Pêwîstiya Ezdahiyan bi xwandegehên ku hest û berjiwendiyên kesayetiyê di ser ya Xwedê nasînê de bilintir bikin, tûne buye.
Dema min nifira bi tîpa -Ş- destpêdike di nav pirsên ku birêz Dursun Ali Küçük û Seyîdxan Kurij ji bo „hevpeyvîna Êzidî nasandin“ê ji min ra şandin de dît, ez gelekî xemgîn bûm. Lewma jî min li ser xwe pêwîst dît ku, ez vê xembariya xwe di rêya nivîsandinê de û li goriya zanîna xwe ji birêz Dursun Ali Küçük û Seyîdxan Kurij ra bidime xwanê kirin....
Ev peyman bi Turkî li ser malperê ye...
Gava ez bala xwe didime nav çapemenî û zargotina me Kurdan, dibînim ku gelek dîtin, serpêkhatî
û agehdarî li ser giringiya kevneșopiya sinet û kirîvatiyê hatine gotin û nivîsandin....
( Lo lo Hey lo lo.. Edûlê dibakê; de werin, werin gelî hevala, gelî hogira! Em ê du'akê ji rebê xwe bikin; îsal payîzxêr zû li welatê me biketa, giya bibûna çar tiliya, na welleh çar buhista… Selefa siwarê Derwêşê Evdî hatiba devê konê bavê min keçikê birawesta, Derwêşê Evdî tasek ava cemidî ji min bixwesta... Ji kêfa ji eşqa, ji leza xirxalê lingê min bifirya, bazinê destê min bişkesta… Ez ê çûbama ber kunê ava nîvê şevê, tasek ava cemidî, qerisî bidagirta, çireçira şîrê xav ji sînga xwe bidota, destê xwe bavêta bêrîka xeftanê Şamgeylanî, çengek şekirê xiloxavî li nav bixista… Bi destê rastê, rahişta tasa avê, bi destê çepê jêre kiriba kemberbesta… Min ê ew tasa cemidî hêdî, hêdî biriba ji ezîzê dilê xwe re, daba desta… Bera hingî Derwêşê Evdî çavê xwe li min bişkenanda, lêvên xwe li min bigezta… Hingî mirad û meqsedê min li dinyayê çibûna, min ê ji nûka ji rebê xwe bixwesta…) ...
( Lo lo Derwêşo! Min ê ti malê zehif û zor ji te navê.. bera kerîkî miya bê.. rebozekî hespa bê.. boşekî deva bê.. konekî reşî erebî, ser bîst û çar stûna bê.. mêkutekî ji darê darbena bê.. Ez ê vî konî vegirim li quntara çiyayê Evdilezîzê, delavê Çilqîza, Kepezê Mila, raserî Wêranşarê.. Ez ê berê vî konî bidim siyê, li min heram bê, ti carî berê wî nadim tavê.. Min ê e'hdek ji rebê xwe re daye; Piştî Derwêşê Evdî, kekê Fatma, siwarê Hedban mehra mêra li min heram bê...)...
Pêşgotinek pêdivî:
( Berriya Mêrdînê, bela bişewite berrîk bi ripin e, sê konên reş î Kurmancî lê vegirtin e, yek jê ê Hemê Mûsê ye, yek jê ê Zor Temir Paşa, bavê min e, konê sisiyan ê kinik Derwêşê Evdî, kekê Fatma, siwarê Hedban, tirrad elgom, ew kilê herdu çavê min e…)...
Ji bo sopandin, lêpêsgirtin û nerazîbûnê li hemberî hevpeymana Almanya û Sûriyê di 20 ê sibatê de li Elmanyayê, bajarê Hannover li qada Steintorê nêzîkî 3000 kes ber bi avahiya Parlamentê Herêma Niedersachsen ve mesiyan. Sloganên li dijî biryarên derxistina Êzîdiyên basûrêrojava û helwesta dewletê li dijî kurdên penaber yên Êzîdî hatin bilind kirin....
Kurdên Êzidî yên çiyayê Kurmênc(Efrînê), li rojavayî bajarê Helebê; li desta Cûmê, quntara çiyayê Kurdaxê û derdora çiyayê Lêlûnê(Seman), bi cî û war dibin û jiyana xwe ji sedê salan ve li vê herêmê derbas dikin. Xuyaye ku pistî herifandina impiratoriya Xalitiyan, Êzidî di welatê Mezopotamyayê de belav bûne, xwe li cihên asê girtine û wiha jî hin ji wan li çiyayê Kurmênc û desta Cûmê bicî bûne....
Hevpeyvîn: Serokê Enstîtuya Mezopotamyayê li Swêdê, Jan Beth-Sawoce
Hejmar: 11, Sibat 2009...