Duhî [01. 12. 2017] li herêma Federasyona Bakura Sûrîyeyê hilbijartinên meclisên navçeyî hatin kirin. Hilbijartinên Federasyona Bakura Sûrîyeyê ji 22ê meha Îlonê [2017] were ji bo sê qonaxan hatibûn plan kirin. Di 22ê Îlonê da ji bo hevserokên komûnan hilbijartin hatin kirin. Yên meclisên navçeyan jî duhî hatin kirin. Hilbijartinên qonaxa sêyemîn jî ji bo parlementoya federasyonê dê li meha yêkemîn ya sala nû, sala 2018ê bêne kirin. Bi van rêze hilbijartinan timamî cografyaya Federasyona Bakura Sûrîyeyê berpirsiyarên xwe bi rengekî demokratîk hildibijêrin.

Ev prosesa hilbijartinan bi serê xwe karekî giring û pêdivî bû û di du qonaxan da ev kare bi serkevtî hate encamdan. Hêvî ew e ku bi hilbijartinên meha yêkê ya sala 2018ê jî ev prosesa demokratîk bête timam kirin û xelkên vê cografyayê bibine xwudanê rêvebirîya xwe bi xwe.

Ev hilbijartin hem ji bo Rojavaya Kurdistanê, ku parçeyê herî mezin yê Federasyona Bakura Sûrîyeyê ye û hem jî bo navçeyên ku xelkên dî yên Ereb, Suryanî, Ermenî, Çerkez û herweha xwudanên bawerîyên dînî û mezhebî yên cuda lê dijîn gelek giring bû ku bikarin bi van hilbijartinan nîşan bidin ku heke bi îradeya xwe ya demokratîk hereket bikin dikarin jîyaneke hevrayî ya demokratîk bi hev ra ava bikin.

Ev hilbijartin di demekî wisa da hatin kirin ku dagîrkerên Kurdistanê di nav êrişkarîyeke mezin da ne. Di nav hinde arêşe û çembera agirê gur da hem organîzekirina van hilbijartinan hem pratîzekirina wan bi serê xwe serkevtinek e. Ji ber hindê em wekî KNK rêvebirîya Federasyona Bakura Sûrîyeyê û Rêvebirîya Rojavaya Kurdistanê û hêza asayişe û herwisa hêza parastina vê cografyayê YPG û YPJê jî pîroz dikin ku hilbijartin di nav ewlekarîyê da dane kirin. Şik tê da nîne çu kar û xebat bêyî kêm û kasî, bêyî xeletî nayên kirin. Herweha di hemî hilbijartinan de dibe ku encam û prosesa hilbijartinê ne bi dilê hemî kesan bin. Ev jî sihê naxe li ser encamên hibijartinan. Li gel vê yekê jî nûnerên 24 partî û gelek kesên serbîxwe bi zêdeyî 5 hezar û 470 namzetan, di nav de Ereb, Suryan, Kurd, Çerkez, Ermen, Turkmen û pêkhateyên din di pişbirkê de bûn.

Cihê keyfxweşîyê ye ku ji parçeyên din yên Kurdistanê û ji welatên cuda heyetên çavdêrîyê çûne navçeyê û hilbijartin ji nêzîk ve taqîb kirin. Bi taybetî hevserok û nûnerên Kongra Civaka Demokratîk – KCD, parlamenter û nûnerên HDP, nûnerên fraksîyonên PDK, GORAN û YNK li Parlamenta Kurdistan û hindek organîzasyonên sivîl jî nimayenedeyên xwe rêkirin navçeyê û piştevanîya vê prosesa hilbijartinan di cihê xwe da kirin ku eve cihê teqdîrê ye.

KNK hêvî û daxwaz dike ku hilbijartinên Federasyona Bakura Sûrîyeyê ji bo xelkên navçeyê bibine wesîleya jîyaneke azad, demokratîk û wekhevane. Herweha tête hêvî kirin ku ev sîstema li cografyaya Federasyona Bakura Sûrîyeyê bibe çirîska xêr û xweşîyê ku li timamî Sûrîyeyê sîstemekî federal û demokratîk anjî konfederal û demokratîk bête ava kirin ku hemû xelkên li Sûrîyeyê li ser esasê xwezî û daxwazên xwe yên demokratîk bikarin bi hev ra wekhevane, azadane û demokratîkane bijîn.

Sêrîde Rêveberîya Federasyona Bakura Surîyeyê û hemî kesên organîzekirin û pêkanîna vî karî de beşdarbûyîn, kesên çûyîn ser sindoqan deng dayîn, herweha kesên weke namzet beşdarê hilbijartinan bûyî û kesên hatîn hilbijartin, em weke KNK, wan hemîyan pîroz dikin û serkeftinê dixwazin.

Konseya Rêvebir ya KNKê

2 Kanûna Pêşîn [December] 2017, Bruksel

F
E
E
D

B
A
C
K