariyê, Komeleya Hîndekariya Kurdî li kesên dilxwaz ên bixwazin û karibin mamostehiyê bikin digere. Kesên di vî warî de serî li komeleya Hîndekariya Kurdî bidin, wê salekê di perwerdehiya mamostehiyê re werin derbas kirin û ger asta zanista wan a kurdî têrê bike, wê salekê tevî pratîka mamostehiyê, tev li qursên pedegojî yên li dibistana bilind a pedegojî ya Zurichê bibin û pişt re karibin dersên kurdî bi awayekî fermî bidin zarokan.
Kesên dixwazin ji vê derfetê sûd bigrin bi rêka malpera Komeleya Hîndekariya Kurdî ya bi navê www.kurdisch.ch, www.zimanekurdi.org dikarin serlêdanê bikin.
Li kêleka hîndekariya zarokan, Komeleya Hîndekariya Kurdî ji bo ciwanên Kurd û kesên mezin û biyaniyan jî dersên zimanê kurdî li her sê kantonên sereke dimeşîne. Kesên di her temenî de yên dixwazin kurdî fêr bibin dikarin bi rêka malperê ango bi rêka telefona bi hijmara 0041786087914 serî li Komeleya Hîndekariya Kurdî bidin û kurdî fêr bibin.
Hebûna Komeleya Hîndekariya Kurdî ji bo gelê Kurd ê li Swîsre dijî, şans û derfeteke mezin e. Bi saya vê Komeleyê cara yekem li Swîsre hîndekariya kurdî hat fermîkirin û her roj li tevahiya welêt şaxên wê vedidin. Komeleya Hîndekariya Kurdî ji gel û ji rêxistin û saziyên xwe ji rêvebirina gel erkdar dibînin, daxwaz û hêvî dike ku karibin leza xebatên xwe bigihînin asta pêşketina hîndekariya zimanê kurdî, li her qadê, di her civîn û rûniştinê de zimanê kurdî bi kar bînin, lê xwedî derkevin û pêşî li ber hîndekariyê vekin. Komeleya Hîndekariya kurdî vê xebata hîndekariya zimanê kurdî wekî xebateke man û nemanê ya kurdan dibîne û bi vê grîngiyê di bin her şert û mercî de lipêşxistina hîndekariyê ji xwe re bingeh girtiye; ji ber vê yekê ji gel xwedîderketineke hîn mezintir û xurtir hêvî dike.
Di dawiyê de Komeleya Hîndekariya Kurdî mizginiyê dide ku di demeke nêzîk de li kantona Aargau jî dest bi hîndekariya kurdî were kirin.

F
E
E
D

B
A
C
K