Newroz cejneka dêrin û kevin ya gelên Ariyanî ye ku ji hezarsalan da gelên Ariyanî rojhilatî pê sadibin. Pêdiviya mijara vê cejnê bi lêkolîneka zanistî û îjdil (jidil) heye. Di kûraniya wê ya efsanewî da gelek rastiyên girîng yên çandî, olî û ramyarî (siyasî) hene. Zanîn û têgihîstina van rastiyan bi kêrî çareserkirina pir arîseyan tê ku di dîroka gelên Ariyanî da ji pir kesan ra ne avêne û zelalin.
Sebaret bi neteweya Kurd, vejandina sahiya cejna Newrozê wek nîsana derbirîna hisyariya neteweyî di dema nû da tê dîtin, û peydabûna hisyariya nistîmanî kurdistanî pistrast dike; herwisa ev yek tê maneya nepejirandin û redkirina hemû proje û pilanên pisaftin û asîmîlekirinê ku dagîrkerên Kurdistan ji salan da bi ser me da sapandine. Gava gelê Kurd agirê Newrozê pêdixîne, ew bi vê yekê wan demên tarî diçirîne ku sazêmanên dagîrkeriyê ew pê dorpêç kiribûn, û dixwaze bide xuyakirin ku nasnameya wî ya dîrokî kurdayetî ye, ew ticar nasnameyeka bêgane û sexte hilnagire.

Bi vî Awayî Lanet li Newrozê Anîn!
Tevî girîngiya cejna Newrozê di warê neteweyî da, oldarên Kurd yên Îslama Tundrew lanetê lê tînin. Me dîmeneka balkês û bi fês dît, ku oldarekî Kurd yê Îslama Tundrew ji Basûrê Kurdistanê, bi navê “Ebdul Semed”, xwediyê rîseka dirêj mîna rîsên oldarên Îslama Tundrew yên Erebistana Seûdî, Misir, Pakistan û Sîsan, bi hêrs û bi kîn dibêje: “Newroz ne cejneka îslamî ye, ne rewa ye ku hûn pê sabibin û ne rewa ye ku Newroz wek cejn bê binavkirin. Pêximber Muhemed bi Newrozê sanebûye. Tenha du cejnên Misilmanan hene: Cejna Rojiyê û Cejna Qurbanê. Lidarxistina cejna Newrozê ji tewrên nebawermendane (kafirane)”. Li vê lînkê temase bikin:
https://www.facebook.com/photo.php?v=267574516742745&set=vb.202350039931860&type=2&theater
Bi rastî gelek gengaz û mimkin bû ku ev dîmenên wisa balkês û bi fês li welatê me peyda nebûbana. Ev çend salin ku axa Kurdistanê bûye warê hin çandên siyasî bêgane, ewên ku me ji hev belav û serpeze dikin, hest û ramanên me diperçiqînin, berê me didin ser rê û sopên nepenî û nediyar.
Belê gelek gengaz û mimkin bû ku qîreqîra oldarên wek “Ebdul Semed” li welatê me nehatiba bihîstin. Lê belê peydabûna hin bûyerên din mîna vê bûyerê, rê li ber van tistan vekirin: Îro dora 200 xortên Kurd ji Basûrê Kurdistanê li Sûriyayê li aliyê Îslamewiyên Tundrew li dijî gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê serdikin. Ji hêla din va, bê serm û bê perwa hin endamên koma îslamî yên Parlementa Kurdistanê di dema bihîstina sirûda nistîmanî kurdistanî Ey Reqîb da ranewestîn ser xwe. Helbet, encam dê ev be, gava li her derê dibistanên oldarê Toranîzmê Fethullah Gülen her roj jehra xwe berdin serî û lasên keç û xortên me li Basûrê Kurdistanê.
Ev diyardeyên tirsnak û xeternak bûn sedem ku em li ser qîreqîra vî oldarê Kurd yê Îslama Tundrew rawestin. Ev mijar ne mijareka wisa suristî û sade ye. Ev bûyer êriseke li ser neteweya Kurd bi gistî û tê maneya binpêkirina rûmeta me ya kurdistanî. Vê bûyerê dîmenek anî bîra min ku di dehsalên 80-î yên sedsala derbasbûyî da, dîsa di roja cejna Newrozê da, ez raserî oldarekî Kurd hatim ku bawernameya xwe ya zanistiyê ji besê Seri’eta Îslamî wergirtibû û wek Îmam û pendbêj di mizgeftekê da kardikir. Gava min destê xwe da wî û got: Pîroz be!. Pêsî dest da min, lê zûka destê xwe pasva kisand û got: Te çima got: Pîroz be?! Min got: “Newroz pîroz be”. Got: Na, na, Newroz ne cejna misilmanane; misilmanan tenha du cejnên xwe hene: Cejna Rojiyê û Cejna Qurbanê.
Di wê demê da ez xwendekarê majîsterê li zanîngeha Helebê bûm. Navê mamostayê min Dr. Fexreddîn Qebawe bû. Ew bi oldarî û serboriya xwe li ser jêderên bermaya îslamî naskirî bû. Helbet, wî dizanî ku ez Kurdim û ji herêma Efrînê me. Divêt em di vê babetê da bêjin ku her helebiyekî resen bi her awayî hewldide ku zeyta mala wî ji zeyta herêma Efrînê be. Di wê demê da jêder û pirtûkên li ser dîroka Kurd peyda nedibûn. Sazûmana Be’sî, erebkera çanda sovênîst, her jêder û pirtûkeka li ser dîroka Kurd, vesartibû,  yan jî bend û qedexe kiribû.
Di hevdîtinekê da li gel Dr. Fexreddîn min lidarxistina kurdan ya cejna Newrozê anî ziman. Wî got: Ev ne ti arîse û pirsgirêke; berdewam kir û got: Dibêjin ku di dema Xelîfe Ali Bin Ebi Talib da, di rojeka cejna Newrozê da jêra sîraniya Falûzec wek diyarî pêskêskirin. Xelîfe Ali dît ku ev Falûzec gelek xwese. Got ev bi çi yadê tê pêskêskirin? Jêra gotin ku ev bi yada Newrozê ye. Xelîfe Ali bi nazikî û nermbûna rewanê xwe nasdar bû, rabû got: Bila her roj Newroz be. Divêt bête gotin ku ev Falûzec ji simîd, rûn û sekir tê amadekirin. Bi kurmancî jêra “pelûl” tê gotin. Lê hevalekî min, mamosta Es’ed Geredaxî dibêje ku ev sîranî li Rojhilatê Kurdistanê jî heye û li wir jêra “palûde” dibêjin.

