EuroKurd NewsÎHD Mêrdîn”ê îro beyanek bi raya gistî re parvekir û bala wan kisand ser rewsa zindanên Turkiyê. Beyan, rewsa girtiyên nexwes di zindanan de ronî dikir. Bi taybetî jî zext û zilma li ser zindana Mêrdînê ji xwe re dikir mijar.
Siheta girtiyên di girtîgeh û bendîxaneyên Turkiyê de ne, zêde ne bas e. Li aliyê Kurdistanê rews kambaxtir e. Girtî nexwes dikevin. Tedawiya wan di dema pêwîst de nayê kirin. Nexwesî li wan girantir dibe. Berpirs, bi derengî, anjî bi sêwe û zextên ne însanî nêzî pirsgirêkê dibin.
Li girtîgeh û zindanên Turkiyê bi sedan kesên nexwes hene. Hejmara girtiyên siheta wan xirab in û divê li derve, li nexwesxaneyên taybetî, di raçavkirina doktorên pispor de bêne tedawîkirin, 642 kes in. Nexwesên rewsa wan pir giran, 235 kes in. Gelek ji wan, bi êsên dijwar, rojane re rûbirû dibin û di nava serê man û nemanê de ne. Ji bo hinek kesan, derman û tedawî jî êdî çare nake. Li gorî raporên tibî, rojên wan bihejmar û mana wan li jiyanê bi sînor e. Divê girtiyên wisa li malê bin, rojên xwe yê dawiyê bi malbat, carûcînar, dost û nasan re derbas bikin. Pîvana însanetiyê ev e.

M. Besir Alto nexwes bû. Serê “girêba (kanser) kezeba res” dikir. Ji wezîrê edaletê hate xwestin ku mudaxele bike û Alto bê berdan, rojên dawiyê li malê, bi malbata xwe re derbas bike. Lê rêvebirên dewletê bersiv nedan. Alto, di dawiya miha gulanê, di hucreya nexwesxana Edenê wefat kir.

Niha jî li zindana Mêrdînê karê neînsanî dest pê kiriye. Tedawiya nexwesan dest kelemçekirî dikin. Kesên li dij derdikevin, bi cezayên disipilîn û hwd rûbirû dimînin.
Girtiyên di zindanan ji gelek tistan mehrûm in. Sas anjî rast, bedêla gunehên xwe didin. Lê mafê dewletê tune ye ku, girtiyan du caran ceze bike. Nexwesên li ber mirinê, bi saxî bikûjin. Bi zext, helwêst û kirinên ne însanî, nêzî pirsê bibin. Divê, hikumet û bi taybetî wezîrê edaletê pirsê cidî bigre. Dawî li vê zilmê bihênin. Bi taybetî hêzên siyasî û civakî yên Kurd, bêdeng û bêhelwêst nemînin. 13 Hazîran 2014
Bi silavên ji dil

Gabar ÇIYAN
Kordînator
EuroKurd News-Human Rights Dokumentation Centre
Stockholm

F
E
E
D

B
A
C
K