ocalanDi demeke ku Kurdistan û Rojhilata Navîn bi lîstikên kirêt û hovane, ber bi kaoseke mezin ve dihate daftan, têkosîna gelê Kurd, Haraketa Azadiya Kurd û siyaseta Birêz Abdullah Ocalan, li Tirkiyê encamek erênî derxiste holê. Birêz Ocalan, bi salane dibin sertên giran de têkosîna astî, demokrasî û çareseriya pirsgirêka Kurd dike. Di encama hevdîtinên bi dewleta Tirkiyê, sandeya HDPê û Rayedarên KCKê re, “beyana niyetê” ji raya gistî re eskere kir. Lê ya giring ew e ku, pistî hevdîtina Sandeya HDPê bi rayedarên Desthilatdariya Tirkiyê re, di çarçoveya 10 xalên ku Birêz Ocalan wek xalên muzakereyê destnîsan kirin, daxuyaniyek hevpar ji raya gistî re hate deklere kirin.
Di dîroka Komara Tirkiyê de yekemîn car e ku dewlet, bi awayekî fermî bi nunerên Kurd re û bi peyamek dîrokî li pêsberî raya gistî beyanê dide. Ev peyama hevpar, naskirina “realîteya Kurd” e. Hemberî ku 10 xalên ku Birêz Ocalan ji bo muzakereyên çareseriyê destnîsan kirin, wek bingeha Desturnameya Demokratîk werin nirxanin jî, nayê wateya ku çareserî misoger bûye. Ji ber ku di pêvejoya çareseriya demokratîk de, ji Newroza 2û13an û heta îro, eniya Kurd, Haraketa Azadiya Kurd, binbarî û berpirsiyariyên xwe anîne cih. Desthilatdarî û dewleta Tirk, ji bo çareserî û astiyê yek gav bi tenê ne avêtiye. Tenê axivîn û hê jî diaxivin. Axaftin jî nayê wateya çareseriyê. Hemberî ku di “beyana niyetê” de mijara çekberdanê ne hatiye ziman jî, serokkomarê Tirk û rayedarên desthilatdariyê, beyanatên ku hev nagirin didin û çekdanînê diavêjin holê. Ev siyaseta demagojî ye. Bas tê zanîn ku Haraketa Azadiya Kurdistan (KCK), ne tenê li parçeyê Bakurê Kurdistanê têkosînê dike, li çar parçeyên Kurdistanê têkosîna azadî, mafê rewa û dmeokrasî dide. Lewma beyanatên rayedarên Tirk, wek her demê di çarçoveya demagojî û zexta psîkolojîk de ne. Gelê Kurd ew qonaxên xapandinê ji mêj derbas kirine.
Beyana niyetê, destpêka dîrokek nû ye. Ji bo dewlet û desthilatdariya Tirkiyê firsetek e. Xala duyemîn jî ew e ku “beyana niyetê” peymanên parçekirina Kurdistanê, siyaseta inkar û tunekirinê, ideolojiya yekperest teva têk birin. Lewra “beyana niyetê” destpêka muzakereyan e. Lê dive dewlet Tirkiyê û desthilatdariya AKPê, gavan biavêje. Di demeke ku “Pakêta Ewlekariya Hundir” di çarçoveya “nîzamnameya fasîzma res” de û sîstema Hitler û Musolînî tine bîra amirovan, dewletek polisiye derdixe holê; hêzên dewletê teva di yek destî de kom dike, gelê Kurdistanê bendeyî gavavêtinên dilsoz e. Da ku gelê Kurdistanê bawer bike. Eniya Kurdî, ji destêka pêvejoya çareseriya demokratîk, gavên pêwist avêtin, binbarî û berpirisyairya xwe anî cih. Eger îro li Tirkiyê û Kurdistanê hêviyek çareseriyê, hêviyek demokratîkbûnê di nava gelên Tirkiyê de belav bûbe, ev bi saya eniya Kurdî ye. Divê dewlet û detshilatdairya Tirkiyê nêzîk ne dûr û bêyî dereng bimînin gavan biavêjin. Ji bo gavavêtina dewlet û desthilatdariya Tirkiyê jî ti astengî û pirsgirêk li holê nemane. Bi rojan e, bi hefteyan e ku rayedarên dewlet û desthilatdariya Tirkiyê behsa vê daxuyanî dikirin. Daxuyanî, bi rengekî hevpar û mikur hatina “realiteya kurd” de hate dayin. Êdî dora gavavêtinan e.
Êdî, rê- girtina li ber ser û kaosa mezin di destê desthilatdariya AKPê de ye. Her gava werê avêtin wê rewsê paserojan destnîsan bike. Pêwiste desthilatdairya AKPê, bê denreg bimîne, sandeya muzakereyan, sandeya sopandinê saz bike, sertên hevdîtina Ocalan direct bi rayedarên KCKê û derdorên din re amade bike, birîna mumarî ya girtiyên nexwes û hwd. çareser bike. Beyana niyetê, firsetek dîrokî ye. Eger serokkomarê Tirkiyê û rayedarên desthilatdariyê dilsoz in û ciddî ne, vê firset û sansekî dîrokî, weke amurê hilbijartinan bi karnayînin û wê gava biavêjin.
Divê tevahiya gelê Kurd, demokrat, sorseger, gel û baweriyên cûda, astîxwaz, karker, çepgir û soresger di vê qonaxa dîrokî de, zext û zorê li dewlet û detshilatdairya AKPê bikin. Bas tê zanîn ku gihistina qonax. Ne bi saya desthilatdairya AKPê, bi têkosîna gelê Kurdistan, gelên Tirkiyê, demokrat, karker û soresgeran pêk hat. Gavên jib o astî û çareseriya dmeokrtaîk jî, yek alî û ji laiyê eniya Kurdî ve hatine avêtin.
Divê raya gistî ya Tirkiyê û Kurdistanê, di vê pêvejoya dîrokî de têkosîna xwe bi awayekî yekgirtî bi hêz bikin û bi sazkirina astiyek mayînde de û demokratîkbûna Tirkiyê tacîdar bikin.

Konseya Rêvebir ya KNKê
03.03.2015

F
E
E
D

B
A
C
K