Jêderên Ereban li ser Newrozê çi gotine?
Pistî derketina min ji kiswera tarî ya Be’siyên Sûriyayê, li ber min ew deriyê nepenî yê jêderên qedexe hate roxandin. Ji min ra hate xuyakirin ku gava Ereban Kurdistan û welatê Farisan talan kirine û bi darê zorê dane ser Dewleta Xelîfeyan, wan wê hîngê cejna Newrozê bend û qedexe nekirine. Gelên Ariyanî bi berdewamî ev cejin li dardixistin. Ev belgeya ku me li jor binavkir, dide xuyakirin ku hên di dema xelîfeyê çaremîn Ali Bin Ebi Talib da ev cejin zindî bû. Ali Bin Ebi Talib pismamê Pêximber Muhemede û malxiyê keça wî Fatimayê ye; ew di sala 40 goçî, 660 z. da hatiye kustin. Pendbêj Bexdadî gotiye: Nû’man Bin Merzuban, bavê Sabit (bapîrê Îmam Abu Henîfe) ew kes bûye ku di rojeka Newrozê da Falûzec diyarî Ali Bin Abi Talib kiriye û wê hîngê gotiye: Bila her roj Newroz be! Û di roja cejna Mehrecanê da jî gotiye: Bila her roj Mehrecan be! .
Divêt em bêjin ku “Cejna Mehrecanê” jî navê cejneka din ya kevin ya gelên Ariyanî ye ku di destpêka payîzê da ye. Ev nav ji peyvên “mihir” (roj) û “can”(giyan) pêkhatiye; yanê “giyanê rojê”. Lidarxistina van herdu cejnan di demên pistî heyama Xelîfe Ali Bin Ebi Talib ra berdewam kir. Li gor belgeyên dîrokî, xelîfeyê Umewî Mu’awiye Bin Ebi Sufyan(sala 60 goçî, 769 z. wexer kiriye) karê berhevkirina bacê (diravên salane) dide Abdurehman Bin Derrac ku here ji welatê Îraqê bicivîne. Ew ji rûnistivanên herêma Al-Sewad (basûrê Îraqa niha) bacê dicivîne ku ew salaneya xwe ya cejnên Newroz û Mehrecanê bidin wî. Ew ji wê herêmê deh hezar hezar dirhem, yanê deh milyon dirhem dicivîne .
Di heyama Abbasiyan da jî lidarxistina cejna Newrozê berdewam dike. Di roja cejnê da agir dihate dadan. Abo Bekir El-Soli derbarê agahdariyên xelîfeyê Abbasî Al-Radi Billah(sala 329 goçî, 941 z. wexer kiriye) dibêje: “Di salekê da roja Newrozê du rojan diket meha rojiyê. Ji lewra, biryar hate dayîn ku agir du rojan pês destpêka rojiyê bê pêxistin, û wisa komên gel agir dadan û av rijandin” .
Di wê demê da pir caran roja Newrozê wek bingeha nivîsandina hin bûyeran bi kar dianîn. Wek nimûne, digotin filan bûyer seva Newrozê, yan roja Newrozê, yan berî Newrozê, yan pistî Newrozê pêkhatiye . Û wisa lidarxistina cejna Newrozê di heyama Bûweyhî û heyama Selcoqî da jî berdewam kiriye. Di heyama Eyyûbî (kurdî) da, ji Newrozê ra “Newroza Sultanî” dihate gotin .
Ji bo girîngiya Newrozê di heyamên îslamî da hin wêjevan û torevanên mezin pirtûkên bi navê “Newroz” nivîsandine. Yek ji wan wezîrê dewleta Bûweyhî, wêjevan û zimanzan Al-Sahib Bin Ebbade(sala 385 goçî, 995 z. wexer kiriye). Navê pirtûka wî: Kitab Al-E’yad we Fedail Al Newroze (Pirtûka Cejnan û Qenciyên Newrozê ye). Yekî din jî helbesvan û wêjevan Ali Bin Harûn Al Munecime(sala 352 goçî, 963 z. wexer kiriye). Navê pirtûka wî: Kitab Al Newroz we Al Mehrecane (Pirtûka Newroz û Mehrecan) .

