Koerdische vrouwKomîsyona jinan a KNKê di 26ê Îlonê de di pêsengtîya berdevka komîsyona Jinan xanim Sahla Hafîd de civîna xwe ya asayî pek anî.

Di Civînê de rewsa Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê bi berfirehî hat gotûbej kirin.

Civîna Komîsyona Jinan a KNKê bi taybet ser êrisên terorîstên DAÎSê yên di serî de li Sengal, Kobanê  û bi gîhîstî li Herema Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê rawestîya û ew erîsen dijî mîrovahîye bi tundî sermezar kir. Bi yekdengî û bi rihe bîryardarî pediwî ji bo pesengtîya jinên Kurdistan û peserojek azad, bû rojeva sereke ya civînê. Kurdistan ji rewsekê awartê û xeternak derbas dibe. Her demê betir îro yekgirtin û hevkarî ji bo berxwedanek neteweyî pewîste. Komîsyona Jinan ya KNKê berxwedan û serhildana gele Kurd ji bo Kobanê silavkir û bang hemû jinên Kurdistan kir ku, hata azadkirina Kobanê hemû jin li kolan û qadan bin. Komîsyona jinan  bang li jinên Kurd dike ku berî herkesî jin li himber DAÎS bi tevahîya heza xwe bisekine. Ji ber ku DAÎS ji aliyekî ve li dijî Kurdan û ji alîye dîn ve jî dijmine jinayê. Di vê çerçoveyê de komîsyona jinan a KNKê berxwedana jinên Kobanê û gele Kurdistanê ji bo xwedîderketina nirxên xwe yên neteweyî silav dike.

Komîsyona jinan a KNKê bal kisand ser pistgiriya bi DAÎSê re ku Tirkiye û dewletên dagirker yên heremê û ên cîhanî berjewendiyên wan li Kurdistanê hene. Li alîye din jî bêdengiya gelek sazî û rêxistinên jinan a navneteweyî û Rojhilata Navîn ya li beramberî êrîsên hovane yên DAISê  bû mijara rexnekirinê. Komîsyona jinan bang li hemû jinen cîhanê, bi taybet jinên Rojahilata Navîn dike ku DAÎSê wek hêza dijminê jinan bibînîn û pistgirîye bidin jinên Kurd yen berxwedêr.

Komîsyona jinan a KNKê, di heman demê de, helwesta Rayedarên Hikumeta Basûrê Kurdistanê ku li hember revandin, destdirêjî û kustina zarok û jinên li sengalê bedeng ma, rexne dike.
Komîsyona jinan a KNKê, ji hikumeta Herema Kurdistanê daxwaz dike ku berpirsiyariyên xwe yên di warê tenduristî, bicihkirin, azadkirina jin û zaroyan de pêk bîne. Herwiha ji parlementerên jin ên parlementoya Kurdistanê , sazî û dezgehên jinan jî hat xwestin ku bibin sopînerê vê dozê.

Komîsyona jinan a KNKê her wiha bang dike ku deriyê sînor ê di navbera Basûr û Rojava de, ji bo alîkarîya mîrovî  neyê girtin û pêsiya alîkariyê bê vekirin. Ji bo ku pesîya sîyaeta li ser sînor be girtin komîsyona jinan ya KNKê pesnîyar dike ku derîyê sînor ne gor alîyekî sîyasî, di bin kontrola parlamena Kurdistan da bê kontrolkirin.
Li alîye din jî ji hukumeta Herema Kurdistanê hate xwestin ku di parvekirina alîkarîyen mîrovî de ji bo tevlibûna rêxistinên medenî veke, da kû parvekirina alîkarîyan adîlane be.

Komîsyona jinan ya KNKê bang li parlamena Kurdistan û dezgehên navnetewî dike ku komkujiya li sengalê weke jenosîdê bi navbikin.

Komîsyona jinan a KNKê bîryar girt ku ji bo baweriya Êzidatiyê bi jinên Kurd ên li Basûrê Kurdistanê were nasandin, di demeke guncav de konferansek amade bibe. Li alîyê din jî komîsyona jinan, ji bo rewsa jinên sengalî di cih de bisopînin, heyetên ji jinên Kurd û biyanî pêk tên biçîn serdana sengalê û encamên wê weke raporekê bi raya gistî ya navnetewî re parve bikin.

Di civînê de, ji bo trajediya jinên sengalî pê re rû bi rû mane careke din neyê dubarekirin, bal hat kisandina ser parastina cewherî ya jinan û bang ji bo jinen Kurdistan te kirin ku xwe ji bo parastina cweherî amadebikin.

Komîsyona Jina ya KNKê  herwiha ji jinên hunermend, rewsenbîr, siyasetvan û kesayetên serbixwe daxwaz dike ku, ku helwestên xwe yên der barê Kobanê û komkujiya sengalê de, bi riya medyayê xurtir bînin ziman û xwedî erka xwe ya pesengtîye derbikevin.

Herî dawî, Komîsyona Jinan a KNKê bang li jinên herçar parçeyên Kurdistanê  û derveyî welat kir, da ku xwedî li xwe derkevin û ji bo parastina xwe, cihê xwe di nava têkosînê de wek hezek peseng bigirin.

Komîsyona Jinan a KNKê
26ê Îlonê 2014

F
E
E
D

B
A
C
K