Hieronder een woordje vanwege onze voorzitter Derwich M. Ferho naar aanleiding van het verlies van één van de beste vrienden van het Koerdisch Instituut, de hoog geplaatste diplomaat Ahmed Bamernî.

Derwêş M. Ferho, Bruksel, 25.08.2020

Êvara înê dostêkî qedirbilind, Bextiyar Emîn, bi telefonê koça dostekî hevpar Ahmed Bamernî parve kir. Kurdan merivekî temamiya jiyana xwe ji bo mafên Kurdistaniyan têkoşîn kiriye hunda kir.

Di xortaniya xwe de pêşmerge, di salên penaberiyê de dibe xwedî doktora, di ware dîplomasiyê de xwedî ked û di peywendiyên nav hêzên Kurdan de merivekî dilsoz bû. Di rojên xweş û ne xweş  de dev bi ken. Merivekî zane bû. Kambaxa Corona kekê Ahmed jî ji nav me bir.

Mîna her dem rewşa Kurdan ji her alî ve dijwar bû. Li Bakur dewleta Turk bi hemû hêza xwe diçe ser tevgera Kurd. Gundan dişewitînin, xelkê koçber dikin, siyasetmedar, rojnamevan, nivîskar, rewşenbîr dikin zîndanan û bi hezaran Kurdên bîrewer ji aliyê dewletê bi nave “faîlî mechûl” têne kuştin.

Li Rojhilat, rejîma meleyên Îranê çiqas qatil û dizên wê hebin şandine nav herêmên Kurdan û zilmeke mezin li ser Kurdan diajon. Siyaseteke qirêj di hember Kurdan de dike. Li pêş meriv dikene, li pey meriv xencerê li piştê dixe. Bawerî ti carî pê nabe.

Paş  1993 li Başûr xweseriyek pêkhatiye. Paş 2002 ji sedî şêst herêmên Kurdan ji aliyê hêzên Kurdî, beşê din jî ji aliyê Bexda tên îdare kirin. Nûnerên Kurdan, heta serokê Iraqa nûh Mam Celal jî li Bexda ne. Di nava kabîneya hikûmeta Iraqê de jî 5-6 wezîr Kurd in. Lê tev vê jî nayê wê wateyê ku hemû pirsgirêkên Kurdan li Başûr û Iraqê çareser bûne.

Di 1996 de bi çend heval û dostên Kurdan re li Brukselê li ser plansaziyekê civîn pêk tên. Armanc ew e ku em dest bi xebateke nuh, xwedî encamên erênî bikin. Di nava vê xebatê de Chris Den Hond, Isabelle Dekeyser, Ludo De Brabander, Paul Vanden Baviére, Nick Hannes, ji Hollanda jî Carla van Os û Guido Van Leemput hene. Çend parlementerên Beljîkî ji partiyên cuda û çend akademisyen û rojnamevan jî piştgiriya vê xebatê dikin.

Di vê navberê de ji Parîs jî dost û hevalê qedirbilind Ahmed Bamernî hêdî hêdî li Brukselê bi cî dibe. Nûnertiya Hikûmeta ser bi Yekîtî Niştîmanî Kurdistan li Suleymanî li Benelux û Fransa girtiye ser milê xwe. Dema ev xebat bihîst di cî de beşdar bû. Her civîn, her hevdîtin di çarçeweya derfetan de bi me re bû.

Ahmed Bamernî, Kurdî, Erebî û Frensiziyeke zelal diaxaft. Xwendina xwe ye zanîngehê bi dereceyeke bilind qedandibû û di siyaset, kultûr û dîplomasiya Ewropa de şahreza bû.

Bi heval û dostên xwe yên Beljîkî re, di bin sîwana Enstituya Kurdî ya Brukselê de me bi xurtî xebata weşanen bi zimanê cuda kir.  Di heman demê de em li awayên xebata siyasî geriyan ku encamên erênî ji bo prisgirêka Kurdî bide. Di navbera Enstituyê, saziyên Beljîkî, rojnamevan, nivîskar, akademisyen û siyasetmedaran de peywendî xurt bûn. Plansaziyên taze hatin amadekirin.

