Ji bajarên cuda yên Ewropayê mamoste, nivîskar û kesayetên li ser zimanê Kurdî dixebitin, li bajarokê Denderleeuw ê Belçîkayê li studyoyên Stêrk TV civînek lidar xistin.

Di civînê de rêveberên Enstîtuyên Kurd ên li Elmanya û Belçîkayê, nûner û xebatkarên Yekitiya Mamosteyên Kurd li Elmanyayê, Rêveberiya Komeleyên Hîndekariya Kurdî ya Swêdê, xebatkarên Stêrk TV, Ronahî TV û mamosteyên li hin zanîngehan perwerdeya bi Kurdî didin, amade bûn. Ji Swêdê jî, der heqê xebatên hatine meşandin raporeke berfireh hat pêşkêşkirin.

Encamên civîna ku di asta konferansê de pêk hat, dê di Konferansa Ziman a tê payîn di bihara 2014’an de were lidarxistin, bên nirxandin.

Di civînê de hat ragihandin ku asîmîlasyon dewam dike û hat destnîşankirin ku divê Kurdistaniyên li sirgûnê dijîn zimanê xwe biparêzin û li her qadê bikar bînin. Her wiha mijara otoasîmîlasyon jî hat rexnekirin.

Di dema nirxandina xebatên li Elmanya, Swîsre û Swêdê de ji bo serketina perwerdeya çand û ziman a zarokan bal hat kişandin ser girîngiya perwerdeya ziman a dê û bavan.

Her wiha hat destnîşankirin ku ji bo xebatên zimanê dayikê yên li Ewropayê bigihêje encamekê, divê televîzyonên Kurd giraniyê bidin bernameyên zarokan, dersên Kurdî û fîlmên bi Kurdî.

 

http://ku.firatajans.com/news/civak/xebaten-perwerdeya-kurdi-yen-li-ewropaye-hatin-nirxandin.htm#.UpvSAVX0t0M.email

F
E
E
D

B
A
C
K