Îro 24ê Nîsanê ye, roja qirkirinê ye. Qirkina gelê Ermenî, Rum, Suryanî-Asurî-Keldanî û Kurdên Êzdî, damxeya xwe li sedsala bîstan da. Pistî 98 salan jî, em carake din wan rojên bi xwîn bibîr tînin û weke roja pêsî êsa qurbanên zihniyeta fasîzan di dilê xwe de dibihîzin. Qirkirina gelan sucê mirovahiyê ye. Mixabin cîhana global jî, li hemberî van gunehkariyan bêdengiya xwe didomîne.

Qirkirina gelê Ermenî, Rum, Suryanî-Asurî-Keldanî, qirkirina kurdên Êzdî, hîna di labîrentên dîrokê de vesartî ye. Gunehkarên sedsala bîstan,  hîna sucê xwe mikur ne hatine û zihniyeta kujer jî terk nekirine. 

Sedsala ku bi qirkirina gelan derbas bû, mîrateyeke bi xwîn li pey xwe hist û bû bingeha serê yekemîn yê cîhanê. Lê hêzên serdest û zihniyeta fasîzan ji xwîna gelan têrnebûn, di destpêka sedsala bîstûyekê de jî, înkara dîrokê didomînin. Ji sedema zihniyeta fasîzan û dagirkeriya li ser bingeha qirkirina gelan tê mesandin, cîhanê ber bi dahatuyek ne diyar ve dibe. Hêzên otorîter, ji bo berjewendiyên xwe qirkirinan dikin û nirxên mirovahiyê, saristaniyên hezar salan tune dikin. 

Hêzên dagirker, dîroka global bi xwîn kirin, îro jî soslojiya gelan bi xwîn dikin. Sîstema ku li ser xwînê hatiye avakirin,  dixwaze hukumraniya xwe li ser dîroka tevahiya mirovahiyê sazkar bike. Ev jî dibe sedema xezeba li dijî gelan û di encamê de, qirkirina gelan dike pratîkê. Mînaka wê jî, qirkirina gelê Ermenî, Rum, Suryanî-Asurî-Keldanî û kurdên Êzdî ye. 

Qirkirina gelê Ermenî, Rum, Suryanî-Asurî-Keldanî û Kurdên Êzdî, tenê bi kustinê nema. Tehcîr û koçberiya perîsanî û xizaniya tunekirina li demê bilavkirî kirin pratîkê. Pistî 98 salan jî,  sopên êskencê, xwîna di riyan de, gorên bi sikêran hatine destnîsan kirin xuya dikin. Hawar û qîrêna zarok, jin û kalan di gelî û mesîlan de têne bihîstin. 

Qirkirina Ermenî, Rum, Suryanî-Asurî-Keldanî û Kurdên Êzîdi bi destê Osmaniyên Îttîhadî pêk hat. Li Kurdistanê, di vê qirkirinêde Alayên Hemîdîyê (weke kurucuyên îro) yên ji Kurdan hatibûn sazkirin jî, cihê xwe li gel hêzên Osmanîyan girtine û tevlî qirkirinê bûne. 

Em weke KNK, qirkirina gelê Ermenî, Rum, Suryanî-Asurî-Keldanî û Kurdên Êzdî bi tundî sermezar dikin. Em bang li raya gistî ya cîhanê dikin ku, li dijî înkara qirkirina van gelan dengê xwe bilind bikin. Qirkirin sucê mirovahiyê ye. 

24.04.2013

F
E
E
D

B
A
C
K