Koma xebatê ji bo piştgiriya Kurdan bi nave “Coordinatie Stop de oorlog tegen het Koerdische Volk” ava bû. Paş ku xebat di nava avahiya parlementoya Belljîka de bi rê ve çû û parlementerên û hevkarên wan ev xebat şopandin û bûne hevkar me nav guhert. Navê koma xebatê bû “Interparlementarian Work Group for the Kurds”. Sedem, xebata di nava parlemento de bû.

Bê goman armanc di hemû qadan de xebat ji bo Kurdan were pêkanîn. Di nava vê inîsiyatîfê de 180 navdar, rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan, akademisyen, du partiyên siyasî (VU û Agalev), saziyên civakî, sendîqeya sosyalîst û hunermend hebûn. Heta roja îro jî ev xebat di nava dezgeha Parlementoya Beljîka de serê du mehan bi nave “Interparlementarian Work Group for the Kurds” de didome.

Yekemîn civîna “Coordinatie Stop de oorlog tegen het Koerdische Volk” paşê “Interparlementarian Work Group for the Kurds” di 16.01.1998 de û bi beşdariya Ahmed Bamernî de pêk hatibû. Û ya din jî Konferansa Navneteweyî di 10.10.1998 de, li ser pirsgirêka Kurdan di zanîngeha Katolîk ya Leuven de bû ku Mme Danielle Mitterand, Ahmed Bamernî, Dr. Mahmud Osman û bê îstîsna berpirsiyarên hemû partiyên  Kurdan û partiyên siyasî yên Beljîkiyan bûn. Konfeans serketî bû, medya Kurdan û Beljîka gelekî li ser nivîsîn. Ya Turkan jî nivîsî, lê dijmanahî dikir. Heta sefareta dewleta Turk kete dewrê ku konferans were qedexekirin. Lê ne hikûmetê û ne jî rêvebiriya Zanîngeha Leuven (KUL) li tehdîdên dewleta Turk guhdarî kirin.

Di wê naberê de li Fransa pirtûka “Au printemps kurde: Moi, peshmerga, je donne mon âme” hate çapkirin. Enstituyê heman pirtûk bi navê “De Koerdische Lente, Ik, Peshmerga, ik geef mijn ziel” bi zimanê Hollandî weşand. Paş demekê ev pirtûk li welêt bi nave “Kürt Baharında Hayatını Adamış Bir Peşmergeyim” bi zimanê Turkî çap bû.

Di wê demê de me ji Ahmed Bamernî jî dibihîst ku xebat ji bo pêkanîna heman curreyê inisiyatîfê bi nave “Aliance Kurde” li Parîsê jî dimeşe. Ew bi xwe jî di nav vê xebatê de bû, heta sere wê dikşand. Li Brukselê ev xebat heta roja îro jî heye. Li parîsê çi pê hat nizanim. Paş cîguhastina Ahmed Bamernî haya me ji wê xebata Parîsê nema.

Dema rejîma Saddam Husseyn hêrivî û Iraq ji nuh ve ava dibû Ahmed Bamernî dev ji nûnertiya YNK berda û weke sefîrê Iraqê çû Swêd. Paşê ew weke sefîrê Iraqê çû Îtalya. Paş Îtalya jî weke şêwirmendê wezîrê kerê derve yê Iraqê û weke şêwirmendê Serokkomara Iraqê li Bexda karê xwe domand.

Heta roja dawîn jî peywendiyên me bi hevra didomî. Dostekî hêja, hevalekî dilxwaz, dîplomatekî şahreza û siyasetmedarekî Kurdistanî bû. Di hemû deman de, bi hemû derfetên xwe, di hemû qadan de kar û barê xwe, xizmeta bi encam domand. Peywendiyên wî bi hemû partî û saziyên Kurd re di çarçeweya berjewendiyên Kurdistan de xurt bûn.

Di kêm deman de merivê mîna wî di qada xebatê de peyda dibin. Kurdistaniyan bi koçkirina Ahmed Bamernî mirhovekî mezin hunda kir.

F
E
E
D

B
A
C
K