Di deriyaya bi gemar ya rojhelata navîn de Kurdistana mezin gemiyek kevnare silo pilo û xiloleye, berjewendiya dawîn ya gel li çar aliyên welat li ser pista vê gemiyê ye, hêviya her kesiye gemî bi silamet bigehe armanca xwe. Niqobûna her aliyekî bi wateya serûbinkirina gemiyê tê zanîn, ji ber vê yekê parastina gist gemiyê erkê ser milê teva ne, ango ne ziman dirêjiye belkî mafê her kurdekî ye, xwe bi xwediyê gist kurdistanê bizane, erê .. heke em rastiya van sînûrên destkird nasbikin gereke wisa be, çima na?

Îro li basûrê welatê me çirayek ges helbûye, parastin û gesmayîna vî çirayî erkê ser milê her kurdekî ye, pêwîste kurdê/a sor, yê/a zer, yê/a kesik, yê/a sipî û heya bi yê/a bê reng jî ji boy parastina prosesa azadiya basûrê Kurdistanê hewil bidin, mîna bazinê keskesorê rengên xwe li hev badin û vê destkeftiya dîrokî biparêzin. Dema em basê van erkan dikîn gereke em qebûl jî bikin ku mafê her kurdekî heye ji boy gesepêdana kar rexnê li xebatên rêvebir û rêvebiriyê bigire. Ger na, gelo ma emê çi ji welatekî yek rengî û yek dengî bikin, ku tê de azadiya bîrûrayan qedexe be, tawana welatparêzan derbirîna daxa dilan be?, emê çi ji welatekî bikin muxalifet tê de neyê parastin, jin lê bên kujtin, mela hakim be, serok cas rêber be û kilîl û mifte bi dest gendelan be?

Her soresek li cîhanê serîhiladayi û serketin bi dest ve anî, ewe ya ku general û serleskerên wê mil bi milê siyasetmedar û rewsenbîran dayî mesandin, wate soresa bê siyasetmedar û bê rewsenbîr tenê di çarçoveya serhildanek çekdarî de dimîne û serketin û xelasiya milet li bendê bi xwe re nayîne. Çend berxwedana çekdarî dom bike li dawiya dawî maseya giftûgoyan heye û li ser wê maseyê aliyên bi serçûyîn tên ba hev û gifûgo tê kirin, ne çekdar pêwîste siyasetmedar li dora vê maseyê bên cem hev, di heman dem de parsengiya giftûgoyan jî girêdayî hêza leskerî, helwesta rewsenbîran û sarezaya dîroknasa ne..

