Bruksel, 06.10. 2017

Mam Celal, oxir be!

Demeke dirêj di çiyayên Kurdistan de pêşmerge, li Kurdistan, Iraq, Rojhilata Navîn, siyasetmedarekî mezin, di dîplomasiya navneteweyî de xwedî navekî qedirbilind, bi kesayetiya xwe ya Kurdî yekemîn serokkomarê Iraqê, di 83 saliya xwe de, ji nav me koç kir.

Bila sere gelê me sax be.

Mam Celal, bi bîr û ramanên xwe, bi hişmendiyeke ronakbîrî û siyaseteke berfereh di Têkoşîna Azadiya Kurdistan de xwedî cihekî mezin bû. Ew hosteyê avakirina Yekîtî Niştîmanî Kurdistan (ku ji gelek hêzên siyasî – rewşenbîrî pêk dihat) bû.

Li çiya, li nav bajar, di mala xwe de, li Bexdad li Parlemento, di dema hevdîtinên siyasî/dîplomatîk û li pêş çapemenî û di civîn û konferansên neteweyî û navneteweyî de ji xwe bawer, bi tecrûbe, xwedî raman û zanayekî mezin bû.

Jiyana wî di qada siyasetê de tejî, zor û dijwar bû. Dem hebû pêdiviya çek hilgire û dijî zordarên Bexdad şerrekî dijwar bi rê ve bibe. Dem hebû çek danî û li Kurdistan, Iraq û di qada navneteweyî de siyaset/dîplomasî meşand. Bê westandin têkoşîna azadiyê berdewam kir.

Di bidestxistina statuya Başûrê Kurdistan de rolekî sereke list. Di gelek bûyerên siyasî de ji bo têkoşîna Kurdistan de jî gelek caran roleke mezin lîstiye. Demokrasî bo Kurdisatniyan, welatên cîran weke prensîbeke giran pê re hebû.

Bi koça dawî ya Mam Celal, Kurdistanî û cîranên Kurdistaniyan merivekî mezin hunda kir. Lê ramanên wî, rêgeza wî ya têkoşînê her tim dimîne.

Bila serê gelê me tevahiya Kurdistaniyan sax be. Ji malbatiyên Mam Celal re jî sebr û sersaxiyê hêvî dikim.

Derwêş M. FERHO, Serokê Enstituya Kurdî ya Brukselê

 

F
E
E
D

B
A
C
K