Imparatorîya Osmanî û hevkarên wan di sala 1915an da dijî gelên xwecih yên Xiristiyan [Mesîhî] ku li cografyaya Mezopotamya û Anatolîya dijîn qirkirinek pêkîna. Hejmareke bilind ya Kurdên Êzidî jî bi ber vê jenosîda wan ketin. Di vê qirkirine da rêvebiren Cemîyeta Ittihat Teraki, çeteyên Teşkîlata Mexsûsa, Alayên Hemîdîyê û Ertêşa Osmanî, efserên [sobayên] di Ertêşa Osmanî da kar dikirin, li hemberê mirovahîyê sûc kirin. Gelê Ermenî û Asûrî-Suryanî-Kildanî, bi armanca ku bi dirok û kultura wan ve ji holê rakin qir kirin. Ev qirkirin li dijî mirovahîyê sûcek e ku ne mumkun e bête inkar kirin. Belgeya berçav û heqîqî hejmara kuştina ji milyonek û nîvan zêdetir mirovan e. Qeydên nufûsa Împaratorîya Osmanîyan jî vê rastîyê teyîd dikin.

Ji gelê Asûrî-Suryani-Kildanî zêdetir ji nîv milyonê, ji gelê Ermenî jî di ser milyonekê mirov bi barbarî û bi rengên cuda û li cihên cuda hatin kuştin. Bi sed hezaran kes jî ji cih û warên wan, bi Qanûna Tehcîrê hatin surgun [mişext] kirin. Bi deh hezaran, piranî zarokên keç û jinên ciwan, hatin misilman kirin û bi awayekî xeyrî insanî, bi zorê hatin zewicandin. Bi hezaran warên bicihbûnê, dêr û manastir, dibistan û pirtûkxane, kargeh hatin wêran kirin. Hejmareke ne diyar mal û milk û dewlemendî hatin desteser kirin û xesp kirin. Kuştin û birandina gelên Asûrî-Suryanî-Kildanî û Ermenî û wêrankirina wargeh û şopên kulturî û dîrokî yên wan mubah hate ditin; bi bangên cîhadê û fermanan paksazîya etnîk û dînî hate kirin.

Împaratorîya Osmanî, axa Mezopotamya û Anatolîya dagîr kir û bi sedsalan talan kir û di sala 1915an da jî ev gel qir kirin ku ji vê birîna jenosîdê hêj jî xwûn têt. Ev travmaya ku bi serê van xelkan hatî eve sed sal in li ser nifşên nû bûye trajedî ku bi bîrhatinên gelek tahl ve tijî ye. Piştî jenosîda ku sed sal ji ser ra derbazbûyî, Komara Tirkîyeyê ku mîratxwera Imparatorîya Osmanîyan e, vê qirkirinê qebûl neke hingê dibe şirîka vî sûcî ku eve bi newlekî dî tête manaya domandina jenosîdê. Bi munasebeta 100. sala jenosîdê em bang li Komara Tirkîyeyê dikin ku qirkirinê qebûl bike û pêdivîyên wê jî bîne cih.

Em Dem û Dezgehên Kurdistanî û Mezopotamyayî, bi navê Komîteya Hevpar ya Dîplomasîyê, jenosîda sala 1915an careke dî bi xurtî şermizar dikin û daxwaz dikin ku ji alîyê tevahîya dem û dezgehên peywendîdar ve bête qebûl kirin.

26.04.2015

– Komîsiyona Karê Derve ya KNKê
– YNK
– PYD
– GORAN
– HSDK (Hizbî Sosyalîstî Demokratî Kurdistan)
– Partîya Îslamîya Kurdistan –PÎK
– KCD-E (Kongreya Civaka Demokratîk – Ewrûpa)
– Hizbî Komunistî Kurdistan
– Yêkgirtûyî Îslamî Kurdistan
– Komelî Îslamî Kurdistan
– TJKE – (Tevgera Jinên Kurdistan – Ewrûpa)
– Federasyona Êzidîyên Kurdistanê
– E.S.U (Yêkîtîya Suryanîyên Ewrûpa)
– Partîya Yêkîtîya Suryanî – Rojava
– PJAK
– Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan
– Hizbî Ayendeyî Kurdistan
– Nûnertîya HDP ya Ewrûpa
– P.D.K.S (Partîya Demokrata Kurd li Sûrîya)
– P.Ç.D.K-S (Partîya Çepa Demokrata Kurd – Sûrîya)
– PÇK-S (Partîya Çepa Kurd – Sûrîya)
– Partîya Keskên Kurdistanê – Rêkxrawa Sewza Ewrûpî Kurdistanî
– Enstîtuya Kurdî ya Brukselê
– Rêxirawî Demokratîkî Yarsan
– PYNA – Rojava (Partîya Yêkîtîya Niştimanî Azad – Rojava)
– T.N.K.S (Tevgera Nûjena Kurdistan – Surîye)
– Meclisa Şengalê ya Derveyî Welat
– Dîwexanî Kurdî li Ewrûpa

F
E
E
D

B
A
C
K