Sala borî di çapemeniya Fransewî de hin hewldan hatin raber kirin ku heman komkujiyê weke encama nakokiyên navxweyî yên PKK’ê bidin xûyan. Lê belê heman hewldanan encam nedan, ne raya gistî bi vê yekê xapiya û ne jî Gelê Kurd.

 

Li gorî ku min ji nêz ve sopand, di nava salekê de cur be cur hevkarî di navbera dozgerên Fransewî û Tirk de çê bûn. Çend caran dozgerên Fransewî çûnin Tirkiyê û li wê derê lêgerînan kirin. Lê belê, li gorî hin ragihandinên nû, wusa dixûyê ku di navbera dozgerên Fransewî û yên Tirk de hevkariya ku hatiye xwastin pêknehatiye. Hêvîdar im di van rojên pês de di vî warî de hin zelalî çê bibin.

 

Di rojên dawiya sala borî de nûçeyekê nû hate belav kirin. Li gorî heman nûçeyê ; rojek beriya ku komkujî pêk were, di saetên nîvê sevê de, Ömer Güney ketiye Komeleya Kurd ya li Parîs’ê û wêneyê  lîsteya endamên Komeleyê girtiye û bi rêya telefonê ji derekê re sandiye. Ev agahî ji aliyê dozgeran ve hatibû dayîn. Bê guman heman dozger dizanin ka ew wêne bi rêya telefonê ji kûderê re hatibûn sandin. Di derbarê heman agahiyê de hê ragihandinekê nû tine.

 

Rojek bistî salvegera komkujiyê qeyda dengê Ömer Güney hate wesandin. Li gorî heman qeydê Ömer Güney pîlanên komkujiyê bi du endamên MIT’ê re dinirxîne. Li gorî hin berpirsyarên Federasyona Komeleyên Kurd ya li Fransayê heman deng yê Ömer Güney ye. Eger heman qeyda dengan rast be wê demê ne mumkun e ku ev pirs neyên kirin:

1: Çawa dibe ku kesekê bi vî awayî demekê dirêj amadekariyên komkujiyê kiriye karibûye xwe di nava derdorên Komeleya Kurd de vesêre ?

2: Gelo di nava endamên Federasyon û Komeleyan de hevkarên vî kujêre tinebû in ? Gelo hê jî heman kes di nava Komeleyan de najîn û amadekariyên komkujiyên din nakin ?

Li gorî min divê rewsa yek bi yek berpirsyarên Federasyona Komeleyên Kurd li Fransayê di ber çavan re bê derbas kirin.

 

Hemû raya gistî ya Kurd dizane ku malbatên van sê mîlîtanên jin di nava xemgîniyekê mezin de ne. Di salvegera yekem de ev rastî carekê din xwe da xûyan. Bi hezaran Kurdan jî di salvegera vê komkujiyê de, di nava kolanên Parîs’ê de xemgînî û helwesta xwe raber kirin.

 

Çi dibe bila bibe divê kujêrên komkujiya Parîs’ê bên dîtin û ji raya gistî re bên askere kirin. Herwuha divê hêzên li pist kujêran jî werin dîtin.

 

Hêvîdar im ku di vê sala 2014’an de perdeya li ser komkujiya Parîs’ê ra bibe. 13.01.2014

F
E
E
D

B
A
C
K