Zahf bextiwar bûm ku, mal û komelên Êzîdiyan di helwestnama xwe de hinek ji zilm û zora desthilatdariya hikumeta tirkiyê,  bi gelek berpirsyarên partiyên ku di parlemontaya almaniya de, rêxistinên sivîl, weqf, înstîtut, dêr û navendên olî, yên Xaçparêst, Cihu, Êzdî, Bisilman, Elewî ûhwd.yên li almanya yê hene ne dahne kifskirin. Binêren li,“Daxwiyaniya mal û komeleyên êzîdiyan derbareyê gotara Erdogan a dawî de“
Her weha ez zahf dilxwes bûm ku, hinek ji berpirsyarên mal û komelên me Êzîdiyan jî, di 31.10.12 de li bajarê Berlinê, tevî gelek demokrasîxwazên Kurd, Tirk, Alman ûhwd, berpirsyarên civakên etnîkî û baweriyên ku di nava tirkiyê de hene, besdarî mesa protestokarina seredana serokwezîrê dewleta tirkiyê R. T. Erdogan bûn.
Dilê min dixwast, ew Konferansa Êzîdiyan ya ku di navbera 16-17’ê cotmehê 2012 de, li Amedê bi pêsengiya hinek endamên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û alîgirên BDP`ê,  Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ), rewsenbîr, welatparêz, „olzahne“ û „lîderên ola Êzdîtiyê“ ve hate li darxistin jî, mîna vê helwest û daxwaznama li dijî seredana serokwezîrê dewleta tirkiyê R. T. Erdogan, ya Almaniya û desthilatdariya hikumeta tirkiyê, bi alîkariya tevgereke olzahnên Êzdîtiyê, yekîtiya rêvebirên mal û komelên Êzîdiyan bihata amede û niqaskirin.
Bi dîtina min, armancên Konferansê ji bo nasîna Êzdîtiyê pêsketî û naveroka bernama wê pir qels bû. Tevî vê xembariyê jî, ez serokê KCDê rêzdar Ehmed Turk,  wan endamên Kongreya Civaka Demokratîk, alîgirên BDP`ê , hemû welatparêzên Kurd, dost û endamên civaka Êzdîtiyê, yên ku ev Konferansa li paytexta bakurê Kurdistanê û ji bo nasîna Êzdiyatiyê amede kiribûn, spas dikim.
Hêvîdarim ku di serî de desthilatdarên dewleta tirkiyê û hevalbendên hukumeta tirkiyê- “demokratên Ewrûpayiyan“, her weha rewsenbîr, zahne, sazî, komel, dezgeh û rêxistinên partiyên Kurd(Êzdî)an,  jî bikaribin, mîna ku serokê KCDê rêzdar Ehmed Turk gotî, “… Bav û kalên me li destê wan xwîna gelê êzidî heye. Li eniya bav û kalên me morek res heye. Em dixwazin hûn me bibexsînin.” van rastiyên dîrokî bivînin,  bes me Êzdiyan bi peyvên neqenc piçûk bikin, destên xwe ji qirkirina „kurdên resen“ û tahlûkên asîmlasiyonê bison. 
Ji xwe gelek ji we rêzdaran dizanin û ez jî di her êrîna xwe de dêjim, hêvîdarim  ku tevayiya endam-rêvebirên mal û komelên me Êzîdiyan bizanibin, raste ku pêdiviya me Êzdiyan bi zanistî, tecrûbe, pisportiya birayên Kurd û hwd. heye. Lê, divê em jî bikaribin weke her dîn, civakê, çarenûsa xwe bihêz û rêxistbûna endamên Êzdîtiyê diyar bikin.
Ji Xwedê lave dikim ku, birakujiya di nava Kurdan de qet nemîne, hemu mafên civakên gelê Kurd, daxwazên girtî û kesên ku niha di grêva birçîbûnê de ne werine qebulkirin.

K.Tolan, Xemxwar û Berhevkarê kevnesopên Ezdahîtiyê.
04.11.12

F
E
E
D

B
A
C
K