Çima Niha Lanetê li Newrozê Tînin?
Di destpêkê da dixwazim bi awayekî zelal bêjim ku ev bêhtirî 25 salane min destpêkiriye ez bi kurdistanî û mirovayetî bîrbikim (bifikirim), û ez helwestên xwe dûrî her taboyekê bistînim; çi olî bin yan tistekî din bin. Lê belê, va ye oldarên Kurd yên Îslama Tundrew bi behaneyên olî lanetê li nîsan û sembolên me yên kurdistanî tînin. Ka em jî behaneyên li gor asta wan bidin ber çavên wan û ji wan bipirsin: Va ye Xelîfeyên Îslamê û di destpêka wan da Îmam Ali cejna Newrozê heram û qedexe nekirine; wan di wê rojê da diyarî wergirtine. Ji lewra, çima hûn di kanalên televiziyonê yên esîmanî da diqîrin û li ser menberên mizgeftan fetwan didin û lanetê li Newrozê tînin? Gelo hûn ji Îmam Ali bêhtir ji Îslametiyê fêhmdikin û zanin? Yan jî di pist peyvên we da hin tistên din hene?
Ji sedî sed di pist peyvên wan da hin tistên din hene. Oldarên Kurd yên Îslama Tundrew “Tabûra Pêncan” dinimînin ku di kûraniya çand û civaka me da hatine çandin. Û va ye ew di qad û meydana me ya siyasî da partiyên îslamewî peydadikin, wan aleyan hildidin ku li ser “La Îlahe Îllelah Muhemed Resûlellah” dinivîsînin. Di pey ra jî wê sûrên ser jî lê zêde bikin wek mamostayên wan yên Selefîst û Birayên Misilman. Heger em van wisa di civaka xwe da berdayî bihêlin, ewê keç û xortên me di warê ramanî û giyanî da ji nav me birevînin, wan bi ava xwe bison û veson û wisa bi rêya hilbijartinan be jî wê xwe bigihînin serdariya welêt û nema dest jê berdin; wek mamostayên wan Birayên Misilman li Misir û Turkiyayê. Hîngê wê fês û ecayîbên giran li Kurdistanê xuyabikin.
Di destpêka wan tistên bi fês û ecêb da, ewê Sirûda Netweyî Kurdî Ey Reqîb û cejna Newrozê ji holê rakin; ewê kod, salane û bacê bavêjin ser Krîstiyan û Cihûyên Kurdistanê; ewê kurdên Kakayî, Elewî û Êzîdî wek nebawermend (kafir) bi nav bikin, rijandina xwîna wan, talankirina jin, zarok û milkê wan helal bikin; wek berê jî hin kurdên me yên kor kiribûn. Ewê sinetkirina keçan û pençekirina rûyê jinan ferz bikin û di pey ra ewê koletiyê û rakisandina cariyan bê sînor rewa bikin. Qirbackirina mirovan, birîna dest û stûyên mirovan û kevirkirina wan li pês gel wê bibin ji karên rojane. Hir tistê ku peywendiya xwe bi rizgarkirin û serbixweyiya Kurdistanê ra heye ewê ji holê rakin, û Kurdistanê bikin wîlayetek ji wîlayetên xilafetê.

