Hêzên dijberên mafên gelê Kurd û alîgirên sher naxwazin doza tevgera rizgariya neteweyî yî kurdî bi awayekî ashtiyane were chareser kirin, ji ber vê yekê wan ev jinên ashtîxwaz kushtin, da agirê sher gurtir bibe.

Di dema ku em vê kiryara xwînrêj bi tundî shermezar dikin, di heman demê de em bangewazî raya dêmokrat li cihanê û bi taybetî hevpîshên xwe, endamên PENa Navneteweyî dikin, ku bandoreke navneteweyî li mîriya Tirkiyayê were kirin, da ew xwe bigihêne asta sharistaniya civakên dêmokrat î cihanê, dest ji siyaseta dek û dolaban, xapandina raya gishtî û terorkirina civaka kurdî berde, û ber bi pejirandina mafê carenûsî yî rewa yê gelê Kurd were.

Writers for Peace Committee – WfPC of Kurdish PEN Centre
Komîteya Nivîskarên bo Ashtiyê – KNbA ya
Navenda PENa Kurd
17.01.2013

F
E
E
D

B
A
C
K