Jiber nakokiyên hikûmetê  partiyên muxalîf her rojê cur be cur rexneyan dikin, li pêsberî girseyan Partiya Sosyalîst piçûk dixin. Herwuha jiber heman sedeman, ji sala par vir ve Eniya Neteweyî (Partiya Nijadperest) her ku diçe hêza xwe xurtir dike. Li gorî hin çavdêran, di hilbijartinên herêmî ku wê di sala pês de pêkwerin de wê Eniya Neteweyî bandora xwe xurtir bike û li ser siyaseta navxweyî de bibe hêza duyem.

Serokkomar François Holland hewld dide ku li ser hikûmetê de bibandor be, lê belê heya naha ew nikaribûye bibe sedemê encamekê bas. Çi di warê siyaseta navneteweyî de be, çi jî di warê siyaseta navxweyî de be François Holland weke Serokkomarê herî qels tê dîtin. Li gorî min, û herwuha li gorî pirr çavdêran, di dîroka desthilatdariyên Partiya Sosyalîst de ev hikûmet ya herî qels û neçar e. Tê xûyan ku ew ê di hilbijartinên herêmî de fatûreya vê pratîka xwe bide.

Di nava hikûmetê de wezîrên Partiya Keskan jî hene. Lê belê heman wezîr di nava hikûmetê de weke siyasetmedarên muxalefetê disekinin, naxwazin barê kêmasiyan hilbigrin ser xwe. Di nava raya neteweyî de jî zêde kes Partiya Keskan weke hevparê hikûmetê nabîne. Ev rews jî endamên hikûmetê yên Partiya Sosyalîst dixe nava tengasiyê. Di vî warî de tistekê paradoksal  jî heye ; endamên Partiya Sosyalîst jî li pêsberî raya welat nabêjin « ev hikûmet ne tenê ya Sosyalîstan e, herwuha Partiya Keskan jî hevparê me ye ».

Pistî bidehan nakokî û aloziyên hikûmetê, di van rojên dawî de jî mijara du xwendevanên kolejê ku ji aliyê polîsan ve ji welat hatine sandin tê niqaskirin. Ya yekem keçekê ji Kosovo (li gorî hin çavkaniyan ew ne hemwelatiyê Kosovo ye, bi eslê xwe çîngene ye û li Italya hatiye dinê, lê belê ji bo ku li Fransayê serî li daxwaza penaberiyê bide, malbatê wê xwe weke Kosovoyî daye xûyan) a bi navê Leonarda Dibrani, di destpêka Cotmehê de ji navçeya Pontarlier (Fransa), dema ku ji dibistanê vedigere mala xwe di otobûsê de hatibû girtin û tevî malbata wê berbi Kosovo ve hatibû sandin. Ya duyem jî xwendevanekî bi eslê xwe Ermenî, Khatchik Kachatryan ku di heman rojan de berbi Ermenistanê ve hatibû sandin.

Derbarê van bûyeran de jî di nava hikûmetê de nakokî hatin xûyan. Bi giranî wezîrê hindir Manuel Valls tê rexnekirin. Bi taybetî derbarê bûyera Leonarda de ji cur be cur derdoran rexneyên tûj li hikûmetê tên kirin.

Pistî rexneyên raya gistî Serokkomar François Holland neçar ma ku Leonarda vexwendeyê Fransa’yê bike, lê belê keça 15 salî vê teklîfa François Holland qebûl nekir û xwast ew tevî malbata xwe vegerin Fransayê. Naha siyaseta Fransayê li ser vê mijarê bûye pirr parçe.

21.10.2013

F
E
E
D

B
A
C
K