Di roja 28.01.2019, Cenabê Tehsîn Beg, Mîrê Êzdîyan, çû ser dilovaniya xwe. Koça wî di rojeke hestiyar de ku civaka Êzdî û hemî gelê Kurdistanê tê re derbas dibe, hundayiyeke mezin e.

Kesayetiya  Mîr Tehsîn Beg di nava Êzdiyan û di nava temamiya Kurdistaniyan de li ciyekî bilind bû. Xwedî tecrûbe, zana û hêvîdar bû.

Rayedarên dewletan pê bawer bûn. Qedrê wî dihat girtin.

Mîr Tehsîn Beg, jiyaneke têr pirsgirêk jiya. Di piçûktiya xwe de bavê xwe hunda kir. Barekî giran ket ser milê wî. Êrîşên derdorê ji ser civaka Êzdî qut nebûn. Ew bi xwe jî bû hedefa gelek êrîşan û ji aliyê rejîma Iraqê bi îdamê hat mehkûmkirin. Li hember hemî êrîşan Mîr Tehsîn Beg, neşikest, gav bi paş ve neavêt, têkoşîna xwe domand.

Mîr Tehsîn Beg, ne bes Mîrîtî ji civaka Êzdî re dikir. Wî herweha navê xwe di dîroka Kurdistan de wek yek ji mezintirîn mezinên Kurdistanê de jî nivîsand. Ji ber van sedeman jî koça wî ciyê xemgîniyê ye.

Ji malbatiyên wî, civaka Êzdî û ji temamiya Kurdistaniyan re sersaxiyê hêvî dikin. Ciyê wî buhuşt be.

Derwêş M. Ferho

Serokê Enstituya Kurdî ya Brukselê

Bruksel, 31.01.2019

F
E
E
D

B
A
C
K