Yek ji xelkê sahredariya Brukselê di nav belengaziyê de dijî. Yek ji 20 kesên li Bruksel alîkariya aborî ji CPAS-OCMW (rêxistina dewletî ji bo alîkariya merivên belengaz) alîkarî distîne. Ji sedî 25 kes li Bruksel bê hatineke madî li mala xwe yan li ciyekî kar dike.
Di vî warî de siyseta Bruksel çi ye? Ji raporên musawiran tê xuyakirin ku siyaseta Bruksel di vî warî de gelekî bê kêr e. Hikûmetê di vî warî de di sala dawî de agahdarî jî neda derve!!!

 Ev pirtûk belengaziya li Bruksel dîsa dixe ber çavan. Ji bo vê mijarê agahdriyê dixwaze. Ji her alî mutehasisan lêkolîn li ser vê mijarê kirin û ev berhem bi yekcelseyî hat wesandin: lêkolîner, rêxistinên Bruksel, kesên bi vê pirsê ve mijûl dibin û kesên ku di dema xwe de di belengaziyê de jiyane… her kes ji aliyê xwe ve tecrûbeyên xwe dinivîse.

Berhem bi du zimanan e: Frensizî û Holandî, 352 rûpel e.

 Buhayê pirtûkê “Armoede in Brussel-Pauvrete a Bruxelles” 19,50 euro ye.
 Peydakirina wê ji pirtûkxaneyên Beljîka mimkin e.
  Ev berhem herweha ji Enstituya Kurdî ya Brukselê jî (Koerdisch Instituut) dikare
  were xwestin, Rue Bonneelsstraat 16, B-Brussel 1210 Bruxelles, [email protected]
  yan [email protected] , tel: 02-230 89 30.
  Di eynî de mê de ji wesanxaneya uitgeverij EPO, tel: 03-239 68 74,
  [email protected] (NL) yan les Editions Aden, tel: 02-534 46 61,
  [email protected] (FR) tê peydakirin.

F
E
E
D

B
A
C
K