Sê kulîlkên azadîya Kurdistanê li Parisê hatin kuştin. Paris deyndar e çiku nekarî sê şêrejinên Kurdistanê biparêze. Serê Parisê şor e çiku perdeya li ser vê kuştinê ranake.

9ê Kanûna Paşîn [January] ya sala 2013ê. Li nîveka Parisê, di Buroya Informasyona Kurdistanê da, ev sê jinên egîd ji teref istixbarata dewleta Tirkîyeyê [MIT] ve hatin kuştin.

Sara Sakîne [Cansiz] yêk ji damezrênera PKKê û polîtîkera jîr û têkoşer ya Kurdistanê. Rojbîn Fîdan [Dogan]  berpirsiyara karê derve ya KNKê li Parîsê û Leyla Ronahî [Şaylemez] têkoşera ciwan ya bizava azadîya Kurdistanê. Sê şoreşgerên doza Kurdistanê. Sê xebatkarên aktîv yên bizava jinên Kurdistanê. Sê jinên ku temamî jîyana xwe fedayî doza Kurdistanê kirî. Sê jinên bi fikir û pratîka xwe ve nimûne ku di ber doza Kurdistanê da canê xwe gorî kirin.

Dewleta Tirkîyeyê ev hersê jinên têkoşer bi zanahî û bi plan kirine hedefa xwe û kuştin. Kuştina van şêrejinan hem ji alîyê kesayetî ve, hem ji alîyê demî ve hem jî ji alîyê mekanî ve tesadufî nebû. Sê polîtîkerên aktîv yên bizava azadîya Kurdistanê û di ser da jî jin. Di têkoşîna rizgarî û azadîya Kurdistanê da rola jinan gelek li pêş e û Sakîne di vê bizavê da sembol e. Rojbîn jineke ku di warê dîplomasîyê da aktîv e. Leyla jineke ku di nav nûciwanan da ber bi çav e. Wekî dem 2013 pêşkevtina prosesa diyaloga çareserîyê ye ya ku ji teref Rêberê PKK-KCKê Abdullah Öcalan ve hatîye dest pê kirin. Wekî mekan jî avahîyê kar û xebata dîplomasîya Kurdistanê ya li Parisê.

MITê kuştina van têkoşerên bizava neteweyî ya Kurdistanê di nav van hersê şert û mercan da plan kir û kiryara xwe jî bi cih îna. Gelek bi plan bû çiku lolebkêşê xwe di nav midehekî dirêj da li nav civata Kurdên li Parîsê bi cih kiribû. Dewleta Tirkîyeyê bi vê operasyonê ve xwest insiyatîva bizava azadîyê ya Kurdistanê ya di destpêka prosesa çareserîyê da sabote bike, bişkêne. Hilbijartina Parisê jî bi zanahî bû çiku Fransayê hem li başûr hem jî li rojavaya Kurdistanê destek dida doza Kurdistanê.

Di dengvedana kuştina polîtîkerên jin yên doza Kurdistanê da bizava azadîyê ya Kurdistanê û bi giştî Kurdan tesbîteke rast û di cih da kirin û aşkera gotin ku dewleta Tirkîyeyê ji kuştina wan berpirsiyar e û bang li dewleta Fransayê kirin ku li ser vê adresê raweste û beramberî vê terora dewleta Tirkîyeyê ya li Parisê pozisyoneke ciddî werbigire.

Ji ser şehadeta van hersê têkoşeran pênc [5] sal derbazbûn lê hêj jî dewleta Fransayê perdeya li ser kiryarê ranekirîye. Lolebkêşê kiryarê di hefsa Parîsê da mir, lê li ser vê mirinê jî şik heye. Ji ber ku piştî mirina vî lolebkêşê MITê, dadgeha Fransayê dosyaya vê bûyerê rakire nav toza arşîvê.

Lê belê Kurd ji serî pê ve gelek bi giringî li ser dosyayê rawestan û planê operasyona MITê eşkere kirin. Herî dawîyê KCKê bi navê Sara Sakîneyê operasyoneke leşkerî li ser MITê kir û du ajanên ku di nav çerxa MITê da berpirsiyar girtin û bi lêpirsîna li ser wan belge û itirafên li ser kuştina sê polîtîkerên jin yên Kurd li Parisê dane çapemenîyê. Ji belge û itirafên elemanên MITê bi zelalî xuya ye ku bi navê dewleta Tirkîyeyê, hukûmeta Erdoganî fermana vê kuştinê daye û MIT jî ji bo pratîka vê kiryarê wezîfedar kirine.

Dewleta Fransayê spesifik di vê pirsê da di nav xeletîyeke mezin da ye. Istixbarata Fransayê, hukûmeta Fransayê, dadgeha Fransayê gelek eşkere dizanin ku MITê ev kiryare kirîye û dewleta Tirkîyeyê sûcdar e. Ev kiryare ji alîyekê ve tecawuza li ser dewleta Fransayê ye lê mixabin dewleta Fransa ji ber berjewendîyên ekonomîk yên digel dewleta Tirkîyeyê, xwe nade ber ronkirina vê kiryara terorane ya dewleta Tirkîyeyê ya li ser axa xwe.

Ji alîyê Kurdan ve kiryar ji hemû cepheyan ve ron û zelal e. Kurdan bi hemû zanîn û belgeyan ve dewleta Fransa agehdar û serwext kirîye. Çar roj berî salvegera pêncemîn ya vê terora dewleta Tirkîyeyê, serokê dewleta Tirkîyeyê û herweha fermandêrê vê kuştinê Teyîb Erdogan seredanîya Parisê kir û li Seraya Elysee ji teref serokê Fransayê Emmanuel Macron ve hate pêşwazî kirin û rêze peymanên ticarî hatin îmza kirin. Fransa di têkilî û ticareta digel dewleta Tirkîyeyê da helbet serbest û azad e. Lê heke ev polîtîka bibe sebebê peçinîna dosyaya kuştina sê polîtîkerên jin yên Kurd, hingê heqê Kurdan e ku bi dengekî bilind gazindeyê ji dewleta Fransayê bikin.

Ji pratîka van pênc salan xuya ye ku dewleta Fransa reftareke layiqî demokrasîya xwe nîşan nade ku ev kuştine ji her alî ve bête ron kirin û dewleta Tirkîyeyê bête mehkûm kirin. Lewma ev helwesta negatîv ya dewleta Fransa dilê Kurdan bi zêdehî ve diêşîne. Kurd bi giştî xwe hevçeperê demokrasîya Yêkîtîya Ewrûpayê dibînin ku Fransa yêk ji merkezên giring ya Yêkîtîya Ewrûpayê ye.

KNK di salvegera pêncemîn ya vê komkujîya sê polîtîkerên jin yên Kurd da bi giringî daxwazê ji dewleta Fransa dike ku dosyaya kuştina Sakîne, Fîdan û Leylayê li goreyî normên huqûq û demokrasîyê bidine vekirin û rê bidin ku dadgeha Parisê biryareke adil bide û dewleta Tirkîyeyê bête ciza kirin.

 

KNK, carek din failên vê kieryarê ku rêveberên dewleta Tirkin, wan bi tundî şermezar û mehkum dike.

KNK, heta heq û huqo, dad û edalet cihê xwe bibîne, wê vê dozê bi şopîne.

KNK, van hersê têkoşerên doza Kurdistanê bi hesreteke mezin bi bîr tîne.

Ew dê herdaîm di dilê me da bin û nayên ji bîr kirin.

 

Konseya Rêvebir ya KNKê

08.01.2018, Bruksel

F
E
E
D

B
A
C
K