Bi taybetî bi pistî kûstina Usama Bin Ladin (2011), hevalên nêz û bi destxistina planên çalakiyên wan re, organîzasyona El Qaide hejiya. Ji endaman re, windakirina sop û guhertina qalikê xwe pêwîst bû. Endamên navendî li cî û deverên li derveyî kontrola gistî, Afganîstan û welatên ereban mîna Suriyê û Iraqê bi bêdengî, di avakirina hêzên nû û bihêzkirina hêzên radîkal de rol lîstin. Endamên bi xeter û perwerdekirî ku li welatên rojava bûn, çalakiyên xwe di çarçoveya têkiliyan de bi sînor kirin.

Avabûna ”Dewleta Îslamî-DI” di 2004 an tê nîsandan. Lê pêsketin û pêsxistina wê pistî kûstina Bin Ladin bûye. Bi qonaxa nakokiyên navxweyî yê El Qaida Iraqê, di 2013 an bi çalakiyên xwe li Suriyê re, navê ”DI”yê belav bû. Hiskî, sêweyê xebat û têkbirina muxalafetê rê vekir ku qismî li ser mîrasa El Qaide rûnê. ”DI”, pistre bi navê ”Dewleta islamî ya Iraq û Samê” hate nasîn. Lê pisporên pirsê, di sûna ”Samê”, binavkirina ”Levant”ê rastir dibînin. Levant, herêmek e, û besek mezin ji Suriye, Lubnan, Israîl, Urdun, Kibris, basûr û rojavayê Kurdistanê hemêz dike. Organîzasyonê, di havîna 2014 an de xîlafeta xwe di bin navê ”Dewleta Îslamî-DI” de îlan kir.
Bi êrîsên ”DI”yê li dijî eqaliyetên li Iraq û Suriyê, revandina rojnamevan, kontrolkirina bajarê Musilê, êrîsa li dijî herêmên Kurda li basûr û rojava re agehdariyên nû û sergirtî derbarê ”DI”yê belav bûn. Rapor û spekulasyonên istixbaratên Emerîka, Ingilîztan, Swêd, agehdariyên çalakvanê emerîkî Edward Snowden, hevpeyvîn û lêkolînên li ser pirsê, gelek pirsên bêbersiv ronî dikir.
Hejmarek mezin ji endam û çalakvanên Bin Ladin, pistî kûstina wî, li welatên rojava ketibûn qonaxa têkilî û bêdengiyê. Ew kes bi xeter in. Tespîtkirina nav, navnîsan û çalakiyên wan ne karek hêsan e. Tespît, ispat, girtin, dadgehkirin û cezekirina wan pirsê ji kokê ve çareser nake. Bihêzkirina hêzekî ekstrem li Iraq û Suriyê ku armanca xwe avabûna dewletek îslamî be dê bala wan biksîne. Dema mirov çavên xwe ji pêsketinek e demî ya ”DI”yê bigre û hêza ”DI”yê bi dagirkirina bajaran serkevtinê bidest bixîne, buyer dê hêviyên mezin bide endamên berê yên El Qaide û bawermendên ekstrem. Hêviyên pêk tên dê wan biksîne qada ser û welatên rojava ji xetera endamên ekstrem rizgar bike.

Israîl têkliyên xwe bi rêvebirên ”DI”yê re heye û li hemberî xeteran ne bê tedbîr in. Turkiye ji awira perwerde û çekdayînê rolek mezin lîst. Di bin navê alîkariya muxalefeta Suriyê, bê hesap çekên giran gihandin navendên ”DI”yê.
Sunni, li Suriyê û Iraqê ji destê rejîmên wir pir tadeyî dîtin. Bingeha ”DI”yê Sunni ye. Lewma bihêzbûna ”DI”yê û serkevtina wan li herêmên Sunniyan zêde nebû bi problem û bê serên mezin kete destê wan. Sunniyên di nav artês û burokrasiya Suriyê û Iraqê de, ji bo destxistina çekên giran yên artêsê bûn alîkarê ”DI”yê. Her wisa, neteweperestên ereb di rejîma Iraqê de, dema buyera Musilê bi zanatî gelek çekên giran yên artesê teslîmî hêzên ”DI”yê kirin.
Berdewama ser ji bo armancên ”DI”yê sert bû. Li gorî hesabê ”DI”yê, dagirkirin û êrîsa li dijî deverên Siiyan ne hêsan bû. Bexda û Sam bi çekên giran dihatin parastin. Êrîsek li dijî Israîlê ne di rojevê de bû. Êzdî, parêzvanên çand û baweriya Kurda ya kevnare û ne olîslamî bûn. Statuya li basur nîv resmî bû û parastina rojava ji aliyê stratejîk ve ne hêsan bû. Kurd bêxwedî bûn û çekên wan yên giran tune bû. ”DI”yê bêdengiya cîhanê fersend dît û êrîs bir ser herêmên kurda.
Welatên rojava di despêkê de çavên xwe ji çalakî û bihêzbûna ”DI”yê re girtin. Lê raçavkirin, sopandin, guhdarîkirin û hevkariya istixbaratên wan didomiya. ”DI”, hêza xwe ya leskerî û aborî ji % 30 ji Ewropayê girt. Gelek kes derbasî Iraq û Suriyê bûn û cihê xwe di nav refên wan de girtin. Ji bo ku bawermendên ekstrem ji Ewropa û Emerîkayê derînin û çavtirsandî bikin, propaganda medyayê li Ewropayê dane destpêkirin. Qanûna qedexekirina hemwelatiyên ewropî û besdarbûna wan di nav refên ”DI”yê de, anîn rojevê. Gelek kes, berî derketina qanûnê derbasî Rojhilatanavîn û tevlî ”DI”yê bûn.
Pistî serkevtina plana derxistina kesên bi xeter ji welatên rojava û civandina wan li navendekî, terbiyekirin, kontrolkirin û kedîkirina ”DI”yê bû plana duwê. Emerîka bi welatên mutefîk re hêzên ”DI”yê ji ezmên ve bombe baran kir. Statuya nîv resmî ya Herêma Kurdistanê hate parastin û gelek welatan alîkariya çek û mecalên perwerdê pêskêsî Hikumeta Herêma Kurdistanê kir.
Pirs ne tenê terbiye, kontrol û kedîkirina ”DI”yê û bawermendên ekstrem bû. Lagalkirina hêzên ekstrem û binavkirinên nû jî dikare were rojevê. Anku, ”Sykes Picot”, bersiva îro nade. Kurd statuya xwe ya berê napejirînin. Sunni statuyek e siyasî dixwazin. Eqaliyat û baweriyên li herêmê ji bo mafên xwe dengê xwe bilind dikin. Ji aliyekî servanên demokrasiyê mizgîniya ronahiyê didin û li aliyê din, hêzên res mîna ”DI”yê dixwazin bi tarîtiya xwe, rojê bikin sev. Balansdayînek pêwîst e.
Qonax têra xwe hesas e û wisa xuyanî dike ku dê itîfaqên nû biafirîne. Hêzên nû dê bibin xwedî gotin. Divê kurd para xwe mezintir bikin.
Yekdengiya netewa kurd û berdewama wê giring e. Toleransa navxweyî sert e. Hevkariya hêzên çekdar pêwîst e. Kordîne, vekirina korîdorên nav bes û herêmên kurda divê bê plankirin û çareserkirin. Ji berjewendiyên partiya bêhtir yên netewî giring bên girtin. Têkiliyên nû bên parastin û xurtkirin.

F
E
E
D

B
A
C
K