Îro pêncî roje ku zêdetir ji 700 girtîyên Kurd ên siyasî di piraniya zindanên Tirkiyê de dest bi gireva birçîbûnê kirine.
Daxwazên wan ev in:
Boykota li ser rêzdar Abdulah Öcalan rêberê 1-
zindanîkiriyê PKKê bê hilanîn û ji girtîgehê bê azad kirin.
2-Zimanê Kurdî bi awayekî fermî bibe zimanê perwerdê û girtiyên Kurd di dadgehan da, xwe bi zimanê xwe yê zikmakî biparêzin.
3-Di girtîgehan de rewsa jiyana girtiyên siyasî bastir bibe.

Ji 12ê September ku ev girev dest pê kiriye, hejmara girtiyên ku bi karekî wiha re rabûne, çiqas ku dem çûye zêdetir bûye û hejmareke zêde ji nunerên parlman û saredarên bajarên bakurê Kurdistanê, bi nîsana destek û pistgîrî a ji wan, dest bi gireva birçîbûnê kirine. Ji xeynî vê jî, duh 30ê Ocktober, ne tenê li Kurdistanê, belkî li bajarên Tirkiyê jî Kurd hatine ser cade û seqaman û bi mêtîng û mesan, pistgîriya xwe a ji daxwaz û çalakiya girtiyên zindanan, bi awayekî pir germ û cos dan xuyakirin.

Dewleta Tirkiyê îtraf bi vê gireva gistî a girtiyên Kurd kiriye û wezîrê edaleta vî welatî jî bi helkefta cejina Qûrbanê, bi hinek girtiyan re hevdîtin pêk aniye. Sadula Ergîn ji wan:” daxwaza bidawîkirin girevê kir û da zanîn ku dengê wan hatiye bihîstin.”
Ev di demekê de ye ku rewsa hejmareke mezin ji wan girtiyan nebase û girev her wiha berdewame û ne dûre ku hinek ji wan kesan jiyana xwe wenda bikin. Di piraktîkê de jî pêngavek ji bo pejirandina daxwazên wan ji hêla dewleta Tirkiyê ve nehatiye avêtin Hizbî Demokratî Kurdistan, bi çavê rêz û hurmetê li daxwazên wan girtiyan, awayê xebata wan û pistgîriya gelê Kurd a li wan dinêre. Em daxwaz dikin ku dewleta Tirkiyê ku çend sale awa û siyaseteke nû li hemberî pirsgirêka Kurd di wî welatî de daye pêsberî xwe, him mîna berpirsyartî di asta parastina canê girtiyan de û him jî wek rêzgirtin ji îrada netewekê ku daxwaza mafên xwe yên rewa dike, vê derfetê ji bo peydakirina rêya çareseriyeke cidî, bikar bîne û sûdê jê bistîne.
Dewleta Tirkiyê ku dixwaze di asta herêmê de, rolê rejîmên dîktator û bizava li dijî wan bilîze, divê di nava welatê xwe de jî, pêswaziyê li ramanên demokrasîxwaziyê û rêyên çareseriya dadperwerane ji bo arêseyan bike.
Hîvîya me ewe ku gelê bakurê Kurdistanê li ser daxwazên xwe berdewam bin û hêz û îrada xwe a neteweyî bi rêya çalakiyên sivîl berdewam bikin û ji hêla din jî dewleta Tirkiyê û sîstema siyasî a vî welatî, bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hander û wek faktorekî sereke rê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd xwes bike .

Hizbî Demokratî Kurdistan
Deftera siyasî
2012/10/31

F
E
E
D

B
A
C
K