Bruksel, 26.02.2018

 

Lê mixabin siyaset û têgihiştina îro di qada navneteweyî de qurbanê berjewendiyên aborî û peywendiyên navdeweletî ne. Kiryarên di hember gelê Kurdistanê, siyasetmedar û saziyên Kurdistaniyan de nakeve tu ciyê hiqûqî, exlaqî û merovantiyê. Daxwaza dewleta Turkiyê û girtina Salih Muslim, nîşana vê rastiyê ye. Ne bê wate di dema xwe de serokekê serhildana Başûrê Kurdistan Melle Mustafa Berzanî gotibû “ji bo dewletên dinyayê îro,lîtreyek petrol ji hezar kilo hiqûq girantir e.”

Dewleta Turk siyaseta xwe ya qirêj di her alî de bi hemû hêza xwe li her cî û dem dewam dike. Dinya bi temamî jî dibîne û dizane Erdogan, hikûmeta wî, dewleta wî çi ne û çi dikin. Heman dinya jî dibîne û dizane Kurd çi ne, çi dikin û çi dixwazin. Lê dîsa heşkere ye ku tewra van dewletan û rayedarên wan di hember hikûmeta Turkiyê de, di hember Kurdan de bi çi awayî ye. Ne şerm dikin ne jî exlaq heye.

Ev bû sed sal ku dewleta Turk bi hemû hêza xwe; leşkerî, siyasî, kultûrî, civakî, dîplomasî, … êrîşên xwe li ser Kurdistan dike. Tu sînorên rêzdariya merovantiyê di kiryarên vê dewletê de xuya nakin. Bi hemû lîstik, dep û dolabên xwe, bi hemû qirêj û êrîşên xwe li ser Kurdistan didomîne. Û dinya, raya giştî ku her dema cî tê li ser mafên merovan, demokrasî û bêhnferehiyê diaxive, bêdengiya xwe berdewam dike. Ew dinya ku baş dibîne û dizane bi hezara siyasetmedarên Kurd, rewşenbîrên Kurd li Turkiyê û Bakurê Kurdistanê di zînadan de ne. Zor û zilmeke mezin li ser Kurdistaniyan heye.

Di 24.02.2018 de, êvarê dereng, li Prag, paytextê Çekiye, li ser daxwaza dewleta Turk, birêz  Salih Muslim hate girtin. Girtina birêz Salih Muslim bê hiqûqî ye, neheq e û zilm e. Bi vê girtinê, Interpol û rayedarên dewleta Çekiye jî bi vê yekê dibin şîrikê kiryarên dewleta Turk û bi temamî qirêj û bêhnpêketî ye. Saleh Muslim, di hemû jiyana xwe de ji bo mafên merovan têkoşîn kiriye. Wî ji bo jiyaneke azad xebitiye. Di ciyê ku rayedarên Çekiye qedr û qîmet bidin kesên mîna wî, diçin dibin şirîkê sucê dewleta Turk.

KNK di daxuyaniya xwe de weha dibêje: “Li himber êrîşên dewleta Tirk ya li ser gelên kurdistanê bi giştî û li ser Federaliya Bakurê Suriye bi taybetî li ser Efrînê, ma gelo heta kengê wê ev dunya bêdeng bimîne?

Li Suriyeyê cihê herî aram û jiyanek demokratîk ya hemû gelan û baweriyan bi hevre dide meşandin Kantona Efrînê ye. Hukumeta faşîst ya Receb Tayib Erdogan, bi hemû hêza xwe ya leşkerî û paramiliter ve, êrîşên wahşane dibe ser vê herêmê. 38 roj e ku êrîşên xwe yên hovane, bê navber dide meşandin û heta niha bi sedan mirovên sivil hatin kuştin û birindarkirin. Piraniya wan jî zarok û jin in. Li gel ku YPG’ê biryara “Saziya Neteweyên Yekbûyî” ya ji bo Agirbestê qebûl kir jî, ordîya Tirk êrîşên xwe berdewam dike. Heta niha dewletên cîhana serdest hîn jî bêdeng in! Bêgûman ev helwest, ji faşîzma Erdogan re xizmetê dike. Girtina Birêz Salih Muslim jî parçeyek vê konseptê û vê bêdengîyê ye. Ev rewş nayê qebûlkirin û emê bi hemî awayî dijî van êrîşan û vê zilmê derkevin.

Em bang li dewleta Çekiye dikin ku demekî zûtir birêz Salih Muslim berdin, bes bibin şîrikê zilmê û xizmet ji diktarîyo Erdoagan re nekin.

Em bang li Yekîtîya Ewropa dikin û dibêjin; Çekiye endamê Yekîtîya Ewropa ye, hûn jî ji vê rewşê berpirsiyarin û hûn nebin şîrikê zulma dewleta Tirk.

Weke hercar, banga me ya bingehîn her dîsa ji gelê me re ye. Em dibêjin; em xwe hîn bêhtir bi rêxistin bikin û îradeya xwe qayîmtir bikin û li hember hemî êrîşan rawestin, ji bo rêberên xwe azad bikin bê navber tekoşîna xwe li her cih û warî bidin meşandin.”

Serketin û şikandina bêdengiya cîhanê di hember vê neheqiyê de girêdayê têkoşîna me ye. Em çiqasî bi rûhê azad, li xwe, serokên xwe, siyasetmedarên xwe xwedî derkevin hewqasî jî bi hêz dibin. Wê demê tu hêz û kes nikare nehqeqiyan li me bike.

Di roja îro de bang û daxwaza me ji rayedarên Çekiye: Azadiya Saleh Muslim e.

Derwich M. FERHO, Enstituya Kurdî ya Brukselê

F
E
E
D

B
A
C
K