Li ser banaga Konseya Rêvebir ya KNKê, grubek berfireh ji nûnerên partî û rêxistinên Kurdistanî, roja 16.06.2018an li Bruksel li avahîya navendî ya KNKê kombûn. Beşdaran rewşa dawî ya Kurdistan û teybetî dagirkerîya dewleta Tirk ya ku niha li başûra Kurdistanê fireh dibe, bi berfirehî nîqaşkirin, nêrîn û helwestên xwe diyarkirin. Di encamê de li hember vê dagirkerîyê, biryar hate dayîn ku ev civîn xwe weke înîsîyatîfekî bimeşîne, ji bo pêkanîna hinek karên dîplomatîk û çalakîyên girseyî, plansazîyek xebatê hate çêkirin. Herweha civînê biryar da ku “Belgeya Stratejîya Neteweyî ya Kurdistanê” ya ku 2008an de di Civata Giştî ya KNKê de hatî qebûlkirin, bi vê daxunîyê re carek din bilav biki.

Dewleta Tirk, ji serê vê salê ve êrîşên xwe yên li ser parçeyên din yên Kurdistanê (Rojava û Başûr) zêde kirine. Ne tenê êrîş dîki herweha di heman demê de qadên berfireh digri û dagîr diki. Êrîşa pêşî li ser herêma Efrînê bû. Ji 10ê Adarê ve êrîşên li Başûr zêde kirine û devera Biradostan dagîr kirîne û dagirkerîya xwe roj bi roj firehtir dikin. Her çend bi hinceta dijberîya hêzên HPGê têne herêmê, lê di bingeha xwe de ev êrîş berfirehtire û hedef hemî deskeftîyên gelê me ne. Hincet çi dibe bila bibe deverên têne bombakirin û şewitandin, deverên têne dagirkirin Kurdistanin û hedef jî hemî kurdin.

Li hember vê dakirkerîya dewleta Tirk gelek partî, rêxistinên sivîl û gelê me yê Başûr dengê xwe bilnd dikin û helwest digrin. Lê mixabin sêrîde Hukumeta Herêma Kurdistanê û hinek partîyên Kurd, heta niha bê dengin. Di heman demê de hukumeta Bexdayê jî xwedî helwestek ron û eşkere nîne. Herweha reya giştî ya navneteweyî jî bê denge. Ev jî cesaretê didi dewleta Tirk ku dagirkerîya xwe firehtir biki.

Li ser vê rewşê civîn van xalên jêrîn diki biryar û ji reya giştî re pêşkêş dîkî:

  • Hêzên ku li Bakur, li Rojava û li Başûr, li hember dagirkerîya dewleta Tirk berxwe didin û tekoşînê dikin, Civîn di sêrîde van hêzan silav dike, destek dike û pîroz dike.
  • Civîn van êrîş û dagirkerîya dewleta Tirk bi yek dengî şermezar dike û li hember van êrîş û dagirkerîyê helwest digre û di her astî de biryara tekoşînê dide.
  • Li hember dakirkerîya dewleta Tirk pêwîstî bi yekîtîyek xurt heye. Di vî warîde ji bo berxwedana Efrînê platformek berfireh hatîye avakirin û ev partî rêxistinên di vê civînê de hemî di paltforma Efrînê de endamin. Civîn ji Platforma Piştgirtina Berxwedana Efrînê daxwaz diki ku li hember dagirkerîya dewleta Tirk bi giştî raweste, rol, xebata xwe û navê gora vê rewşa nû biguhere.
  • Heta Platforma Efrînê xwe gorî vê pêşniyarê berçav re derbaz biki û formekî nû wergiri, partî û rêxistinên vê civînê de amade weke înîsîyatîfekî dijê dagirkerîyê, wê karên xwe bimeşînin.
  • Civîn bang li hemî partî û rêxistinên Kurdistanî dike ku li hember vê dagirkerîyê bê deng nemînin û helwest bigrin.
  • Civîn ji hukumeta Herêma Kurdistanê û hukumeta navendî ya Êraqê daxwaz dike ku hewestek eşkere û ron li hember dagirkerîya dewleta Tirk bigrin.
  • Civîn ji dostên Kurdan û reya giştî ya navteweyî daxwaz dike ku dijê dagirkerîyê bê helwest nemînin û piştgirîya tekoşîna azadîyê ya gelên Kurdistanê bikin.
  • Civîn çalakîyên dijê dagirkerîya dewleta Tirk destek dike, teybetî çalakîyên Mertalên Zîndî yên diçin herêma Qendîlê silav dike û bang li Kurdistanî û dostên Kurdan dike ku beşdarî van çalakîyan bibin.
  • Hukumeta AKPê dagirkerîya li Rojava û li Başûr, herweha hemî êrîşên dijê gelê Kurd weke parçeyek kampanya xwe ya hilbijartinê dibîne û dijê HDPê kartîne. Civîn vê pêvajoya hilbijartinan de bang li gelê Bakura Kurdistanê û demokratên Tirkiyê dike ku di hilbijartinan de biçin ser sindoqan û piştgirîya HDPê bikin.

Înîsîyatîfa Dijê Dagirîya Dewleta Tirk ya li Kurdistanê

 

F
E
E
D

B
A
C
K