Dr.-Medya-at-work-in-her-clinicEnstituya Kurdî ya Brukselê bi hevkariya Ateliers du Soleil di Payizê de sê bijîjk û çend kesên din ku di warê tenduristiyê de dixebitin bishîne Rojava. Li sê kantonên Rojava ji aliyê rayedariya Kurdan de jiyaneke nuh ava dibe. Ev jiyana nuh, demokratîk, xweser ji aliyê hêzên derve ve, di bin tehdîdan de ne. Lê berxwedana Rojava ya bi rûmet van tehdîdan berrteref dike.
Di vê demê de çend saziyên Kurdistanî û navneteweyî (Médecins Sans Frontières, Handicap International û Medico International) li herêmê xebatên xwe dikin. Bê goman Heyva Sora Kurdistan jî li herê me ye û xizmetên mezin dike.Lê pêdivî hê pirr in.
Shandeya bijîjkan û xebatakarên saxiyê ewê bi taybetî ew be ku li herêmê kesên bixwazin di warê saxiyê de alîkariya xelkê bike di hin pêdiviyan de perwerde bike. Mîna dermankirina birîndaran, alîkariya sereke ya nexweshan, lênêrin û derzîkirin di hin rewshan de.
Bi vê nivîsê banga me ji kesên dikaribin vê xebatê bikin re heye. Ev proje du mehan didome û daxwaza me ew e ku di meha Cotmehê de dest pê bike. Bijîjk li Cizîrê, Kobanê yan jî li Efrînê dest bi xebata xwe dikin.
Mesrefên çûn-hatinê, mayin û pêdiviyên rojane li ser projektê ne. Shande li Rojava bi saziya Heyva Sora Kurdistan re kar dike.
Kesên bi xwesteka beshdariya vê projeyê dikarin bi rêya [email protected] yan 0032 (0)2 230.34.02 têkiliyan deyne ku em bikaribin di dawiya meha Tebaxê de wan li ser projektê agahdar bikin.

F
E
E
D

B
A
C
K