Di civîna dawî ya li Îmraliyê de, birêz Ocalan destnîşan kir ku binesaziya pêvajoya çareseriya demokratîk bi qanûnê neyê meşrûkirin, sibe, du sibe, hevdîtinên li Îmraliyê jî dikarin weke sûc werin dîtin.

Birêz Ocalan di heman hevdîtinê de Kurd hişyar kirin; parastina cewherî û xwe rêxistinîkirinê anî bîra her kesî; ji bo provokasyonan gel hişyar kir.

Kurd û Tirk di qonaxên dîrokî re derbas dibin. Gelê Kurd, “hişmendiya xwedî derketina li nirxan” dijî; Tirk jî “Newroza civakî” dijîn. Kurdan, li Geverê car din qurban dan. Xuya dike ku ev qurban dê nebin yên dawî jî.

Di dema ku li Geverê polîsên AKP’ê, bi çekan êrîşî gel dikir de; di dema ku Waliyê Colemêrgê beyanatên derew, mandelekirinê didan; li parlamentoya Tirkiyeyê jî, nîqaşa “Kurdistan” hebû.

Helwesta Tirkan, “Newroza civakî” ye û ev nexweşî berhemê Îttîhadiyan e. Bi damezrandina Komara Tirkiyeyê re ev nexweşî, bi navekî din bi rengekî din derket holê. Pêşî Turkmenelî bû, piştre bu Tirkiye!

Tirkiye navekî nû ye, temenê vê gotinê û ala Tirkan biqasî temenê “komarê” ye.

Ya balkêş: Ji damezrandina komarê û heta îro, di navbera eniyên Îttîhadî (kesk û spî) de şerek heye. Heta desthilatdariya AKP’ê jî, Îttîhadiyên kesk weke beşekî ji dijminên hundir dihatin binavkirin. Di her civîna Konseya Neteweyî ya Tirk de eniya kesk, dijminên “îrticaî” bûn.

Bi desthilatdariya AKP’ê rewş hat guhertin.

Erdogan, ji eniya “Millî Goruş – Nêrîna Neteweyî” tê. Ev bingeha eniya kesk e. Balkêş e, di destpêkê de Erdogan, çep xuya kir, lê di nava demê de rast lê da. Erdogan di nava deh salan de, bi desteka Cemaeta Gulen dewlet, di kirasê îdeolojya kesk de ber bi guhertinê bir. Her du alî, Nêrîna Neteweyî û Cemaet dixwazin ku bi dagirkirina Kurdistanê, bibin hikûmranê dewletê. Bê çawa Îttîhadiyên spî, bi komkujiyên li Kurdistanê, bûne hikûmranên esasî yên dewletê; Îttîhadiyên kesk jî, dixwazin bi heman riyê “bi dagirkirina Kurdistanê” bibin hikûmranên esasî yên dewletê. Rê yek e, îdeolojî yek e, lê rêbaz cuda ne.

Bi vê pêwanê Erdogan, ji sedema navê Ataturk bi kar neaniye gunehkar dikin. Demekê Erdogan, gotina “ayyaş-serxweş” jî bi kar anî. Divê em ji bîr nekin: navê “Komara Tirkiyeyê” jî, hîna di nava Îttîhadiyên spî û kesk de mijara nîqaşê ye.

Ger lingê Erdogan û eniya kesk refik bigire, teqez wê navê “Komara Tirkiyeyê” û ala Tirk jî bikin nîqaşê. Ala bi “rengê kesk û 3 hîvên kevanî” xeyala eniya kesk û dîtina neteweyî ye. Ev ala ecdadên Erdogan ên dewşirme ye. Vêca, her du dîtin jî rûreşiya hetikber û gunehkariya li hemberî mirovahiyê ne. Ji ber ku Îttîhadiyên spî; “dewşirme di qalibekî wiha de perwerde kirin ku nasnameya xwe wekî sixêf erê dikin.” Îttîhadiyên kesk jî dibin pêşengiya Erdogan de, “dewşirme wekî ucubeyên nasnameya xwe diqîrin derxistin holê, lê bi xencera çar parsû li bav û birayên xwe didin”, derxistin holê. Duh bi dengê dewşirmeyên spî, “Kurdistan” hatibû qedexekirin: Îro jî bi dengê dewşirmeyên kesk, gotina “Kurdistanê” ji belgeya parlamentoyê hat derxistin. Galîp Ensarîoglu ku got, “her cihê ku Kurd lê dijîn Kurdistan e”, di dengdanê de tifa xwe alîst û wekî “esar-î Tirkoglu”  derket holê.

Bi damezrandina komarê re Tirk ji “teb’a” rizgar bûn, bûne welatî. Divê dema dîrokî de li ser navên dewletê jî nîqaş hatin kirin. Navê “turkmenelî” derkete pêş û hat xwestin ku tenê ji bo Anatolyayê ev nav bê bikaranîn. Anatolya jî, parçeyek ji ROMî-a bû. Hîna jî Kurdistanî gotina “romî” bi kar tînin. Kurdistan, Lazistan, Ermenistan hingî jî hebûn û dihatin bikaranîn. Lê Mustafa Kemal jî di nav de nûnerên Kurd û gelên din li dijî navê “turkmenelî” derketin.

Navê “Tirkiyeyê”, ji aliyê qurmayên Îttîhadî ve hat pêşniyar kirin. Ev kadro di nava demê de, li dijî gotina Kurdistan, Ermenistan, Lazistan, Rum derketin û qedexe kirin. Ji bo ku van navên qedexe bikin, herêmên Tirkiyeyê derxistin holê. Bakurê Kurdistanê jî weke rojhilatê Tirkiyeyê û rojhilatbaşûrê Tirkiyeyê bi nav kirin. Ev destpêka pişaftin û dagirkeriyê ya Kurdistan, Derya Reş, Derya Spî û Marmara ne, ya Anatolyayê ne; lê mêjiyê newrotîk ku bedenê nexweş di “artêşa Tirk” de aîdiyetê dibîne, di bin navê “bîrdoza Tirk” de, bi desteka entelektuel û medyaya Tirk, ev îdeolojî bi hêz kir. Vê îdeolojiyê, erdnîgariyên gelên cuda, weke welatê Tirkan bi nav kirin.

Weke nîqaşên îro ku dibêjin nasnameya hevbeş “Tirkiye” tê kirin; hingî jî nîqaş hatin kirin û ev nav weke sîwana tevahî derkete pêş. Heta sala 1923’yan jî “Tirkiye” nîn e, welatê Osmanî heye. Osmanî xanedanî bû mîna Eyubiyan, serkêşiya gelên misilman dikirin.

Xakên dihatin dagirkirin jî, weke “dar-ul islam” , yan jî weke “mamalîk-î mahrûsa” dihatin binavkirin.

Bîrdoziya “îslama Tirk”, bedeneke nexweş e û berhemê mêjiyekî newrotîk e. Ev bedena nexweş û mêjiyê newrozî, bu bingeha “terteleyên Kurdistanê”

Xwestin vê çerxa kujerî, wek feleka ku nayê guhertin û bi navê destîniya Kurdistanê bi kar bînin. Li ser Kurdistanê, nîqaş tên kirin, lê nivîskarên Tirk dibêjin; êdî Kurdistan, di rûpelên dîrokê de maye, tune bûye. Ev şerma entelektuelî ye. Kurdistan heye, Turkelî jî çêkiriye, Tirkiye jî navê dagirkeriyê û qirkirinê ye.

F
E
E
D

B
A
C
K