Belê, lanetkirina Newrozê û qedexekirina wê ne ji vala hatiye. Li hin cihan, di pist perdeyê da Oldarên Tundrew yên ji neteweyên ku Kurdistan dagîrkirine rawestiyane. Ew rûyekî din yên hevalbendên wan yên fasîstin. Lê ew hên ji wan jî fêlbaztir û tirsnaktirin. Ew dijminên here mezin û gewre ne li dijî dewleteka Kurdistan ya serbixwe. Belê ew kesin yên ku mejiyên oldarên Kurd yên tundrew dadigirin û dilê wan bi kîna li dijî nîsan û sembolên me yên neteweyî tijî dikin; ew berîk û girîfanên wan bi pere û diravan dadigirin, wan dikin leystik û wek xençerên jehrê dixin sîngê neteweya me.
Ey gelê me yî kurdistanî! Gelî rewsenbîr û siyasetmedarên me yên bijarte! Bi dirêjahiya dîrokê herdem wisa bû ku dijminên hundirîn li ser gelan ji yên derveyîn tirsnaktir û xeternaktir bûn. Ji lewra, nabe ku em çav li ser vê diyardeya oldarên Kurd yên Îslama Tundrew bigirin. Divêt em bi hisyariyeka bilind li ser vê mijarê rawestin. Ew ji me ne û di nav me da ne. Lê ew hatine xapandin û ji erkên me ye ku em wan hisyar bikin û wan ji  ramanên tirsnak yên Oldariya Tundrew rizgar bikin. Heger ew nehatin rêya rast û durist û her li ser belavkirina jehra Oldariya Tundrew berdewam kirin, divêt em bi sidandineka xurt biçin ser wan û neteweya xwe ji serê wan biparêzin.
Ji bo agahdariyên bêhtir li gotara “Oldarên Rizgariyê û Oldarên Islama Tundrew li Kurdistanê” di bin vî lînkê da binêrin:
http://www.gemyakurdan.net/gotar-nerin/gotari/item/13175-2013-08-11-10-24-26
Û her wisa li gotara: “Oldarên Kurd yên Îslama Tundrew” di bin vê lînkê da temase bikin:

https://app.box.com/s/fms29rkpsm1r3isbu1wr

Û Çi dibe bila bibe, divêt Kurdistan seranser rizgar bibe!
21.03.2014
Jêder
1 Pendbêj Bexdadî: Dîroka Bexdadê, 15/448.
2 Miskeweye: Tecarib Al-Umem we Te’aqib Al-Himem, 2/22 û 5/182, 225.
3 Abo Bakir El-Soli: Exbar El-Radi Billah we Al Muttaqi Lillah min Kitabil Ewraq, rûpel 142.
4 Ibn Al-Esir: Al-Kamel fi Al-Tarix, 8/162, 543. Miskeweye: Tecarib Al-Umem we Te’aqib Al-Himem, 5/81, 6/456, 7/495.
5 Ibn Al-Esir: Al-Kamel fi Al-Tarix, 10/20.
6 Yaqut Al Hemewi: Ferhenga Wêjevanan, 2/698, 5/1991.

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl)

 

F
E
E
D

B
A
C
K