A li ser maseya gitûgoyan timî kurdan dorandî ye û sikestin xwariye, serencamên ked, xwîn, xebat, girtîgeh, malwêranî, derbederî, enfal û hilkêsana bihna jehrê pûç derketine, ango diwarê siyasî û diblomasî de em bê rêber û bê heval bûne, bila em yek car dijiyanê de li xwe mukir bên û vê rastiyê bidin rû.
Kerem bikin vaye rastiya basûrê Kurdistanê li ber çava ye.
Va ye ji sala 1991 û vir de nîvek axa basûrê Kurdistanê azade û ji sala 2003 û vir de nîva dî jî ber bi azadiyê  ve ye, çi bû, çi encam jê derket?
bereyê Kurdistanê ku ji 8 partiyan pêk dihat, di nav lepên du partiyan de vetisî, bi mirina bereyi re hêdî hêdî muxalifet, rexnegirtin, azadiya bîrûbaweran kiz bû û ber bi neman ve çûn.
Nakokiyên partayetî, civakî û olî bi serê deselatê re kûrbûn.
Herêma min û ya wî bû realîteyek, cardin Kurdistan hat parçekirin, mixabin vê carê bi destê Kurdan bû.
Hestên neteweyî ji sifrê ber bi jêr kirin.
Jin ku nîva civakê ye ji xwe re kirin armanc, li jêr dirûsme ya namûs li cem jinê ye, xilasbûn ji jinan wate xilasbûne ji koletiyê û jêr destiyê ye.
Gendeliya rêveberiyê, milet ji besdarbûyîna prosesa rizgariya neteweyî dûrxistin, ev gendeliya heyî bêhêvîbûnek li cem xelkê Kurdistanê dirust kir û milet tar û mar kir.
Partiyên deselatdar ji ber nakokiyên xwe yên hundirîn û berjewendiyên xwe yên kesayetî, serok cas, sîxur û dijminên gel ku hîna jî xwîna kurdan bi destan ve ye, li xwe komkirin û kirin, rêberiya gel û welat di destan kirin.
Berjewendiyên kesayetî beriztir bûn ji yên neteweyî.
Li sûna prosesa rewsenbîriyê pês de bibin, bi rewsenbîran belîn, wijdanê rewsenbîran bi pere û malê dinê kirîn û firotin.
Dizîker zêde bûn gotin zengînî li kurdistanê heye, xwinmij û bazirganên ser li ser xwîna sehîdan burc û telar danîn gotin Kurdistan avedan bûye, gendelî hat normalîze kirin gotin eve berê xebat û mandûbûyînê ye, bila bixwin!!.
Li basûr hêz bû yasa, 17 sal borîn hîna jî yasa yê cîyê xwe negirtiye, li sûna dadgehê axayek dikare navbirîkariyê bike û bi hêceta çaksaziya civakî bikujan ji hukmê edaletê dûrbixin.
Li ser xatira xatiran her kar tê masandin û her kar jî tê xerabkirin.
Walî li gora dilê xwe dikare perçe zeviyan parve bike, li gorî nasbûn û wasteyîyê harîkarî bi xelkê re tê kirin
 Ji 80% budceya hikûmeta herêmê bo measa ye û 20% bu avakirinê ye, dibêjin bê karî heye û bi vê yekê gel ji belingaziyê rizgar dibe..
Ketina astê xwendin û perwerdeyê bi rengekî metirsîdar, astê xwendinê berî 17 salan bilintir bû ji ya niha.
Pishtî 17 salan ji rizgariyê, kolan û cade yên bashûrê Kurdistanê rengê cade û kolanên erebistana Sûdî wergirtiye, berî 17 salan hev re jiyana hemwelatiyan, bi ol û bîrûbawerên xwe yên cida ve bashtir bû ji niha.
Mela li ser menberan dawaza fetwayan li beshekî civatê derdixe (nimûne mele Ferzende li Akirê), û ser mehê meashê xwe ji wezareta Ewqaf û karûbarên dînî werdigre, kas nabêje çima?!!.

Dîroka me gist dûbare ye û ger iro jî  Kurd ji nû ve dest bi soresê bikin dê heman sasiyan kin, ji ber ku bingehê sores li ser tê avakirin bingehek zeyîv û lawaz e. Em Kurd di germin bo hin meseleyên neteweyî bêyi ku sûn pê yê xwe bibînîin lingê xwe tavêjîn, hem zû baweriyê bi hevalê/a xwe tînîn, hem jî zû wî/ê bi xayîn li qelem didin.
Siyaset zaniste û ji bilî bashûrê Kurdistanê, li gist cîhanê ev zanist bi sêweyek berfireh tê xwendin û her neteweyek yan her welatek li gorî pêwîstiya xwe giringiyê pê dide, pêwîste karê siyasî û siyasetvaniyê di çarçove ya sengest û pransîpên zanistê siyasetê de werin nirxandin, dema em bêjin filan kes yan bêvan kes siyasetmedare gereke bêjîn ka wî çend siyaset wek zanist xwendiye, di çi biwarî de sareza ye, bi bînin her hemwelatiyek Kurdistanê di heman dem de xwe bi mamoste, dixtor, endaziyar, cotkar, siyasetmedar, hosta, bazirgan û htd. Hisab dike, taybetmendiya kar tine be wê halê me ev hal be û rewsa me wê xeraptir lê were.

Zarathustra News – [email protected]

 

F
E
E
D

B
A
C
K