Ji ber sedema êrîsên DAISê li ser Kurdistanê, Komîsyona Karê Derve ya KNKê (Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê) 10.08.2014 bangewaziyeke lezgîn ji bo hemû bûroyên karê derve yên rêxistin û partiyên Kurdistanî kir, da kû karên lobî û dîplomasîyê plan bike û xebatan bimesîne.

Li ser vê bangê, kombûna yekemîn, roja 17.08.2014 li navenda KNKê li Brukselê pêk hat. Di vê civînêda Komîta Dîplomasî ya Hevbes ya Partî û Sazîyên Kurdistanî hate damezrandin û plansazîyek xebatê hate çêkirin. Civîna duyemîn roja 28.09.2014 bi berfirehtir, bi besdarbûna bûroyên karê derve yên gelek partî û rêxistinên Kurdistanî li navenda KNK pêkhat.

Ji bo xebat bastir bê mesandin, di cîvênda Komîteya Kargêr hate ferehkirin û biryar hate dayîn ku komîteyên hevbes yên xebata dîplomatîk li her welatê Ewropa were avakirin.

Di kombûnê de li ser rewsa siyasî ya Kurdistanê de minaqeseke berfireh hate kirin, tespîtên hatî kirin ew e ku destkeftên Kurdistanê çi li Basûr, çi li Rojava dibin, beramberî hêrîseke hovane û terorîstane de ne. Parastina van destkeftinan erkekî neteweyî û nistîmanî ye. Ji bo parastina van destkeftiyan bangewazî ji bo hemû hereketên Kurdistanî hate kirin ku di asta dîplomasîyêda bi hevre bixebitin û bi hemû derfetên xwe parastineke neteweyî ya hevbes pêkbînin.

Bi êrîsa DAIS di 10ê Hezîranê 2014 li Musulê û di 3ê Tebaxê 2014 li Singalê destpêkirî û li Maxmûr û Celewla berdewam kirî, bû sedema komkujiya gelê me yê Êzîdî, gelên din li Kurdistan û Mezopotamya, yên mîna Asûrî-Suryanî-Kildaniyan û Turkmenan. Bi sedhezaran Kurdên Êzîdî ji Singalê û gelên din jî, ji derdorê Musilê hatin koçberkirin, bi dehhezaran, bi rojan tî û birçî histin, bi hezaran însanên me qetil kirin. Bi sedan jinên Kurd yên Êzidî wek cariye hatin girtin û di bazaran de hatin firotin. Ew kiryarên bi vî awayî di sedsala 21ê de li pês çavên hemû cîhanê hatin kirin. Lê helwesta cîhanê bo vê yekê gelekî lewaz e. Eger berxwedana hêzên Kurdî neba temamiya xelkê Singalê ewê bihata qirkirin. Bi vê minasebetê em wê berxwedanê silav dikin.

Êrîsên DAISê yên li ser herêma Basûrê Kurdistanê bi berxwedana hêzên Kurdistanî û bi alîkariya hêzên navneteweyî hate ragirtin. Pistî vê yekê, DAISê û hevkarên xwe li gor planê xwe yê duyemîn, bi destkeftên çek û cebilxaneyên ji Mûsilê, berê xwe dane Rojavaya Kurdistanê û bi taybetî li dora Kobanîyê êrisên xwe zêde kirin.

Rojeva Kurdistanîyan îro bi temamî bûye parastin û berxwedana Kobanîyê. Kobanî çirîska pêsî ya soresa Rojavayê Kurdistanê ye. Kobanî bû pêsenga avakirina xweserîya demokratîk ya Rojavayê Kurdistanê. Ev çirîska xurt bi Efrîn û Cizîrê ve gur û ges bû û bi sîstema kantonan xweserîya demokratîk li Rojavaya Kurdistanê hate ava kirin. Îro tête xwastin ku soresa Rojavaya Kurdistanê di cihê destpêkê da bête temirandin. Eve hemleya çaremîn ya dijminan e li ser Kobanîyê.

Kobanî vê gavê ji sê alîyan ve li ber êrisên xedar yên DAISê ye û bi fedakarî berxwe dide. DAIS bi tank û topên giran li Kobanîyê dide lê xelkê Kobanîyê bi çekên ferdî berxwedaneke destanî pêk tîne. Bi deh hezaran xelkê gundên dorbera Kobanîyê ji ber van êrisên DAISê koçî Bakurê Kurdistan kirine. DAIS li ser navê hemû dagîrkerên Kurdistanê, bi zihnîyeta fetihkar ya kevneperestîya Islamî û neteweperestîya Erebî bi kîn û nefreteke kûr êrisî xelkê me dike. Dewleta Tirkîyeyê jî DAÎSê destek dike û hêzeke mezin dide DAISê.

