J.J. Jones ku ji bo têkoşîna zimanê Gallerî gellek ked daye ji bo gelê xwe wiha gotiye: “…….  Hun ji welatê xwe dûr nakevin lê welatê we we terk dike. Ji bin lingên we dişemite, ji we dûr dikeve. Ji aliyê bayekî ve tê li ber xwe dibe û dikeve destê çanda gelekî din.”

Şerrê duyemîn yê cîhanê nakokiyên di navbera civata Frensîaxêv û Flamanî/Hollandî axêvan de kûrtir dike. Dezgehên dewletî û hikûmet di destê Frensizan de ye. Xwe xwediyê Beljîka û biryarên bingehîn dibînin. Di heman demê de belavbûna tevgera Flamanan jî hêza wan lawaz dikir. Hevkarên rayedarên dewletê di nav Flamanan de bi destxistiyên herî kêm razî ne, beşa din hemû mafên ku Frensiz xwedî ne ji gelê xwe re jî dixwazin. Rayedarên dewletê û hevkarên wan yên Flaman ev beşa duyemîn bi cudaxwaziyê tewanbar dikir.

Flamanan yekemîn partiya siyasî bi navê Frontpartij (Partiya Eniyê) di 1919 de bi gelek dijwariyan ava kir. Hem partî hem komên din xebata ziman bê rawestan meşandin.

Rayedarên dewletê jî bi hemû hêza xwe siyaseta asîmîlekirinê pêk dianîn. Di sala 1921 de rêbazeke herêmî hat qebûlkirin, lê dîsa ji Flamanan re ne li gor pêdiviyan dihat dîtin. Mînak, Bruksel di nava herêma Flander de ye, lê ziman û jiyana Frensizî bû rastiyek. Hêza dewletî hemû rê li ber zimanê Flamanî digirt. Flamn wek gel piçûk dihatin dîtin, zimanê wan jî yê gundiyan duhate qebûlkirin. Flamna ji xwe re li derfetan geriyan, dîtin û xistin jiyanê. Gav bi gav, li bajar û gundên flamanan dibistanên bi zimanê dayikê perwerde didan peyda bûn. Lê xwendina bilind bi Frensizî bû û ev jî dibû sebeba gelek astengiyên xwendekarên Falaman. Cara yekê ye ku di 1923 de zanîngeha Gent destûreke qismî (teng) stend ku bi zamanê dayikê perwerdê bike. Ev bes nebû, lê gavek ber pêkanîna hêviya mezin bû. 10 sal paşê destûra ku Flamanan dixwest hate pejirandin û zanîngeha Gent bi temamî bi zimanê dayikê perwerda xwe pêk anî.

Ji sedema ku hin ji hêzên Flaman di dema şerrê duyemîn yê cîhanê de aliyê Almanan girt têkoşîna Flaman di qada ziman de jî kete bin gelek zextan. Dewleta ku rayedarên Frankofon bi hêz in, temamiya Flamanan kire bin konê tewanbariyê. Li cem ziman, nakokiyên di qada civakî, kultûrî û aborî jî hê kûrtir bûn. Di nav van gengeşiyan de Flaman partiyeke xwe nuh ava dikin: Volkunie (Yekîtiya Gel, 1954 ). Pirsgirêka ziman, aborî, civakî û rûhê Flamanî zindî kirin. Pê re pê re hêza aborî ji Wallonië (aliye Frensiz) ber bi Flander ava dibe. Ji 1960 û paş ve, gav bi gav sîstema federalîzmê li Beljîka dane qebûlkirin. Beşek ji şahredarên Flaman bi dirûşmeya: Ev herêm Flaman e û perwerde û jiyan divê bi Flamanî be siyaset xurt kirin. Lê Frensizan ji destpêkê ve siyaseta asîmîlasyonê hewqasî bi hêz kiribûn ku di vê xebatê de tengasî dikşandin. Bi taybetî Bruksel li ber şek û pekan heliya bû.  Ev pirsgirêk heta roja îro jî heye.

Ji  salên 60î ve Flamanan di çarçeweya zagonê de zimanê xwe dan pejirandin. Di fermiyetê de Flamanî li Flander, di nava Beljîka de li cem Frensizî, zimanê jiyanê û perwerdê ye. Lê çend bajar û gundên wan bi teybetî li herêma Brukselê statuya taybetî stendin ku gel xwedî biryara bikaranîna yek ji du zmanan be.

http://ronahi.net/ku/index.php/2018/07/16/pevajoya-tekosina-zimane-dayike-li-flander/

 

[1] Sedema van mijaran û mînakên bi vî awayî nêzbûnî û hemanbûna pirsgirêkên me Kurdistaniyan e.

F
E
E
D

B
A
C
K