Kampa Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê duhî êvarî [6.12.2017] li dora seet 18:45ê rastî êrişeke fûzeyî hat. Li goreyî daxuyanîya Meclisa Kampa Mexmûrê hejmareke zêde şehîd û birîndar hene.

Kampa Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ji dawîya sala 1990an were di bin parastina UNê [Neteweyên Yêkbûyî] da ye û nêzîkî 13.000 [sêzdeh hizar] kes lê dijîn. Xelkê xwecih wekî hatine Mexmûrê ne cihek ne starek nebû ku lê bimînin. Xelkê hatî di betena girê hindava bajêrkê Mexmûrê da, li çoleke bê av û derav, li cihekî beyar û kox û zuha, di nav kana mar û dûpişkan da wehayek, warekî şîn û şên ava kirin. Bi keda destên xwe, bi xuhdana enîya xwe ew betena pişta Mexmûrê adeta kirine bax, baxçe û bîstan. Kampa Mexmûrê ji bajêrkê sedan salî yê Mexmûrê zêdetir şîn û avadan kirin.

Xelkê kampê di nav xwe da organîze bû, jîyana bi hezaran astengî û gir û giriftarîyan bo xwe kirine cihê manê. Îdareyeke xwe bi xwe organîze kirin. Beledîye, meclis, kom û komele ava kirin, dem û dezgehên perwerdeyê çêkirin, xestexane ava kirin, ji bo asayiş û ewlekarîya xwe karê lazim kirin, çi pêdivîyên jîyanê hebin hemû temîn kirin, jîyana xwe îdame kirin û wargeha xwe kirine kampeke nimûne.

Dewleta Tirkîyeyê ew kamp bo xwe kire armanc û di her keysî da xwest ku wê kampê bide belav kirin û dawîyê li hebûna wê bîne. Ji bo vê yêkê çi ji destê wê hat kir. Lê her carê jî şkestin û negihiştin xwezîya xwe. Xelkê kampê berxwedaneke xurt nîşan dan û wargeha xwe kirine cihê jîyaneke nû ku pê serbilind bin û herwisa xelkê me jî pê serfiraz be.

Herî dawîyê, li havîna 2014ê kamp bû hedefa DAIŞa xwûnxwar jî. DAIŞê xwast kampê serûbin bike. Lê xelkê kampê bi desteka hêzên HPG û YJA-STAR, berxwedaneke dîrokî nîşan dan û ew êrişa kevneperestên cîhadîst di demekî kurt da tarûmar kirin.

Duhî jî fûzeyek bi kampê ket. Ewil car e ku sîleheke hinde xedar ji hewayî ve tête avêtin bo ser kampê. Eve niyeteke qirkirinê ye. Ev êriş divêt sivik neyê girtin. Hukûmeta Bexdayê piştî referanduma 25ê Îlonê ya li Herêma Kurdistanê digel dewletên Tirkîye û Îranê kete nav tifaqeke bêyûm û gelek manewrayên leşkerî bi hev ra kirin ku xelkê Kurdistanê tehdît bikin. Di nav vê rewşê da trafîka hewayî eve demekî dirêj e ku ji teref hukûmeta Bexdayê ve hatîye sekinandin. Esmanê Iraqê û Kurdistana Federal di bin kontrola hukûmeta Bexdayê da ye. Ev êriş xuya ye ji teref merkezeke ku beramberî xwecihên kampê kîn û nefret heyî hatîye kirin. Ew merkeza kîndar û dijminê wargehê, eşkereye dewleta Tirk e. Di serî da hukûmeta Bexdayê ji ewlekarîya wargehê berpirsiyar e û divêt di vî warî da beyanateke zelal û tetmînkar bide ka ev êriş ji kîjan alî ve hatîye kirin. Herweha wargeha Şehîd Rostem Cûdî ya Mexmûrê, di bin çavdêrî, ewlekarî û îdareya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye. Divê NY, vê bûyerê lêkolîn bike, rastîyê derxe holê û ji bo parastinê wargehê tedbîrên pêwîst bigri.

Em wekî KNK gelek bi xurtî vê êrişê protesto dikin û daxwazê ji hukûmeta Bexdayê, ji Neteweyên Yekbûyî (NY) û herweha ji hukûmeta Herêma Kurdistanê jî dikin ku vê êrişê ron bikin û tedbîrên parastina xelkê wargehê werbigirin.

Tecrubeya salan nîşan daye ku ji pişt van tarz êrişan dewletên dagîrker yên Kurdistanê derdikevin. Lewma erk dikeve ser milê rêvebirîya Herêma Kurdistanê jî ku lêkolîneke berfireh bide kirin. Di van demên krîtîk û hessas da dijminên Kurdistanê dixwazin li Kurdistanê provakasyona bikin ku hem derbê li xelkê me bidin, krîz û kaosê derêxin hem jî di navbeyna Kurdan da agirê arêşe û dijberîyê hilkin û fitnekarîyê bikin.

KNK daxwazê ji xelkê Kurdistanê dike ku di vî demî da li xwe û welatê xwe xwudan derkevin, beramberî dek û dolabên dagîrkeran hişyar bin û di nav xwe da bi tifaq bin ku rê li ber ajawekarîya dijminan bigirin.

Dem demê hevgirtin û yêkîtîyê ye. Xelkê me divêt di hawara xwe da bin û bi her awayî hevkarî û piştevanîya hevdu bikin.

KNK carek din vê êrîşê û êrîşkaran bi tundî şermezar dike, sersaxîyê dide binemalên şehîdan, xelkê wargeha Şehîd Rostem Cûdî û hemû xelkê Kurdistanê û herweha ji bo birîndaran jî şifaya xêrê daxwaz dike.

 

Konseya Rêvebir ya KNKê

  1. 12. 2017, Bruksel
F
E
E
D

B
A
C
K