Gelî Kurdan eman ha! Rê nedine vê bêbextîyê!

Kurdan bi destê Kurdan bidine kuştin. Eve leyiza qedîm ya dewletên dagirker û dewleta zalim ya Tirk e. Hukûmeta AKPê ya koalisyona Ergenekon, Erdogan û Bahçelî rêkirina Korucuyan (Cerdevanan)  ji bo Efrînê plan dike ku careke dî Kurdan bi destê Kurdan bide kuştin. Dewleta Tirk eve serê dehan salan e li Bakur bi hezaran Kurd dijî qewmê xwe kirine çekdarên xwe û bi vî rengî xencerek li nîveka dilê Kurda daye.

Dewletê ji xwe ev kes ji bo planên xwe yên qirêj û dijî mirovî wezîfedar kirine. Li Bakur ev çekdarên dijî qewmê xwe şirîkên zulma dewleta Tirk in. Rola wan daîm bêbextî bûye beramberî miletê xwe. Ji bo berjewendîyên xwe yên şexsî ev rola bêyûm û bêbextane hilgirtine ser xwe. Van kesan di têkoşîna azadîyê da li Bakur mil bi milê ertêşa dijmin bûne û lûleya sîleha xwe dirêjî xelkê xwe kirine.

Vê gavê jî dewleta nijadperest ya Tirk dixwaze van Korucuyan rêbike ser çeperên şerê Efrînê. Ev plan bi rastî jî bêbextane ye, zalimane ye. Dewleta Tirk gelek eşkere dixwaze van kesan rêbike Efrînê û Kurdan bi Kurdan bide kuştin ku eve ji du alîyan ve telifandina Kurdan e. Eve beramberî Kurdan kîn û nefreta kûr ya dewleta Tirk nîşan dide. Kurucu divêt vê niyeta neyarane ya dewleta Tirk baş bizanin û xwe nekine makîneya kuştinê ya vê dewleta dijî mirovatîyê.

KNK hêvî dike ku Korucu neçine Efrînê û xwe nekine darûdesteyê dewleta Tirk û xwîna hevwelatîyên xwe nerêjin. Heke hejmareke biçûk ya van kesan rêya xwe şaş bikin û sîleha xwe dirêjî xelkê xwe bikin û xwîna xelkê xwe birêjin, eve dê bibe sûcekî gelek giran beramberî miletê xwe. Ev sûçê mezin nayê efûkirin û bê ceza namîne.

Divêt bi eşkere bête zanîn ku dewleta Tirk bi vê êrişa xwe ya li ser Efrînê esasen beramberî hemû Kurdan şer dike. Lewma ev şerê dewleta Tirk yê li ser Efrînê dike, şerekî neheq û huqoq e. Beramberî vê neheqîya mezin divêt hemû Kurd pozisyoneke hevgirtî û xurt nîşan bidin.

Şerê Efrînê du rêya dide ber Kurda; rêya rûreşîyê û rêya rûspîtîyê.

KNK bawer dike ku Kurd dê rêya rûspîtîyê bidine ber xwe. Şerê Efrînê ji vî alî ve kaxeza turnusolê ye. Yên ku dijî êrişkarîya dewleta Tirk dê bi xurtî rawestin û di rêza miletê xwe da cih bigirin dê rûyê xwe spî bikin. Lê yên ku di vî şerî da xwe bêdeng bihêlin û reftareke layiqî miletê xwe û doza mezin ya Kurdistanê nîşan nedin dê rûyê xwe reş bikin.

Efrîn terazîya welatparêzîyê ye. Çeperên Efrînê parastina hemû Kurdistanê ye. Welatparêzî di şerê Efrînê da rengê xwe yê eslî nîşan dide.

Kurdên ku hevkarîya dewleta Tirk dikin, Kurdên ku di nav partîyên rejimê da cih digirin divêt di vî şerê Efrînê da li xwe vegerin û bêne nav refên miletê xwe.

Di vî şerê Efrînê da dewleta Tirk ya êrişkar divêt bête şkênandin.

Di vî şerê man û nemanê yê Efrînê da Kurd û hevalbendên xwe divêt serbikevin.

KNK carek din bang li hemû Kurdan dike ku xîreta xwe neşkênin, bêdeng nemînin û her bi çi rengî be dijî vê êrişkarî û dagîrkerîya dewleta Tirk sekineke neteweyî nîşan bidin.

Konseya Rêvebir ya KNKê

16 Sibat 2018, Bruksel

F
E
E
D

B
A
C
K