Dewleta K.T. (Komara Tirkîyê) dest danî ser dêr, manastir, mal û erdê Asûrî-Sûryanî-Kildanîyên ku li Kurdistanê dijîn. Bi taybetî piştî ku Mêrdîn bu Şaredariya Bajarê mezin, gund û hukmî şexsîyeta gundan ji holê rabû û gelek dêr, manastirên dîrokî û malên sûryaniyên vê deverê bêdeng û beng radestî Serokatiya Karê Diyanetê kirin. Gelo, radestkirina mekanên pîroz, îbadetxane û malên miletekî Mesîhî jibo Teşkîlata Dîyanetê ya Misilmanan, navê wê ne talan û xespkirin be çiye? Vê rewşê kê bi çi mentiqê dîkare îzah bike? Çi wijan dikare vê rewşê qebûl bike?

Dewleta K.T. li pêşiyê de Gelên Mesihî di qirkirinan re derbas kirin û dest danî ser mal û milkên wan. Paşê yên mayîn jî, ji cih û warên wan nefî kirin. Niha jî, ji bo ku tevahî wan ji dîrokê paqij bike û bê bingeh bike, dest datîne ser mekanên pîroz û cihên dîrokî. Dîroka vê dewleta mêtinger (kolunyal) bi dujminatiya gelan bi nav û deng e. Berê her welatekî Rojhilata Navîn bî etnîkî, bawerî û çandî wek baxçeyê gul û kulîlkan bûn. Îro ev kulîlk yeko yeko diçilmisin. Duh li Îraq û Sûriyê barbarên DAÎŞê ev mirov qetil kirin, ji cih û warên wan nefî kirin, mekanên olî yên dîrokî rûxandin û talan kirin. Îro jî dewleta K.T.yê dest dide ser mal û milkên wan û xesp dike. Gelo di navbera wan de ti cudahiyek heye?

Wek Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, her tim li dij van neheqiyên ku li gelê Asûrî-Sûryanî-Kildanî dibin, em rawestiyan, me li cem wan cih girt û emê li ser vê helwesta xwe berdewam bin. Em di xespkirina cihên pîroz û dîrokî de jî li gel vana nin. Banga me ya li dewleta K.T.yê ev e: Divê hûn van dêr, manastir û erdên ku we dest dane ser, zûtirîn demê de bi şûn ve bidin xwediyên wan.

Bi vê munasbetê, em vê neheqîyê, vê zulmê bi hîşkî şermezar dikin, bang li hemî kesên xwedî wijdan dikin ku li gelê Asûrî-Sûryanî-Kildanî xwedî derkevin û piştgirîya wan bikin.

Konseya Rêvebir ya KNKê, 04.07.2017

Rue Jean Stas 41, 1060 Bruxelles Tel: 0032 2 647 30 84 Home Page: www.kongrakurdistan.net E-Mail: [email protected]

 

F
E
E
D

B
A
C
K