Mixabin, ji egera pabend nebûn bi Yasayê, rewşa herêma Kurdistanê bi vê alozî yê gehişt û li hember xwenîşanderan şidet hat bi karanîn û xwîn rijya û kuştin çêbûn.
Ev bo heyama du salane, herêma Kurdistanê ( başûr ) rubiru yêhîn qeyranên aborî, siyasî, îdarî, leşkerî û civakî bûye û xelkê me li hember wan qeyranan de aram bûn û xwe li ber girtin. Lê rêveberî ya hikûmetê û desthelata herêmê kodên wan kirîzan û tehemula xelkê baş nexwendin. Ji ber wê yekê ew kêşeyên han bê çareser man w ev rewşa îro çêbû.

Kurdistan û rojhelata navîn, yê li benda werguhorînên nû de ne, ro li pey rojê pêşhatên nû yên siyasî û leşkerî têne holê. Wek tê dîtin ev devera ku Kurdistan ketî ye dinava cergê wê de, naaramî û narehetî heta gehaye ku hêzênmezin yên dunya yê jî vavartina hîsabatên xwe têde yekalî diken. Ji ber vê ev herêm di rewşeke awarte ya ne hemwar de derbaz dibe. Di nav van şert û mercan de, gelê Kurd û Kurdistanê jîwek aktorekê diyar û berçav û herweha giring tê dîtin û serederîyeka taybet pêre tê kirin. Li alîyekê dî jîher çar dewletên dagîrker, wek pêkhateya dewletbûn û şêwazê hikumranîyê ve li alîyê civaka nêvdewletî ve nahê qebûl kirin û bi wê ve di nava kirîz û qeyranên mezindane û bûyne cihê şik goman û lêpirsînê. Ev li aliyekî metirsî ye û li alîyekê dî ve destkeft û rêxweşkerin ji bo gehiştin bi armanc û mefên gelê kurd û Kurdistanê.
Li du beşên Kurdistanê, îro xweserîyek demokratî heye. Li bakûrê Kurdistanê jî gelê me di xebat û tekoşîneka pir giran û dijwar de ye û ji aso ya serferazî û serkeftinê nêz bûye. Li rojhelatê Kurdistanê jî her bi heman riha berxwedanê gelê me di çeperên bergirî û xweragirî yê li hember dewleta kevneperist a Îranê xebat û tekoşînek rewa dimeşîne. Bi giştî gelê kurd û Kurdistanê bê guhdan bi sinûrên destkird mil bi mil û bi hevçeperî li hember hêza reş û teroristî ya DAÎŞ ê û dagîrkeran de axa welat diparêzin. Ev hemû destkeftîyên mezinin û rih û rîşalên yeketî ya Neteweyî yê bi hêz û mikum diken û xelkê Kurdistanê pê şanaz û serbilinde û Kurdistan û doza wê ya rewa ber bi qonaxên nû ve gehandî ye.
Ev rewşa li başûr di meşe ku egerên wê di aşkerene, bi tu şêweyekî xizmet bi doza civaka xelkê Kurdistanê nake! Û rêrewa îro ya xebat û tekoşîna kelê me, ku xebate ji bo bi destveanîna demokrasî û mafên mirovan, mixabin dê wê dozê lawaz ket. Herweha dê bandorê nerênî kete ser wan giringîdanên nêvneteweî yên bo gelê met ê kirin. Ji ber hindê aramkirina rewşê û guhdan bi daxwazîyên xelkê û berpirsîyarane serederî ya hikumet û alîyên beşdar têda, erkekê dîrokî û netewî û niştîmanî ye.
Kongra neteweyî ya Kurdistan – KNK, nîgranî ya xwe ji bo vê rewşa li başûr heye îlan dike û di nav van xalên li jêr de, hîn daxwazî û bang in, pêwîste berçav bên girtin wek erkekê netewî û niştîmanî dixe ber çavan û bangî desthelat û hêzên siyasî ûrêkixstiyên sivîl xelkê Kurdistanê dike ku:-