Koalisyona navneteweyî ya dijî DAISê pêkhatî êrisên hewayî yên li ser DAISê mixabin di cepheyê Kobanîyê da sivik digire. Pistevanîya gelê me bi berxwedana Kobanîyê ve her diçe fireh û mezin dibe. Li seranserê Kurdistanê, li diasporayê xelk li ser pêya ne. Cîhana humanîter jî di nav xemxwarîyê de ye û dengê pistevanîya raya gistî ya navneteweyî bilindtir zêde dibe.

Ev hevkarî, pistevanî û desteka heyî hemû jî cihê teqdîrê ye lê belê têrê nake. Xelkê me divêt banga xwe ya ji bo dinyayê, bo vê koalisyona navneteweyî çêbûyî bike ku parastina Kobanîyê tenê bi hevkarîya mirovî û pêdivîyên jîyanê nabe, divêt ji alîyê hewcehîyên leskeri ve jî hevkarî bête kirin. Berî hertistî çeperên DAISê ji alîyê hêzên hewayî ve divêt bêyî rawestan û bi xurtî bêne skandin. Ji bo berxwedan û parastina Kobanîyê jî divêt çek û cebilxane bête dan.

Parastina gelê Kurdistanê û pêsîgirtina valakirina Kurdistanê bi helwesta neteweyî û bi hevra karkirina hemû hizbên Kurdistanî ve girêdayî ye. Kombûna me vê yekê pirr girîng dibîne û hebûn û nebûna Kurdistanê bi vê yekê ve girê dide.

Di kombûnêda, êrîsên van terorîstên DAISê ku di bin navê Îslamê de têne kirin weke êrîsên dijî Îslamê jî hate bi navkirin û hate sermezarkirin.

DAIS tenê hêzeke bi serê xwe nîne. Ji hin dewletên herêmê pistgiriya lojîstîkî, eskerî û siyasî digre. Kombûna me avakirina koalîsyonke dijî DAISê erênî dibîne.

Li ser vî ersasî, Komîteya Hevbes ya Dîplomasiyê ya hêzên Kurdistanî daxwaz dike:
1- Tehdîda mezin li ser Kobanê ye. Em ji hêzên Koalîsyonê dixwazin ku êrîsên ezmanî li ser çeperên DAISê yên li derdora Kobanê bi lezgînî pêk werin.
2- Alîkariya (leskerî, aborî, merovî, siyasî) Koalîsyonê bo Herêma Basûrê Kurdistanê dike helwesteke erênîye, em ban dikin ku heman alîkjarî bo rêvebiriya kantonên Rojavayê Kurdistanê jî were kirin.
3- Planê dewleta Turkiyê ya ku dixwaze li Rojavayê Kurdistanê (Bakurê Suriyê) herêmeke tampon an jî di bin navê herêmeke ewle pêk bîne, ev plan niyeta dagirkirina Rojavayê Kurdistanê ye. Em vî planê Turkiyê qebûl nakin û ji komelgeha navdewletî jî dixwazin vî planî red bikin.
4- Em daxwazê li hikûmet û parlamentoya Herêma Basûrê Kurdistanê dikin ku Rêvebiriya Kantonên Rojavayê Kurdistanê bi fermî nas bike û di zûtirîn dem de alîkariya çekan bo van kantonan bi cî bîne.
5- Rewsa wan jinên Kurdên Êzîdî, Turkmenên Sîe û Asûrî-Suryanî, ku ji teref DAISê ve hatine revandin trejediyeke însanî ye. Em bang li hemû cîhana demokratîk dikin ku li ser vê pirsgirêkê rawestin da ku ev jin di zûtirîn demê de bêne azadkirin û bêne parastin.
6- Ji bo parastina Êzidîyan teybetî li herêma Singalê, ji bo parastina Asurî-Kildanî-Suryanîyan li herêma Neynewa, ji bo parastina Turkmenan li herêma Tilefer, pêwîste tedbîrên askerî, siyasî û îdarî bêne girtin.
Komîta Dîplomasîya Hevbes ya Partî û Sazîyên Kurdistanî
30.09.2014
Partî û saziyên amade:
1- KNK
2- YNK
3- GORAN
4- KCD-Ewropa
5- Hizbî Komunistî Kurdistan
6- Yekgirtûyî Îslamî Kurdistan
7- Komelî Îslamî Kurdistan
8- TJKE – Tevgera Jinên Kurdistan-Ewropa
9- Federasyona Êzidîyên Kurdistan
10- Yekîtiya Suryaniyên Ewropa E.S.U
11- Partiya Yekîtîya Suryanî
12- PYD
13- PJAK
14- PSDK
15- Hizbî Zegmetkêsanî Kurdistan
16- AYINDE
17- Nûnertiya HDP ya Ewropa
18- P.D.K.S
19- P.Ç.D.K-S
20- Enstituya Kurdî ya Brukselê

F
E
E
D

B
A
C
K