1. Pirsên siyasî û destheladarîyetê li herêma Kurdistanê lazim bi yasayî bên çareser kirin û herweha li ser hemû astan dpêwîsta Yasa serwer be. Keltûrê veguhastina desthelatan li gor piresibên demokrasî yê bên peyrew kirin.
2. Gelê me yê li başûr xwedî rumeta mezinin û çavkanî ya hêz û şîyana parastina destkeftîyên gel û niştîman in, ne şayenê tî û birsî kirinê ne û bijêwî ya wan bi siyaset û li hevnehatina şêwazên desthelatî ve bê girêdan.
3. Xwenîşandanû nerazîderbirîn a civak û xelkê bi hemû tex û çînên xwe ve, bi merema bi destveanîna mafan, yeke ji mafên destpêkî yên demokrasî yê. Pêwîsta li alî sazîyên hikûmî ve bi singfirehî bersiv dan û mafên wan bên dan. Herweha nabe bi şidet bi karîna çekan sekut û bê deng kirin.
4. Em daxwaz ji polîs, asayiş û hemû hêzên çekdar yên navxwe yên herêmê dikeyin, ku bi giyanê berpirsane û riha birayetî ve erkê rasteqîne yê ser milên xwe serederî yê li hember xwenîşanderan biken û bi dilsozane mal û milkê xelkî û giştî biparêzin û pena nebene ber bikaranîna tundûtîjî û çekan. Wê hidê baş bizanin kû em hemû kur û keçên Gel û niştîmanîn.
5. Bangî hikûmeta herêmê dikeyin, hewl biden bi zûtirîn dem mûçe û miaşên karmend û fermanber û xelkê biden û welatîyan ji qeyrana bijêwî yê rizgar biken.
6. Ji bo aramkirin û berfirehnebûna van bargirjî yên li holê. Bangî dezga û sazî yên çapemenî yên hizbî û ehlî dikeyin, bi erkê xwe yê rojnamegerî rabin û her tim daxwaza aramî û medenî bûna rêrewa xwenîşandanê ji xelkê biken. Herweha eger û hokarên vê rewşa han bi rastî û hestîyarî serederî yê biken û tivingê bi tarî yê werneken û rastîyan wek xwe veguhêzîn.
7. Bang li hikûmet û alîyên desthelata herêmê dikeyin, ku bi niyeta çareserî ya arîşeyan û geryan li pey hokar û egerên pirsên vê rewşê, vegerin dîrojê û pêdaçûnê biken û kodên hokaran bi dilsozane bixwînineve. Herweha karên ciddî ji bo damezrandina sîstemeka demokrasî û dadperwerî ji bo herêma Kurdistanê bên kirin. Em li KNK ê amadene hevkar bin û destekê biden.

Gelê me van rastîyan dizane û em li Kongra Neteweyî ya Kurdistan –KNK ê carek din vê tekez dikin ku, ew nêzbûn û giringîdan a nêvnetewî û Cîhanê bi doza gelê Kurd û Kurdistanê ve hatî ye, derencamasiyaseta dilsozane û hekîmane ya xebat û tekoşîn û berxwedan û keda nuha û çendîn salî ya xelkê me û hêzên siyasî yên Kurdistanê ye. Ji ber wê gelê Kurd û Kurdistanê û axa pîroz xwedî yên van destkeftanin û dêwîste bên parastin.

Li dawî û di serîde, ji bo xwîna gorî yên duh û pêr yên xwenîşanderên Kelar û Qeladizê dibêjîn serê gelê me û Kurdistanê sax be û bejna xwe ji bo wan di tewînîn. Herwha hêvî ya zû derbazbûnê ji bo birîndaran dixwazîn û kiryarên kuştin û birîndarkirina wan şermizar dikeyin.
Kongra Neteweyî ya Kurdistan – KNK e
11.10 2015 – Bruksel

F
E
E
D

B
A
C
K